Riya di navbera Rojava û Bakur de: Sînor astengî û bêrîkirin

Dîwarên sînor ên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bi salan e rê li ber gihîştina malbat û xizman digrin. Hilat Çelîk û Xada Mihyedîn dixwazin sînor bên rakirin, deriyên sînor bên vekirin û bi awayekî azad çûnhatin çêbibe.

SORGUL ŞÊXO- EKÎN STÊRK

Navenda Nûçeyan - Sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, ne tenê herdu welatan, heman mirov û malbatên ku bi salan e bi hev re dijîn, têkiliyên civakî û jiyana hevbeş ji hev vediqetîne. Dîwarên beton û deriyên sînor ên girtî gihîştina mirovên ku li bajarên cîran dijîn zor dike. Di heman demê de Kurdên li herdu aliyên sînor dixwazin riya serbest a berê bê vegerandin û astengiyên di navbera wan de hatine danîn bên rakirin.

Kesên ku berê di çend deqeyan de dikaribûn bigihîjin hezkiriyên xwe, niha neçar in bi saetan rêwîtiyê bikin û carna di dema nexweşiyê yan merasîmên cenaze de jî nikarin li gel malbatên xwe bin. Hilat Çelîk ku ji bo gihîştina malbata xwe ya li Qamişloyê neçar ma 24 saetan rêwîtiyê bike û Xada Mihyedîn ku şahidiya veqetandina herdu aliyên sînor kir, dixwazin dîwar bên rakirin, deriyên sînor bên vekirin û mirov bikaribin bi azad biçin û bên.

Sêyemîn dîwarê sînor ê herî dirêj e

Ji sala 2012’an vir ve, dema krîza siyasî û leşkerî li Sûriyeyê kûrtir bû, Şoreşa Rojava dest pê kir, tedbîrên ewlehiyê li ser sînor hatin zêdekirin. Têlên sînor hatin nûkirin, dîwarên beton hatin çêkirin û deriyên sînor ên ber bi Rojava ve, bi taybetî li Nisêbînê, hatin girtin. Dîwarê sînorî yê li ser sînorê Sûriyeyê piştî Dîwarê Mezin ê Çînê û dîwarê sînorî yê di navbera Meksîka û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de, sêyemîn dîwarê herî dirêj ê cîhanê ye. Di projeya ku ji hêla Rêveberiya Pêşxistina Xanîyan (TOKÎ) ve tê meşandin ku bi dewleta Tirkiyeyê ve girêdayî ye, dîwarekî sînor bi dirêjahiya giştî ya 828 kîlometreyan hatibû plankirin. Dîwar ji blokên betonê yên 7 tonî hatibû çêkirin ku têlên li ser wan hatibûn danîn. 120 bircên çavdêriyê li xalên stratejîk ên li ser dîwarê sê metre bilind û du metre fireh hatine danîn. Ji bo dewriyeyên birêkûpêk ên yekîneyên leşkerî jî rêyeke ewlehiyê hatibû çêkirin.

Projeya avakirina dîwar ku di sala 2014’an de dest pê kir, hate ragihandin ku dê di Hezîrana 2018’an de biqede. Di destpêkê de hatibû pêşbînîkirin ku beşek 911 kîlometreyî ya sînorê Sûriyeyê bigire nav xwe, 764 kîlometre ê projeyê qediya. Her çend hatibû gotin ku proje dê tevahiya sînorê Sûriyeyê bigire nav xwe jî, hêjayî gotinê ye ku pêkanîna wê bi giranî li herêmên Kurdî ye.

