Rejîma Îranê ji bo îfadeyê bangî Masume Silêman kir
Xwediya xelata pêlewanî ya jinan a dinyayê Masume Silêmanî ragihand ku ji bo îfadeyê ji Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Hurremebad ji bo 8’yemîn Daîreya Lêpirsînê bangî wê kirine.

Navenda Nûçeyan – Roja çarşemê (10 Îlon) xwediya xelata pêlewanî ya jinan a dinyayê Masume Silêmanî ragihand ku ji Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Hurremebad ji bo 8’yemîn Daîreya Lêpirsînê bangî wê kirine.
Masume Silêman di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Instagramê de bal kişand ser bangîkirina dozgeriyê û got: “Ruxmê ku ez du canîme û zarokek min heye, her roj ji bo dosyeyek vale neçarim hesab bidim.
Berê jî hatibû binçavkirin
Masume Silêman di pêlewaniya jinan de antrenor, hakim û xwediya madalyaya cîhanê ye. Berê jî hatibû binçavkirin. Bi caran anîbû ziman ku bi dosayayên vale yên wek gef, binçavkirin, lêpirsîn, cezayê pare, bê parmayîna ji mafên wek werzîş û civakê, rastî sûcên bê bingeh hatiye. Herî dawî di 21’ê Gulana 2025’an de bi sûcdariya ‘teşwîqkirina jinan di qada giştî de û di nava civakê de bê hîcabbûnê’ dozgeriya Huremaban ji bo 8’yemîn Daîreya Lêpirsînê bangî kiribû.