Riham Hico: Em ê xwedî li banga Rêber Apo derkevin

Berdevka TAJÊ Riham Hico li ser girîngiya 4’ê Nîsanê, peyama Ocalan a ji bo civaka Êzidî diyar kir ku rojbûna Ocalan naşibe tu rojbûneke din û got ku dê bi ruhê nameyê û 4’ê Nîsanê xwedî li banga Ocalan derkevin.

RONAHÎ ZERDEŞT

Şengal – 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gelê kurd wek vejîna xwe dibînin û penase dikin, li Kurdistanê û her derê cîhanê ji aliyê gelê Kurd û dostên xwe ve bi ruhê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ hat pîrozkirin. Yek ji cîhên ku 4’ê Nîsanê bi şahiyeke hat pîrozkirin jî Şengal bû. Civaka Êzidî jî bi ruhê peyama Ocalan ku ji civaka Êzidî re şandibû, 4’ê Nîsanê pîroz kir.

Têkildarî girîngiya 4’ê Nîsanê, peyama Ocalan a ji civaka Êzidî re şandibû û êrîşa artêşa Îraqê ya li hember şervanên YBŞ’ê, berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico axivî.

Riham Hico di destpêka axaftina xwe de 4’ê Nîsanê rojbûna Ocalan li tevahî însanan pîroz kir û diyar kir ku 4’ê Nîsanê ji bo gelên Rojhilata Navîn mîladeke nû ye. Riham wiha got: "Îro bi fikir û ramanên Rêber Apo jin di serî de hemû civaka rastiya xwe nas kir. Rojbûna Rêber Apo naşibe her rojbûnekê, rojbûna wî bi xwe re guhertinan anî, bi rojbûna wî guhertinek pir mezin hat Rojhilata Navîn. Bi taybetî guhertin di jinê de çêkir, îro jin li ser fikrên Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin, xwe perwerde dikin, ji bo azadiya xwe têdikoşin. Ji ber vê em rojbûna Rêber Apo wek rojbûneke ji rêzê nagirin dest, wek mîlada hemû civakan bi taybetî wek nûbûna jinan digirin dest. Ji bo vê em rojbûna Rêber Apo wek rojbûna xwe dibînin û wisa jî digirin dest.”

‘Rojbûna Rêber Apo rojbûna gelên Rojhilata Navîn e’

Berdevka TAJÊ Riham Hico da zanîn ku Ocalan Rêberek neteweyî ye û îro fikrên wî bandora xwe li ser hemû Rojhilata Navîn kiriye. Riham Hico destnîşan kir ku bi taybetî li ser jinan bandorek mezin ava kiriye û wiha pê de çû: “Di tu ol û baweriyan de mafê jinan sedî sed nehatiye dayîn. Her tim nijadperestî hebû, zayendperestî hebû, olperestî hebû her tim însanên qels û xurt hebûn, wekhevî di nav civakan de tunebû.  Cara yekem e bi Rêber Apo re tovên wekheviyê tên avêtin. Fikrên Rêber Apo girîngî dide her tiştên di nav gerdûnê de cîhê xwe digirin. Ev bingeha fikrên Rêber Apo ava kir ku însan bêhtir bikaribin bi hev re bijîn, bi nasname, ol, bawerî, çand û zimanê xwe. Ji bo vê rojbûna Rêber Apo rojbûna gelên li Rojhilata Navîn e, rojbûna gerdûna ku em tê de dijîn e. Li ser vê esasê em cardin rojbûna Rêber Apo li hemû jinan pîroz dikin.”

‘Nameya Rêber Apo hêz û moralek zêde da me’

Di axaftina xwe de Riham Hico bal kişand ser banga ‘aştî û civaka demokratîk’ û nameya Ocalan ku ji civaka Êzidî re şandiye û ev nirxandin kir: “Rêber Apo ji civaka Êzidî re û hemû Rojhilata Navîn re name şand û banga aştî û civaka demoratîk ji hemû civakan re kir. Di wê bangê de rêya çareseriyê hat nîşandan. Rêbertî banga aştî û civaka demokratîk kir ku her civak bikaribe bi çand û baweriya xwe bijî, wek beriya derketina desthilatdariyan. Banga Rêber Apo li hember hemû aloziyên li Rojhilata Navîn, banga çareseriyê ye. Me jî wek civaka Êzidî bi ruh, moral û girîngiya bangê piştgiriya xwe da banga Rêber Apo û ji bo pêkhatina bangê jî em ê têbikoşin. Bi taybetî wek jinên Êzidî nameya Rêber Apo hêz û moraleke zêde da me. Rêberatî bi taybetî name ji civaka Êzidî re rêkir. Di nameyê de gelek şîroveyên girîng ji bo civaka Êzidî hebûn, bi taybetî watedayîna berxwedana jin û civaka Êzidî hebû. Rêbertî silavên xwe ji me re şandiye û em jî ji çiyayên Şengalê silavên xwe ji Rêberê Gelan re dişînin.”

