“Rewşa tenduristiya zaroka 7 salî ya li Iraqê destdirêjî lê hat kirin nebaşe”
Di vê mehê de hemû zarok ji bo pêşwazîkirina sala nû xwe amade dikin da ku pîrozbahiyê dikin, rewşa zaroka 7 salî (H) ji deriyê mala xweya li herêma El-Huseyiniya ya Bakurê Bexdayê hate reviandin û destdirêjî lê hate kirin paşê jî avêtin kolanê di navbera jiyan û mirinê de ne.

XUFRAN EL-RADÎ
Bexda - bûyerên tundiya li dijî jinan li her derê hene û li beramberî van bûyeran gelek çalakî hatin kirin û kampanya hatin despêkirin. Heya niha jî gelek çalkvan û komeleyên mafê jinan têdikoşin. Li Îraqê jî bûyerên tundî û tecawîzê zêde bûne, hêzên ewlekariyê yên rojane bi van bûyeran re tên ru hev diyar kirin ku mehane li herî kêm Îraqê pênc bûyerên tecawîzê ru didin. Di rojên derbasbûyî de jî li herêma El-Huseyiniya ya Bakurê Bexdayê zarokek keç a 7 salî (H) ji ber deriyê mala xwe hate revandin û rastî tecawizê hatê. Ji bo hînbûna hûrgiliyên vê bûyerê ajansa me ji çavkaniyek ewlehiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike agahî girt. Çavkaniyê got:"Lêkolînên destpêkê nîşan dide ku cîranê wan ê girêdayî Wezareta Hundurîn tewanbare, ku pîlana vî sucî kiriye û piştî ku keç revandiye, ew tecawiz kir û avête kolanê."
Ji bo parastina zarokan bang piştgiriyê
Doza zaroka 7 salî (H) ku raztî revandin û tecawizê hat wê veşartî bimaya, bi taybet ji ber ku malbata wê di nav şeqê de mabûn û li nexweşxaneyê rewşa keça xwe dişopandin, lê ev doz bi rêka mamê zarokê gihişte çalakvana femînîst Sara Casim Mihemed ku hûrgiliyên dozê li ser malperên tora civakê belavkir û ji her kesî xwest ku piştgiriya malbat û zarokan bikin da ku zaroktiyê ji binpêkirinê biparêzin.
"Zaroka 7 salî ji ber tecawizê bi mirinê re şer dike"
Çalakvana famînîst Sara Mihemed girêdayî mijarê ji ajansa me re wiha got: "Çend roj mane emê sala 2021'an bidawî bikin, her diçe em rastî jimareke hovane ya binpêkirinên mafên zarokan, destavêtin û kuştina zarokan tên. Di vê salê de mehek derbas nebû bêyî ku 5 bûyerên tecawiz û kuştina zaroka çênebin."
Derbarê doza keça 7 salî ku li nexweşxaneya Bexdayê tê dermankirin çalakvan Sara wiha dibêje: "Rewşa zarokê pir zehmete û bi mirinê re têkoşîn dike. Tiştê ku diqewime dibe ku bêcezabûna tawanbaran nîşan dide, ev yek metirsîdar e û dihêle ku em hîs bikin em di daristanê de dijîn." Her wiha çalakvan Sara tekez kir ku pêwîstiya zêdekirina hewlên civakê ji bo piştevaniya zaroka 7 salî û malbata wê ya daxwaza cezakirina sûcdar û eşkerekirina wî li pêş dadweriyê kir û daxwaza derxistina qanûnekê ji bo parastina zarokên Iraqê kir.
"Dema min zaroka 7 salî di wê rewşê de dît li ser rewşa zarokên xwe tirsiyam"
Şahida bûyerê ya nexwest navê wê were eşkerekirin (H.N) ku ew li nexweşxaneyê hazir bû di dma ku zarok giha nexweşxanê jî wiha got: "Dema ku zarok giha nexweşxanê di rewşek pir xirab û zehmet de bû. Li ser milê dayika xwe bû û çarçefek li ser canê wê bû, di nava xwînê de mabû û ji ber êşê her diqîriya, vê bûyera ku min biçavên xwe dît tirsek di hundirê min de çêkir. Ez difikirîm ku zû vegerim malê da ku zarokên xwe kontrol bikim û rewşa wan meyze bikin."
Hate ragihandin ku piştî lêkolîn û hewlên mezin sûcdar 26'ê Kanûnê hate girtin.