Îsrail êriş bir ser dibîstana ku sivîl lê diman

Di êrişa Îsrailê ya li ser dibîstana El-Cauni ku li herêma Nusayrat ku li nevenda ya Zîvala Xezayê de cih digre de 16 Xezayî jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirûstiyê li Xezayê, di daxuyaniya xwe ya 6’ê Tirmehê de ragihand ku balefirên şer yên Îsrailê, dibîstana El-Cauni ku li herêma Nusayrat ku li nevenda Zîvala Xezayê de cih digre de bombebaran kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di êrişê de 16 hemwelatî hatine qetilkirin, 50 kes jî birîndar bûne. Cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne rakirine nexweşxaneya Şehîdên Aksayê.

Îsrail dibîstana Cauni ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha 3 caran hedef girt.

Li herêma Cibaliya sivîl bûn hedef

Li gor nûçeya ku di ajansa fermi ya Filistinê WAFA’yê de cih digre, hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsrailê li herêma Cibaliya ya bakûrê Zîvala Xezayê sivîlan hedef girtine; di êrişê de kesekê jiyana xwe ji dest daye û hejmarek zêde jî birîndar bûne.

Di êrişa Îsrailê ya li derdora bajarê El-Abrar Camî ya Xezayê Filistîniyekê jiyana xwe ji dest da. Li bajarê Refah ya başûrê Xezayê jî cenazeyê 2 jê jin û 7 kesan hatiye dîtin. 

Di êrişa Îsrailê ya ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê didome de herî kêm 15 hezar 694 zarok, 10 hezar û 279 jin di nav de 38 hezar û 98 Filistînî jiyana xwe ji dest dan, 87 hezar û 705 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku hê di bin kavilan de û li kêleka riyan cenaze hene, saziyên perwerde û nexweşxaneyên ku gel xwe sipartinê tên hedefgirtin û bînesaziyên sivîlan tên texrîb kirin.