Rewşa girtiya siyasî Aîda Nejaflu nebaş e
Parêzer Saide Huseynzade, ragihand ku girtiya siyasî Aîda Nejaflu ya nû derbasî Xiristiyanî bûye, bi xeteriya qutkirina mejîpiştre rû bi rû ye û bang kir ku divê ew girtiya siyasî bi awayekî tibî bê derman kirin.
Navenda Nûçeyan – Parêzer Saide Huseynzade, di 7’ê Kanûnê de ragihand ku girtiya siyasî Aîda Nejaflu ya nû derbasî Xiristiyanî bûye, bi xeteriya qutkirina mejîpiştre rû bi rû ye.
Parêzer Saide Huseynzade, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe ya X’ê de wiha got: "Min îro ji bo muwekîla xwe Aîda Nejaflu ya êş dikişîn, giriyam. Hêstirên ku bi rojan di dilê min de bûn, îro li dozgeriya Girtîgeha Evînê ji çavên min herikîn. Ez ji hemû rayedarên dadwerî yên welat, dixwazim ku dengê vê girtiya bi xetereya qutkirina mehîpişt re rû bi rû ye, bibihîzin."
Hêjayî gotiyê, girtiya siyasî Aîda Nejaflu nû derbasî Xiristiyanî bû û li qawîşa jinan a Girtîgeha Evînê tê ragirtin. Wê di meha Cotmehê ya îsal de piştî ku ji ser cihê xwe ket, mejîpişta wê şikest. Aîda Nejaflu, destpêkê sewqî Nexweşxaneya Taleganî hate kirin, lê rûxmê teşhîsa şikestinê jî bêyî ku dermankirina guncaw bistîne, vegerandin girtîgehê.
Ev bûyer, bû sedema berteka girtiyan û rayedarên girtîgehê, neçar man ku wê veguhezînin nexweşxaneyê. Lê rûxmê pêşniyarên bijîşkan jî, hêj dermankirina nayê pêkanîn. Aîda Nejaflu ji 24’ê Adara îsal ve girtiye û ji ber ku malbata wê nikare kefaleta 11 milyar tûmen dabîn bike, di bin çavdêriyek demkî û rewşek nezelal de tê ragirtin.