Rêveberiya xweser li kampa penaberên Serêkaniyê alîkariya cejnê belav kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Cejna Remezanê Rêxistina alîkarî li penaberên Serêkaniyê belave kir.

Hesekê - Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk a adgirker êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di encamê de bi hezaran kes naçarî koçberiyê bûn. Rêveberiya Xweser ji bo bi cih kirina koçberan du kamp bi navê Waşûkanî û Kampa Serêkaniyê dane avakirin. Kampa Serêkaniyê li Taxa Telayî a bajarê Hesekê-Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dikeve, 2200 malat bi giştî 11136 kes lê jiyan dikin. Despêkê koçber li dibistanan hatibûn bi cih kirin, ji bo bandoreke neyînî li xebatê perwerdehiyê nebe kampa Serêkaniyê hate avakirin û koçberên dibistanan lê hatin bi cih kirin. Îro bi nêzîkbûna Cejna Remezanê Rêxistina Alîkariyê a Rojava pêwîstiyên Xwarinê li koçberan belav kirin. 
‘Em her tim di xizmeta koçberan dene’
Endama Rêxistina Alîkariyê ya Rojava Mediya Melekê bal kişand ser belavkirina alîkariyê û paşguhkirina rêxistinên mirovî yên navdewletî ji bo koçberan û wiha got: ”Kampên koçberan ji aliyê Rêxistinên Mirovî  yên navdewletî ve hatine paşguh kirin, bi hatina Cejna Remezanê me xwest em alîkarî bidin koçberan. Beriya em werin alîkariyê belav bikin me tensîqa xwe bi rêvebriya Kampa Serêkaniyê çêkir, hêjmara malbatan me girt li gorî wê me pêwîstiyên xwarinê weke rûn, şekir, birinc,nîsk, çayê, ava bacana û fasolî amade kir û îro em hatine li wan belav bikin. Rêbazên belavkirinê jî bi riya komînan e , tu kes bê alîkarî namîne wê bighêje her kesî. Em wekî Rêxistina Alîkariyê ya Rojava em ê hemû derfetên xwe têxin bin xizmeta koçberan de.”