Hesreta wê ya herî mezin welatê wê ye

Nisêbîn û Qamişlo ku bi xêzek sînor ji hev cuda ne, li aliyên dijber ên heman erdnîgarî, ziman û çandê de cih digre. Hilat Çelîk ku malbata wê li Qamişlo ya Rojava dijî û 26 sal in li Nisêbînê dijî, zehmetiyên ku sînor di jiyana rojane de diafirîne anî ziman. Hilat Çelîk ku dê û bavê wê ji Tirbespiyê ne û malbata wê zêdetirî 50 sal in li Qamişlo dijî, got ku ew ji ber zewacê hatiye Bakurê Kurdistanê. Hilat Çelîk da zanîn ku dûrketina ji welatê wê ji bo wê hesretek mezine û diyar kir ku berê deriyê sînor ê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de vekirî bû û ew di nav çend deqeyan de dikaribû bigihîje malbata xwe.

‘Ez 24 saetan rê diçim’

Hilat Çelîk diyar kir ku ji dema girtina deriyê sînor ve serdana malbatê bûye zehmetiyek mezin û got ku ji bo gihîştina Qamişloyê, divê pêşî divê biçe Başûrê Kurdistanê û dû re jî biçe Rojava. Hilat Çelîk da zanîn ku berê ji Nisêbînê çûyîna Qamişloyê gelek asan bû û wiha got: “Deriyê sînor ê li vir berê vekirî bû. Di nav 5 kêliyan de min dikarî biçim cem malbata xwe. Lê niha ji ber sînor girtî ye, gihîştina wir pir zor e. Ez 24 saetan rêwîtiyê dikim da ku biçim gel  malbata xwe. Ez dixwazim ev sînor bên rakirin. Ez dixwazim em bikaribin wek berê bi asanî biçin û bên. Ji ber gava kesek ji malbata min nexweş dikeve, heta ku ez bigihîjim wir pir dereng dibe.”

‘Zarokên min zêdetirî 20 salan e nikarin biçin Qamişloyê’

Hilat Çelîk anî ziman ku piştî salekê li Nisêbînê maye çûye Stenbolê 20 salan li wir jiyaye, paşê vegeriyaye Nisêbînê û rave kir ku ji bo gihîştina malbata xwe neçar e sê welatên cuda derbas bike û got ku rêwîtî hem ji hêla fîzîkî ve hem jî ji hêla aborî ve zor bûye û wiha got: “Sînor li pêşiya çûyîna min a welatê min asteng e. Rê asteng in. Çûyîna ji Bakur ber bi Başûr û dûre jî ber bi Rojava ve pir dijwar e. Ez ji sê dewletan derbas dibim. Ez di rê de bi gelek zehmetiyan re rûbirû dimînim. Zarokên min ji 20 salan zêdetir e nikarîn biçin Qamişloyê. Ew tenê berî du salan dikaribûn biçin. Ez nikarim bi berdewamî ji ber şert û mercên aborî biçim. Lê ger sînorê me vekirî bûya, me ewqas mesrefa madî nedikir. Sê xwişk û birayên min û diya min li wir in.”

Nikaribû beşdarî merasîma cenazeyê xizmên xwe bibe

Hilat Çelîk, anî ziman ku ew hesreta kûr a malbat û welatê xwe hîs dike û behsa windakirina du birayên xwe û paşê mirina bavê xwe kir. Diyar kir ku nikaribûye beşdarî merasîma cenazeyê birayên xwe jî bibe û niha dayîka wê di nava nivînan e ye û got: “Dema mirov ji malbat, welat û axa xwe dûr dikeve, hesretek mezin dijî. Du birayên min şehîd bûn. Bavê min jî ji ber wan mir. Ez nikaribûm beşdarî merasîma cenazeyê birayên xwe jî bibim. Dayîka min niha di nava nivînan de ye. Hesreta min a ji bo malbata min pir mezin e. Ez pir bêriya wan dikim.”

