“Rêxistinbûna rojnamegeriya Kurd a gendeliya qeyûman eşkere dikin tê hedef girtin”
Rêxistinên rojnamegeran ya der barê binçavkirina 21 rojnamegeran de ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku zextên li ser çapemeniya Kurd dewam dikin û bal kişandin ser girîngiya piştgiriyê.
ELÎF AKGUL
Stenbol- Rojnameger ji sibeha 8’ê Hezîranê re bi nûçeya serdegirtina rojnamegerên Kurd hişyar bûn. Di tevahiya rojê de xebatkarên JINNEWS'ê jî di nav de 21 rojnameger hatin binçavkirin. Rêxistinên rojnamegeriyê bertek nîşanî van êrîş ên zextên yên herî dawî ya li ser rojnamegerên Kurd tên kirin, dan.
Di çarçoveya lêpirsîna ku li Amedê hat kirin de danê sibehê avêtin ser avahiya JINNEWS'ê û gelek malên rojnamegeran.
Navê rojnamegerên ku di serdegirtinê de hatin binçavkirin ev in:
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Êlîf Ongûr, Remziya Temel, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahim Koyuncu, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Mehmet Yalçin, Feynaz Koçuk, Mehmet Ali Ertaş Lezgîn Akdenîz û Kadir Bayram.
Di heman demê de ji bo dosyaya rojnamegerên hatine binçavkirin biryara bisînorkirinê hate dayîn. Parêzeran biryara dadgehê xwestin lê belê bi hinceta ku “lêgerîn û binçavkirin berdewam in” hate redkirin.
Di nava rojê de yek ji geşedanên herî balkêş jî daxuyaniya Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu bû. Sedema binçavkirina wê lêpirsîna ku ji ber gava Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Nûçeyan Dîcleyê (DÎHA) bûye pere ji nûçegihanên DÎHA'yê yên girtî Ziya Ataman û Nedîm Turfent re şandiye, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Wanê ve bi îdiaya "di warê aborî de alîkariya rêxistinê" de bû. Dîcle Muftuoglu piştî 4 rojên binçavkirinê hatibû berdan. Dema Dîcle Muftuoglu di binçavan de bû, hevserokê din ê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan bertek nîşanî binçavkirinê dabû û xwestibû hêvpîşeyê wî bê berdan.
Tenê 5 roj şûnde vê carê jî Dîcle Muftuoglû ji bo Altan bi heman daxwaza daxuyanî da:
“Di nava sûcdariyên hevpîşeyên me de bername û şîroveyên televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê weke hincet tên nîşandan. Wek ji hincet jî tê fêmkirin nûçe û weşanên hevalên me yên rojnameger çêdikin ji raya giştî re vekirî tên kirin. Lêbelê, têgihiştinek wekî ku ew xebatên bi veşartî dikin tê afirandin. Divê were zanîn ku ev hemû îdîayên der barê hevalên me yên rojnameger de derew in. Em bi bîr dixin ku dema rojnamegerek pîşeya dike, ew ne ji polîtîkaya weşane ya saziya lê dixebite, nuçeyên ku çêike berpirsyar bê ditîn û dubare dikin ku emê li hemberî polîtîkayên zext, tundî û şer serî natewînim.”
Ev êrîşan xeleka dawî ya zextên li ser rojnamegeran, bi taybetî jî li ser çapemeniya Kurd bû. Rêxistinên rojnamegeran êrîşan ji ajansa me re nirxandin.
“Li dijî rojnamevanên ku gendeliya kayûman eşkere dikin re zext tê kirin”
Sekretera Giştî ya Sendîkaya Çapemeniya Kar DÎSK'ê Ozge Yurttaş a ji ajansa me re axivî, dest nîşan kir ev êrîş tên kirin “bi dehan sal in” didomîn û diyar kir ku her konsepteke nû ya ku di qada siyasî de hatiye avakirin, ji bo çapemenî, parêzer, rêxistinên girseyî û beşên cuda pêvajoyên operasyonê bi xwe re anî û tîne. Ozge Yurttaş da zanîn ku binçavkirina rojnamegerên ku li herêmê gendeliya kayûman radixe ber çavan û mîrasgirên kevneşopiya çapemeniya azad in, bê guman êrîşek li dijî mafê raya giştî ya gihandina agahî û azadiya çapemeniyê ye jî.
