Daneyên tundiya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 37 jin û 10 zarok hatin qetilkirin

Li gorî daneyên tundiya li dijî jinan ku ajansa JINNEWS ber hev kiriye; di meha Hezîranê de 37 jin û 10 zarok hatin qetilkirin û 7 jin û 2 zarokan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê tundiya li dijî jinan her diçe zêde dibe. Daneyên tundiya jinan ku rastî tê her çendî ji aliyê desthilatdarî û darazê ve weke ‘Munferît’ werin nîşadan jî her roj herî kêm du jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Jin hewl didin di çembera li hemberî hişmendiya mêr, desthilatdarî û darazê de parastina jiyana xwe bikin. 

Li gorî daneyên ku ajansa JINNEWS’ê berhev kirine; di meha Hezîranê de 37 jin û 10 zarok hatin qetilkirin û 7 jin û 2 zarokan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Li Enqereyê 5, li Mêrsînê 2, li Rihayê 1, li Konyayê 2, li Edeneyê 4, li Colemêrgê 1, li Rîzeyê 1, li Mêrdînê 2, li Eskîşehîrê 3, li Îzmîrê 4, li Amedê 1, li Kayseriyê 1, li Denizliye 1, li Nîgdeyê 1, li Xarpetê 1, li Dîlokê 2, li Aydinê 1, li Kirikkaleyê 1, li  Antalyayê 1, li Stenbolê 1 û li Têkirdagê jî jinek hat qetilkirin.

Faîl kesên herî nêz in

6 jin ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicîbûn ve, 5 jin ji aliyê mêrên li ber hevberdanê bûn, 3 jin ji aliyê mêrê ku dest ji wan berdabûn ve, 3 jin ji aliyê nasên xwe ve, 5 jin ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve, jinek ji aliyê zavayê xwe ve, 2 jin ji aliyê bavê xwe ve, jinek ji aliyê xizmê xwe ve û jinek jî ji aliyê mêrê ku li gel bû ve hat qetilkirin.