Dagirkeriya dewleta tirk li Sehba û Hesekê hat şermezarkirin
Jinên Ciwan ên mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê tekirin bi daxuyaniyek şermezar kirin. Bi heman armancê li Ehreza Şehbayê jî meclisa kantona Şehbayê meşek li dar xist.
Şehba/Hesekê - Êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker û PDK`ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel nerazîbûna xwe nîşan da. Îro jinên ciwan ên Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê êrîşan şermezar kirin. Daxuyanî li ber Mala Êzidiyan a Gundê Berzan ê Bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Endama Jinên Ciwan a mala Êzidiyan Hêvî Doxan ve hat dayîn.
“Bi dehan caran bi hişmendiya Osmaniyan êrîşê Şengalê kirin”
Hêvî Doxan têkildarî êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk a faşîst ji hewayî û bejahî ve êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike û di heman demê de ji bo tirsandina gelê Kurd û bêhêvîxistina jinan û ciwanên Kurd li ser Til Temir, Dirbêsiyê û Qamişloyê bi keşf û hawanan êrîş dike. Girêdayî wan bûyeran jî li ser Şengalê êrîş tên kirin. Bi salan e bi taybetî li Şengalê bi hişmendiya Osmaniyan bi dehan caran fermanan pêk anîne lê berxwedana gelê Êzidî hemû hewldanên dijminên qirker û dagirker vala derxistin. Ên ku di 2014’an de bi egîdî şer kirin diyar in û her wiha yên ku xiyanet jî kirin diyar bûn. Carek din ev konsepta ku li ser gelê Kurd û Kurdistanê tê meşandin, bi hevkariya xeta xiyanetê PDK’ê dewleta tirk çêdibe.”
Hêvî Doxan têkldarî xeta xiyanetê ev tişt anî ziman: “Ev êrîş ne êrîşên ji rêzê ne, ev êrîş bi hişmendiya Osmanî li ser esasê dagirkirina tevahiya Kurdistanê pêk tên, bi van êrîşan dixwazin di serî de gelê Şengalê û bi giştî gelê Kurd bê îrde bikin. Destkeftiyên Şengalê, destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û Şoreşa Rojava bi ked û xwîna şehîdan ava bûne, çi dibe bila bibe em dest ji destkeftiyên gelê xwe bernadin bi teybetî nirxên ku bi fikir û felsefeya Ocalan hatine afirandin. Em bang dikin ku hemû gel û jinên ciwan ên xwedî rûmet, li hemberî îxanetê bêdeng nemînin. Em hemû jin û ciwanên welatparêz ên Kurdistanê bi helwesteke xurt bersiv bidin dagirkeran.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Şengalê, na ji îxanetê re” bi dawî bû.
Şehba
Meclisa kantona Şehbayê li dijî êrîşên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û îxaneta PDK'ê bi dirûşma "Hevkariya PDK'ê bi dewleta tirk re îxanet e" li navenda Ehrezê ya girêdayî kantona Şehbayê meşek li dar xist. Di meşê de hemû sazî û şêniyên kantona Şehbayê amade bûn. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsa “Kuştin ji Erdogan re” û “Na ji dewleta tirk re, erê ji berxwedaniya gerîla re” hildan. Meşê ji destpêka navçeya Ehrezê bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bê Serok jiyan nabe” heya baxçeyê navçeyê domiya. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona şehbayê Ronahî Hesen axivî.
“Êdî PDK bi awayê vekirî bi dijmin re êrîş dike”
Ronahî Hesen têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser axa Başûrê Kurdistanê berdewam dikin nirxandin kir û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker bi salan e êrîşên xwe li ser axa Başûrê Kurdistanê berdewam dike. PDK êdî bi dijimin re bi awayekî zelal êrîşên xwe li dijî me dide destpêkirin û rê ji bo dagirkeriyê hêsan dike. Li hemberî hemû êrîşan gerîla berxwedanî û têkoşînek mezin raber dikin. Yan jiyana bi rûmet yan jî mirin."
Meş bi dirûşmeyên “Bimire îxaneta”û”Bijî berxwedaniya gerîlayê” bi daw bû.