Rêxistina Kongra Star a Şehbayê bi meşekê êrîş şermezar kir
Bi armanca şermezarkirina êrîşên ser herêmên Başûrê Kurdistanê Rêxistina Kongra Star ya herêma Efrînê meşek girseyî li dar xist.
Şehba- Rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê bi armanca şermezarkirina êrîşên ser herêmên Başûrê Kurdistanê û îxaneta PDK’ê meşiya. Meşê ji navçeya Ehdas ya girêdayî kantona Şehba bi dirûşmeya “Berxwedaniya gel û gerila wê xiyaneta PDK’ê tê bibe“ li dar xist. Di meşê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser her wiha şêniyên Efrîn û Şehbayê amade bûn. Meş ji destpêka navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê bi berizkirina dirûşmeyên “Bimre îxanet”,”Bijî berxwedana gerilayê” û “Şehîd namirin” heya baxçeyê navçeyê dom kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Meclîsa jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê Wehîde Xelîl axivî.
Wehîde Xelîl têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser axa Başûrê Kurdistanê dewam dike nirxandinên giring kir û got: “Tu hêz û tu dewlet nikare vîna me gelê kurd ê ku bi felsefeya Rêber Apo hatine perwedekirin têk bibe. Em tu carî îxaneta PDK’ê qebûl nakin. Ji destpêka derketina vê şoreşê heya vê kêliyê êrîş bi destekdayîna îxanetê dewam dike. Kesateyên weke malbata Berezanî pêwîste mirov jêre nebêje tu Kurdî, eger Kurd ba bi dagirkeriyek weke dewleta tirk re nedibû hevkar. Pirojeya netewa demokratîk hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne û tu kes nikare vê yekê beruvajî bike. Her dewletek li gor berjewendiyên xwe nêzî kurdan û aloziya Sûriyê dibin, pêwîstiya me bi xwerêxistin û bilindkirina têkoşînê heye.”
Meş bi dirûşmeyên “Bimire îxanet”,”Na ji îxaneta PDK’ê re” û “Bijî berxwedana gerilayên YJA Star ê” bi dawî bû.