Li Başûrê Kurdisyanê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn

Nûnertiya Koordînasyona Kongra Star ya Başûr û Meclîsa Jinan a PYD’ê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da. Di daxuyaniyê de banga xwe rêxistinkirinê li jinan hate kirin.

Silêmanî – Nûnertiya Koordînasyona Kongra Star ya Başûr û Meclîsa Jinan ya PYD’ê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê da.

Di daxuyaniyê de banga rêxistinbûyînê û li dijî pergala dijminê jinê sekneke hîn mezintir nîşan bidin hate kirin. Herwiha hate gotin ku divê pêvajoyêde weke rêxistinên jin, divê jin bi yekkirina hêza xwe bersîveke herî mezin bidin desthilatdariyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê di çarçoveya çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê de, kom xebat, semîner û civînên gel bên lidarxistin.

Di daxuyaniya ku li Nûnertiya PDY’ê ya Başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyê ku ji aliyê Endama Komîteya Rêveber a Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Mihemed ve hatî xwendin de, ev tişt hatin gotin:

“Em destpêkê xwişkên Mîrabel ku bi têkoşîna xwe ya li dijî desthilatiyê de mîrasa berxwedan û berdêl dayînê ji mere hiştî û bûyî sedem ku ev roj weke roja li dijî tundiyê têkoşîn bê destgirtin, bi rêzdarî bibîrtînin. Di şexsê van têkoşerande ji dîrokê heta roja me ya îro hemû qehreman, têkoşer, fedekar û rênîşanerên me ên hêja Rosa Luksenburg, Sakîne Cansiz, Şîlan Kobanê, Sosin Bîrhat, Yusra, Leman, Aryen Mako, Gulistan, Hêro Bahadînan û bi hezaran têkoşerên ku me navê wan nenivîsîne, bi rêzdarî bibîrtînin û em soz didin ku emê doza wan hîn mezintir bikin.

‘Em têkoşînek bê hempa didin meşandin’

Wek tevgera Kongra Star ji avabûyînê heta niha li ser mîrasa berxwedayîna kesên ji bo azadiyê berdêl dayî em meşiyane û mezin bûne. Em xwedî li ked û berxwedayîna wan derketine. Îro jî li dijî zihniyeta cîhadîst bi hemû hêza xwe ya siyasî, polîtîk, civakî em têkoşîneke bê hempa didin meşandin. Zihniyeta serdest di sedsala 21’an de, di şexsê jinde gelek êriş li ser civakê pêk anî. Li her deverekê Kurdistanê siyaseteke cuda hate meşandin. Îro li Sûriye jî bi rejîma ku anîne ser hukum ve siyaseteke rasterast ku jinê hedef digire û jinê bê îrade bihêle tê meşandin. Em viya şênber jî di qanûnên ku tên derxistin ên li dijî îradeya jin, di siyasetê di qadên jiyanê yên din de rênedayîna jin, heta derketina jin a derve, cil û berg de zextên ku li ser tên de dibînin. Di Suriyeyê îro zihniyeteke wisa tê meşandin ku çaxa navîn jî derbaz kiriye. Ji aliyekêve pergala me a rêveberiya xweser bi hemû hêza xweve û bi têkoşîneke mezin ve dixwaze jinê bi îrade bike, ji bo wê jî hewldan dike, ji milê din ve pergaleke ku ji hêla cîhadîstan ve tê meşandin ji bo ku jinê hîn zêdetir têxe bin erdê, ji civakbûyînê qut bike hewldan dike. Em jî dizanin ku erka me di virde pir mezine û rola ku me dayî ser milê xwe pir girane. Desthilatiyê teybet van salên dawîde zêdetir li ser olperestî û zayendperestiyê kar kir. Teybet jî ji bo ku zayendperestiyê kûrtir bike ev beşên îslama radîkal xwedî rol kirin. Li Efganistanê Talîban, li Sûriye HTŞ ji ber wê yêkê bicih kirin û rê dane. Îro di şexsê van tevgeran de îradeya jin heta dawiyê tê şikandin, bê nasname, bê îrade tên hiştin. Bizanebûn tên tirsandin da ku jin ji malê xwe dernekevin. Eger jin xwedî rêxistin nebe neçar dimîne ku li beramberê qanûnên wan ên hovane serî bitewîne.

‘Bêdengî şermek mezin e’

Di şexsê jinên Suweyda, jinên li peravê me dît ku jina ku ne rêxistinkirî be rûbirûyê çi pêkanînan tê. Wek jin pêwîste em viya baş bizanibin ku tu dewlet piştgiriya azadiya jinan nake. Tu dewlet jî naxwaze jin xwedî îrade be. Ev di mînaka van deran de eşkere hate dîtin. Teybet îsal jinên li Suweydayê, li peravê hatîn qetilkirin û yên ku hatî revandin di bajarande hatin firotin cihê şermeke mezin e. Ev şerma hemû cîhanê, hemû mirovahiyêye. Tenê ji bo van jinan nabe jî pêwîste jinên ku van kiryaran qebûl nake, jê acize pêwîste deng derxe. Bêdengî jî şermeke mezin e. Di çalakiyan de hêza xwe kirina yek wê encamên berbiçav jî derxe holê.

Başûrê Kurdistanê jî xwedî mîraseke berxwedanêye. Em ji Leyla Qasiman bigirin heta Viyan Soranan, Hêro Bahadînan di têkoşîna azadiya jin de gelek berdêl hatiye dayîn. Li hemberê vê berxwedayîna jin li pergala dewleta Iraqê de jî xeteriyên mezin ji bo jin hene. Teybet van salên dawîde qanûnên li dijî jinê ên bin navê yasaya rewşa kesî ku derdikevin, dide nîşandan ku îradeya jinê bi rêya qanûnan jî dixwazin bişkênin, zayendperestiyê mayînde û rewa bikin. Dîsa di yasayên Iraqêde kûrkirina zewaca temenê biçûk û pirjiniyê heye. Li hemberê van pêkanînan em dizanin ku jin tu carê bêdeng namîne. Ji ber ku jinên li vê heremê xwedî mîrateyeke berxwedanê a kevnar in.

‘Divê jin xwe di her alî de rêxistin bike’

Em di wê baweriyêdene ku ji vir şûnde jî wê rêxistinbûyîna xwe xurttir bikin û li dijî pergala dijminê jinê wê sekneke hîn mezintir nîşan bidin. Teybet di vê pêvajoyêde weke rêxistinên jin hêza xwe kirina yek bersiveke herî mezine ji desthilatiyêre. Em jî dibêjin ku bi wesîleya vê rojê em weke rêxistinên jinan hêza xwe bikin yek û li dijî pergala zayendperest sekneke bi encam nîşan bidin. Li hember van kiryaran em wek jinên Kurd bizanibin ku yêkitiya me wê çareseriya esasî bi xwere bîne. Ji ber wê jî ji cihaneke demokratîk em yêkitiya jinên Kurd ava bikin.

Li ser wê esasê em dîsa we ji dil û can silav dikin û di berxwedan û têkoşîna we de serkeftinê dixwazin.”