‘Bi nameyê re civaka Êzidî ket merheleya guhertin û veguhertinê’

Riham Hico îşaret bi naveroka nameya Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku Ocalan di nameya şandî de jî aniye ziman ku dê di her şert û mercê de li pişta civaka Êzidî be û wiha pê de çû: “Rêber Apo dê bi fikir û nêrînên xwe her tim ligel civaka Êzidî be. Ev moraleke pir mezin e û ji hêla manewî ve hêz dide me. Hem silavên Rêbertî hêzeke da me hem jî piştgiriya Rêber Apo ya berxwedaniya ku em didin meşandin, xwedî manewiyateke mezin e. Rêber Apo di her hevdîtinên xwe de civaka Êzidî ji nêrînên xwe bêpar nehiştiye, her tim pêşdîtinên wê ji bo civaka Êzidî hebûye. Lê vê carê bi taybetî hinek xalan Rêber Apo destnîşan kiriye, yek berxwedaniya ku li Şengalê bi pêşengtiya jinan tê meşandin berxwedaneke pîroz e û êdî em ê hîn zêdetir têkoşîna xwe xurtir bikin. Ya duyemîn di nameyê de Rêber Apo pirsgirêka civaka Êzidî bi pirsgirêka Rojhilata Navîn re girêdaye. Ger pirsgirêka Rojhilata Navîn were çareserkirin dê ya Êzidiyan jî were çareserkirin. Yanê di nameyê de pirsgirêka Êzidiyan jî û li hember pirsgirêkan divê Êzidî çi bikin jî aniye ser ziman. Lê lazim e em xebatên ji bo çareseriyê tên meşandin hîn xurtir bikin. Di heman demê de vê demê erkeke dîrokî ketiye ser milê me. Rêbertî di nameyê de jî dibêje lazim e civaka Êzidî pêşengî ji banga aştî û civaka demokratîk re bike. Lazim e em bizanibin pirsgirêka pêkateyên li Rojhilata Navîn dijîn me jî eleqeder dike. Bi nameya Rêber Apo re civaka Êzidî xwe ji merheleya guhertin û veguhertinê re hazir kir.”

‘Bi êrîşan dixwazin pêşiya çareseriyê bigirin’

Riham Hico ragihand ku hêzên naxwazin çareserî bipêş bikeve û îradeya civakan nas nakin, dîsa bi destê dewleta Tirk li herêmên parastinê yên medyayê êrîşên xwe zêde kirine, li rojavayê Kurdistanê êrîşên xwe zêde kirine, di heman demê de bi destê hikûmeta Îraqê êrîşî civaka Êzidî dikin û wiha domand: “Hêzên komploger xwestin dubare li ser banga Rêber Apo bitepisînin, xwestin pêşiya hewldana aştî û çareseriyê bigirin. Êrîşa artêşa Îraqê ku di 18’ê adarê de li hember şervanên YBŞ’ê hat kirin jî di vê çarçoveyê de bû. Di 18’ê adarê de hem nameya Rêber Apo hat ji civaka Êzidî re, hem jî heman rojê li hember şervanên YBŞ’ê êrîşa artêşa Îraqê pêk hat. Bi vê êrîşê re hem xwestin rojevê biguherînin, hem xwestin nîşan bidin Iraq û civak ji çareserî û aştiyê re ne amade ye, ji bo vê ewqas êrîşî civaka Êzidî dikin. Ev êrîş di şexsê civaka Êzidî de li ser hemû pêkateyên Şengalê pêk tê.”

‘Bi ruhê banga Rêber Apo em ê pergala netewa demokratîk xurtir bikin’

Berdevka TAJÊ Riham Hico bi lêv kir ku hêviya Abdullah Ocalan ji gel, ji civakan heye û bi van hevokan axaftina xwe berdewam kir: “Bi wesîleya 4’ê Nîsanê û banga Rêber Apo divê em êdî hinek tiştan bi rêya gel pêk bînin. Divê em li hêviya dewlet û hikûmetan nemînin, em wek civak bi xwe bikin. Divê em tevî hemû astegiyên dewletan jî ji bo pêkanîna tiştên ku Rêber Apo aniye ziman, têbikoşin û bikin meriyetê. Niha civaka ku herî nêzî civaka komûnal e civaka Êzidî ye, ji ber vê divê civaka Êzidî pêşengtî ji birêxistinkirin û tifaqa civakî re bike. Lazim e em bikaribin yekîtiya Êzidî û Ereban çêkin, yekîtiya jinên Êzidî û jinên Ereb çêkin, yekitiya ol û baweriyan çêkin. Li ser vê esasê bi ruhê banga Rêber Apo, bi ruhê peyama ku ji Îmraliyê heta Şengalê hatiye, dê pergala me ya netewa demokratîk hîn xurtir bibe.”