‘Ji ber min got ‘Em Kurd in em aştiyê dixwazin’ têm darizandin’

Hilat Çelîk diyar kir ku dozên li dijî wê hatine vekirin rê li ber çûyîna wê ya Qamişloyê jî girtine û got ku ji ber dozên hatine vekirin, qedexeya derketina derve lê hatiye birîn, demek nikaribûye biçe Rojava. Da zanîn ku di dema êrîş li dijî Rojava pêk dihatin de wan li ser sînorê Nisêbînê 29 roj nobet girtine û ji ber vê ew tê darizandin. Hilat Çelîk tekez kir ku sedema nobeta wan a li ser sînor ne tenê ji bo malbatên wan, ji bo gelê Rojava bûye û wiha got: “Di pêvajoya Rojava de, me li Nisêbînê li ser sînor nobet girt. Ji ber me got ‘Em Kurd in, em aştiyê dixwazin’ ez têm darizandin. Di dosyayê de tiştek din tune ye. Tenê ji ber me dixwest sînor bên rakirin, doz li me hat vekirin. Doza li dijî min ji ber sînor hat vekirin. Di dema êrîşên li ser Rojava de, ne em û ne jî malbata min nikaribûn biçin wir. Me salek û nîv berê 29 roj li ser sînor nobet girt. Nobeta me ya li ser sînor ji bo malbata min û gelê Rojava yê li wir bû.”

‘Kurdistan yek e’

Hilat Çelîk, destnîşan kir ku di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de tu mesafeyek tune ye û herdu bajar tenê bi sînorek ji hev cuda ne, bal kişand ser jiyana hevpar a gelê Kurd. Hilat Çelîk li dijî pênasekirina Kurdistanê wekî çar parçeyan derket û got: “Di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de tu mesafeyek tune ye. Wan tenê têlek di navbera me de danîne. Ji ber vê yekê em dibêjin divê sînor bên rakirin. Ew dibêjin Kurdistan çar parçe ye. Lê Kurdistan ne çar e, yek e. Hewl didin bi vî sînorî me bikin çar parçe. Li her çar aliyên Kurdistanê xizmên min hene. Sînor tenê di navbera me de heye. Em Kurd her gav yek in.”

Dengê ji derveyî sînor tê bihîstin

Hilat Çelîk, amaje bi wê yekê kir ku sînor ne tenê astengiyeke fîzîkî ye, di heman demê de bandorê li ser ragihandina bi malbat û hezkiriyên wan re jî dike û diyar kir ku dema ew dengên ji Qamişloyê tên dibihîze, ew meraq dike ka gelo ew yek ji endamên malbata wê ye. Da zanîn ku dema li Rojava agir an bûyerek din çêdibe, ew ji bo şopandina pêşketinan hildikişe ser banî û got ku ew di gihîştina xizmên xwe de bi rêya telefonê jî zehmetiyê dikişîne. Hilat Çelîk hesreta xwe wiha anî ziman û got: “Dema li Rojava agir an tiştek çêdibe, ez ber bi banî ve direvim. Ez bi rêya telefonê jî zêde nikarim xwe bigihîjinim wan. Dema ez dengê zarokekî ji aliyê din ê sînor dibihîzim, ez difikirim, ‘Gelo dibe ku ew yek ji malbata min be?’ Em dengê ji aliyê din ê sînor ji vir dibihîzin.”

‘Bila aştî bê da em bikaribin azad biçin û bên’

Hilat Çelîk, diyar kir ku ew dixwaze di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de sînor bê rakirin û got ku dixwaze bê astengî malbata xwe bibîne. Hilat Çelîk, da zanîn ku vekirina sînor hem dê têkiliyên di navbera malbatan de xurt bike hem jî zehmetiyên madî û manewî yên ku mirov pê re rû bi rû dimînin ji holê rake û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ev sînor bên rakirin. Em dixwazin aştî bê welat. Bila sînor bên rakirin da ku em bikaribin bi azad biçin û bên.”

‘Em sibehê diçûn Nisêbînê êvarê vedigeriyan Qamişloyê’

Xada Mihyedîn a ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, 40 sal e li wir dijî û mala wê li nêzî deriyê sînor e behsa zehmetiyên hebûna dîwar û bandora wê ya li ser wan kir. Xada Mihyedîn got ku berê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de sînorên pir asê tune bûne, tenê têlên nizim hatibûn danîn û wiha got: “Berê deriyê sînor vekirî bû, ji bo bazirganiya di navbera herdu welatan de gelek baş bû. Me sibehê serdana xizmên xwe yên li Nisêbînê dikir, êvarê em vedigeriyan Qamişlo yan jî piştî wê bi du-sê rojan. Di salên dawî de sînor asê kirin, blokên betonê danîn û dergehên sînorî jî girtin.”

