Rêxistinên jinan ji bo avakirina ‘Komîsyona têkoşîna bi cudakariyê’ re têdikoşin

Rêxistinên jinan li Misirê 10 sal in di serî de li ser penaber û jinan, li dijî cudakariya ku li ser hemû beşên civakê bandorên neyînî çêdike, xebatên xwe ji bo avakirina ‘Komîsyona têkoşîna bi cudakariyê’ re didomînin.

ESMA FATHÎ

Qahîre – Li Misirê ji bo têkoşîna bi cudakariyê re komîsyona ku di sala 2014’an de di makezagona de jî hatibû diyarkirin were avakirin; jin û saziyên civaka sivîl xebatên xwe zêdetir kirin. Rêxistinên jinan ên ji bo komîsyonê diyaloga civakî plan kirine, 10 sal in bi çalakiyên ku li dar dixin dê bi bernameyên xwe bigihîjînin asteke din.

Di rojên dawî de gelek sazî û kes, ji bo ferzkirina avakirina komîsyonê, bi armanca şiyariyê dest bi hewldanek kirin.

Têkildarî mijarê dîrektora Bernameya Têkoşîna bi Cudakariyê re ya Weqfa Jinan Lamia Lutfî bersiva pirsên me da.

*Hûn dikarin der barê plana xwe ya ji bo avakirina Komîsyona Têkoşîna bi Cudakariyê re agahiyan bidin me?

Weke weqfa jinan, ji bo mewzûata têkoşîna bi cudakariyê re çêbibe em têkildar dibin. Demek dirêj e, ji bo avakirina komîsyona ku di makezagonê de hatiye diyarkirin ava bibe em dixebitin. 10 sal in em ji bo vê têkoşîna hevpar didomînin.

Piştî diyaloga neteweyî, sedem çi dibe bila bibe, ji bo ku em pêşî li cudakariyê bigrin, em li ser mekanîzmayan sekinîn û me anîn rojeva xwe. Vê yekê jî me ber bi çalakiyên kolektîf ve bir.

*Hewldana we ya hevpar heta niha xebatên çawa kir?

Destpêkê li ser mafên ku bi avakirina Komîsyona Têkoşîna bi Cudakariyê re werin girtin, têkildarî mafên makezagonî maseya nîqaşan hat avakirin û di wan civînan de têkildarî vê fikar û mijara serxwebûnê û sererastkirina zagonê nîqaş hatin kirin.

Di civîna yekem de ji bo teşwîqkirina avakirina komîsyonê û bi armanca ferzkirinê, komek ku ji hevkaran pêk dihat li ser xebara demdirêj fikrên xwe gotin. Li gorî vê Weqfa Jinan a Nû, Pirsgirêkên Jinên Misirê, Misiriyên ku Sînornenas, Hewldana Jinan Salem, Jinên Super û ji saziyên din gelek kes hatin ba hev.

Piştî vê konferansek bi hevkariya Weqfa Misiriyên Sînornenas û Navenda Medyaya Îbrahîmiya û gelek kesên din hat lidarxistin. Endamên saziyên sivîl, gelek parlamenter, oldar û kesên ku di pêjoyên biryargirtinê de hene, li ser riyên biryargirtine li ser projeyê pêşniyarên xwe kirin.

Dûre ji bo komîsyonê bi armanca ku ji pêşnûmeya zagonî ji nû ve were nivîsandin, komxebatek hat lidarxistin lewre ji ber ku hinek pêşnûmeyên zagona heyî, di sala 2014'an de hatibûn nivîsandin, di rastiyê de ji ber ku kevin bûn êdî nedibûn. Vê rewşê, bû sedem ku kom li ser hemû belgeyan nîqaş bike û li ser bendên ku hatine amadekirin nîqaş bike were ba hev. Ev yek jî mirov dikare bi amadekirina pêşnûmeya zagoneke fiîlî pênase bike.

*Ji bo demên pêş planên we yên xebatê çi ne?

Armanca me ew e ku em şiyariya welatiyan di warê têkoşîna bi cudakariyêr e zêde bikin lewre kesên ku di ferqa vê cudakariya nava civakê de nîn in û binpêkirina makezagonî ya bi salan e tê kirin nabînin hene.

Di demên li pêş me de, bi semînerên ku em ê li dar bixin, ji raya giştî re li dar bixin, ligel nivîsên ku ji koma xebatê werin dê mijara diyaloga civakî jî were nirxandin. Ev yek jî mijareke girîng e.

Di vê hevdîtinê de pêşnûme zagonên ku di vê demê e werin çêkirin, kurtefîlm û dokumanter an jî ji bo fîlmên bi pergala anîmasyona lezgîn, bi qasî beşeke taybet û hevkaran, gelek materyalên agahiyên hêsan ku bi qasî hevkaran cur be cur e cih digrin.

Em ji bo beşdariya mitînga tekoşîna bi cudakariyê re û ji bo ku koma ku plana demdirêj a çalakiyê derxe holê ragihînin, dixebitin.

*Bandora cudakariyê li ser civakê çi ye? Komîsyona ku were avakirin dê ji bo kêmkirina vê xwedî roleke çawa be?

Cudakariya ku li tevahiya herêmê zêde ye, tenê bi Misirê re bi sînor nîn e û mixabin li nava welat li dijî penaberan, gotinên nefretê jî di nav de gelek awayên din hene. Li dijî ol û neteweyan cudakarî heye. Yek ji encamên vê yekê şîdeta li dijî jinan e û em dikarin bibêjin ev dema ku jinek reşik û Xirîstiyan be tê kirin.