Rêxistina Sara bernameya çalakiyên 25`ê Mijdarê eşkere kir
Bi nêzîkbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê re ku dikeve 25`ê Mijdarê, Rêxistina Sara di bin dirûşma “Jin jiyan azadî “bernameya çalakiyên xwe eşkere kir. Çalakî îro dest pê dikin û dê heta 10`ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan bidomin.
Hesekê – Bi boneya nêzîkbûna 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiyê hemleyek da destpêkirin. Hemle ji 17`ê Cotmehê dest pê kir û dê heta 10`ê Kanûnê berdewam bike. Îro Rêxistina Sara ya kantona Hesekê bi daxuyaniyek bernameya hemleyê eşkere kir. Daxuyanî li ber navenda Sara ya taxa Merşo ya bajarê Hesekê ji aliyê Endama Rêveberiya Rêxistina Sara Fereh Mihemed Bisês ve hat xwendin.
Fereh Mihemed Bisês têkildarî bernameya hemleyê wiha anî ziman: “Hemleya me ji 17’ê Cotmehê dest pê kir û dê di roja mafên mirovan de bi dawî bibe. Armanca me ew e ku em hişmendiya baviksalarî bidin guhertin û hişmendiyek wekhev û azad di nava civakê de belav bikin da ku rê li ber hemû pirsgirêkan were girtin. Bernameya hemleyê jî dê dirûşmên li dijî tundiya li ser jinan bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî, Ermenî û Îngilîzî bi pankert bên daliqandin. Her wiha dê belavok bên belavkirin, semînerên li ser “rengên tundiyê, zewicandina zarokan, pirzewaciyê” bên dayîn, anket bên çêkirin û bi hevkariya Komeleya Şawişka û tora Fermandarên Aştiyê dê serdana gundê Jinwar bê kirin.
“Armanca me avakirina civakeke demokratîk a bê tundî ye”
Fereh Mihemed Bisês destnîşan kir ku armanca wan bi vê hemleyê hişyarkirin û pêşxistina jinan, bidawîkirina tundiyê û avakirina civakeke demokratîk a bê tundî ye û wiha anî ziman: “Cureyên şîdetê pir in, bi gelek rê û rêbazan jinan dikin hedef da ku civakê bikin kole. Bi taybetî di bin navê namûs, ol û hwd. de. Pêwîst e her kes şiyar be û jin xwe bi pêş bixin da ku em bikaribin civakek pêşketî ava bikin. Di nava vê salê de rêjeya şîdeta li dijî jinan zêde bûye, ew jî ji ber ku jin di vê şoreşê de pêşengî kiine yer. Ji bo ku em bikaribin li ber van pirsgirêkan bisekinin me pêwîstî dît em dest bi hemleyek bi vî rengî bikin da ku civaka xwe ji nezanî û koletiyê xelas bikin. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku li dijî cureyên tundiyê bi erkên xwe rabin. Em polîtîkaya destdirêjî û kiryarên ku li dijî jinan tê meşandin li dijî exalqê civakê û nirxê civakê dibînin, ji bo wê em van siyasetan bi tundî şermezar dikin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan azadî “ bi dawî bû.