Di êrîşên li ser sînor de ciwan birîndar bûn malbat ji hev belav bûn

Xada Mihyedîn da zanîn ku çêkirina dîwar li dijî serxwebûna Kurdan e û wiha domand: “Dîwar li dijî berjewendiyên gelê Kurd ê herdu aliyan hat çêkirin, ew naxwazin em jiyana xweş bijîn. Hêzên li ser sînor, gule li kurê cîranê me barandin ew birîndar kirin û heta niha nikare bimeşe. Gelek caran êrîşê herêmên me kirin. Dîwar hat avakirin û deriyên sînorî jî girtin, dilsoziya di navbera herdu bajaran ango herdu aliyên Kurdistanê de wiha hat qutkirin. Hinek keçên ku li Nisêbînê zewicî ne, 15 sal in hê jî malbatên xwe nedîtine.”

‘Ji bo ku em ji Rojava biçin Bakur riya derbasbûna sereke sînorê Başûrê Kurdistanê ye’

Xada Mihyedîn anî ziman ku yê bixwaze ji Rojava biçe Bakur divê di Başûr re derbas bibe û wiha zehmetiyên çûnhatinê û got: “Qamişlo û Nisêbîn berê yek bûn, binxet û serxet bûn lê dîwar çêkirin di ser de têl danîn û li paş dîwar jî xendeq kolane. Ji bo em îro serdana hev bikin, divê em pasporta xwe çêbikin û di sînorên Başûr re derbasî ba hev bibin ku em bi esil ji yek erdê ne û cîranê hev in. Ya/ê bê nasname û belge jî be nikare ne biçe û ne jî biê. Di demek ku di navbera me û Nisêbînê de yek kîlometre tune ye de.”

‘Tirkiye û Sûriye naxwazin Kurd bibin yek lê em xwedî heman doz û axê ne’

Xada Mihyedîn tekez kir ku bi sînor û dîwaran Kurd ji hev nayên veqetandin ji ber ew xwedî yek doz û axê ne û wiha got: “Kurdên çar aliyên Kurdistanê xwedî yek doz û erd in lewre ji hev nayên veqetandin. Navê wê çar aliyên Kurdistanê ye, bi vi gihîştina hev Kurdistan ava dibe. Naxwazin Kurd azad bibin, bi taybetî dewleta Tirk naxwaze Kurd serxwebûna xwe bi dest bixin. Di heman wextê de jî Sûriye, herdu dewlet naxwazin em bibin xwedî statu û bi ser bikevin. Lê tekez rewş wiha namîne, em ê jî bibin xwedî statu, wê mafên me di destûrên welatan de bi cih bibin, di parlamantoyê de cih bigrin û bibin xwedî biryar.”

‘Bila sînorê Rojava û Bakur mîna sînorê di navbera Elmanya û Swîsreyê de be’

Xada Mihyedîn amaje bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir û gavên ku divê bên avêtin wiha anî ziman: “Niha pêvajoya entegrasyonê li Bakur dimeşe, Kurd di destûrê de tên bicihkirin û divê di serî de zimanê Kurdî fermî bibe. Lê ev ne têrker in divê deriyên sînorî vebin û dîwarên di navbera me de bên rakirin. Ji bo têkiliyên me yên civakî careke din bihêz vegerin û bazirganiya herêmî jî xurtir bibe. Divê sînorên vê derê wekî sînorên herdu welatên Ewropayê weke Elmanya û Swîsreyê bibin ku sînorên wan li ser erdê xêzkirî ne û gavek di navbera wan de nîn e.”