Ozge Yurttaş di dawi axaftina xwe de diyar kir ku ev êrîşên tên kirin di tu rewşê de nayê qebûlkirin û wiha got: “Em dixwazin hevpîşêyên me di zûtirîn dem de bên berdan. Em dizanin ku ev dê ne ya dawî be, ji ber vê yekê ez careke din bi bîr tînim ku hevgirtin hêz û çareseriya me ya herî mezin e.”
“Darizandinan qutifandina rojnamegeran armanc dike”
Koordînatora Koalîsyona Jinan di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) Ceren Kaynak Îskîrt jî ji ajansa me re axivî, destnîşan kir ku “Tirkiye demeke dirêj e yek ji wan welatan e ku me herî zêde tacîz, tundî û binpêkirina mafan li dijî rojnamegerên jin tomar kiriye.”
Ceren Kaynak Îskit, diyar kir ku di destpêka van dozan de çewisandina hiqûqî, binçavkirin û serdegirtina malan cih digirin û bi bîr xist ku Dîcle Muftuoglu hefteya borî hat binçavkirin:
“Hefteya borî di 3'ê Hezîranê de li mala Rojnameger Dîcle Muftuoglu ya li Amedê serdegirtin pêkhatbû, li Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgeha Amedê ya ji bo îfadeyê dayîne çû bû, hatibû binçavkirin. Rojnameger bi hinceta şandina pereyan ji hevpîşeyên xwe yên girtî re dihat sûcdarkirin. Dema ku ev rewşa xwe nû bû dipareze, em îro bi nêçîra rojnamegeran a pir giran re rû bi rû ne.”
Ceren Kaynak Îskîrt da zanîn ew weke Koalîsyona Jinan di Rojnamegeriyê de zextên li ser rojnamegeran her ku diçe xeternak dişopînin û dest nîşan kir Tirkiye ji destpêka îsal ve welatê ku herî zêde jinên rojnameger lê rastî tehdîdên qanûnî hatine bû. Ceren Kaynak Îskîrt diyar kir ku 8 rojnamegerên jin hatine binçavkirin û wiha got: “ Em 49 dosyayên cuda yên der barê rojnamegerên jin de dişopînin. Hin ji van dozên berdewam in û herî kêm 10 ji van dozan yên ku îsal hatine vekirin in. Darizandinên bi vî rengî li dijî rojnamegeran ji bo qutifandina wan tên kirin. Nayê qebûlkirin ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi awayekî keyfî bên binçavkirin, bi sûcên giran bên darizandin û bi vî rengî bê çavtirsandin. Weke CFWIJ, em daxwaz dikin ku demildest dawî li van polîtîkayên tirsandinê yên li dijî xebatkarên medyayê bên.”
“Rêxistinbûna rojnamevanên Kurd tê hedefgirtin”
Seroka Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê ya Şaxa Stenbolê û Seroka Komîsyona Jin û LGBTÎ ya TGS'ê Banû Tûna jî, got ku “çapemeniya Kurd her tim di bin dorpêçê de bû, hîn jî di bin dorpêçê de ye" û ev hişyarî da, "lê vê carê rêxistinbûna rojnamevanên Kurd jî tê hedefgirtin."
Banû Tûna jî bi bîr xist ku Dîcle Muftuoglu û Serdar Altan weke hevserokên saziyek rojnamegeriya pîşeyî li pey hev hatin binçavkirin û wiha got: “Min got çapemeniya Kurd her tim di bin dorpêçê de ye, lê dorpêç ji bo me hemûyan teng dibe. Gelekî girîng e ku mirov xwe bi gotina çarenûsa rojnamegerên Kurd ev e, ne bixapîne û kor nebe. Ez xwe nebawer im nûçeyên binçavkirinan îro çiqasî rojavayê welat hejand.”
Banû Tûna diyar kir ku serdegirtin û binçavkirinên li ser Amadekariyên Qanûna Dezenformasyonê û Komeleya Şopandina Koçberan, dosyaya girtina KCDP’ê, li Amedê binçavkirina 20 rojnamegerên, divê ev hemû bi hev re bên hizirandin û dest nîşan kir ku ev êrişên tên hemû hewldanên ku civaka sivîl, beşên muxalefetê û yên ku îtîraz dikin kirina bin zept û rebtê ye. Gengaz e ku em ber bi hilbijartinê ve diçin zext zêdetir bibin. Divê tu kes çavên xwe li tiştên ku tên serê yên din negire.