Rêxistina Efû ya Navdewletî: Îran Narges Mohammadî ji dermanên wê bêpar dihêle
Rêxistina Efû ya Navdewletî Îranê bi wê yekê tometbar dike ku çalakvana girtî Narges Mohammadî ji dermanên wê bêpar dihêle.
Navenda Nûçeyan - Rêxistina Efû ya Navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand, desthilata Îranê çalakvana mafên mirovan Narges Mohammadî ku li girtîgeha Qerçekê ya Tehranê girtî ye, ji dermanên wê yên pêwîst bêpar dihêle.
Di 26'ê Hezîranê de hevjînê Narges Mohammadî Taghî Rahmanî li ser rûpela xwe ya tora medyaya dîjîtal ragihand ku di 24'ê heman mehê de Narges Mohammadî ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin û piştî muayeneya tibî dubare ji bo girtîgehê hatiye vegerandin û emniyeta girtîgehê dermanên wê radestê wê nekir.
Li gorî ku rêxistinê eşkere kir ku Narges Mohammadî bi deh sal û heşt meh zîndan hatiye mehkûmkirin.
Narges Mohammadî çalakvana herî binavûdeng a mafên mirovan a Îranê ye, ku bi çalakbûna xwe ya li dijî cezayê îdamê li Îranê û tundiya li dijî jinanû bi lêgerîna edaletê ji bo kesên ku di xwepêşandanên Mijdara 2019'an de hatin kuştin, tê naskirin.