Rêzan Şêx Dilêr: Dewleta Tirk hewl dide Kurdan tune bike

Pêrêzer û parlamentera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê de diyar kir ku dewleta Tirk bi alîkariya Emerîkayê ku jê re çekan dabîn dike, armanc dike destkeftiyên Kurdan li Iraqê tune bike.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser xaka herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam dikin. Ji ber êrişên dewleta Tirk û çavgirtina aliyên din ên Başûrê Kurdistanê, çend navçeyên başûr û rojavayê Kurdistanê dibin hedefa êrişên dewleta Tirk. Dewleta Tirk bi riya êrişên bejahî û hewayî her dem di nava hewldana dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê de ye. Niha piranî êrişî xaka başûr, hemwelatiyên sîvîl û jîngehê dike. Bi riya hewayî ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li hemberî van êrişan partî û aliyên siyasî yên herêma Kurdistan û Iraqê bêdeng in. Qetilkirina hemwelatiyên sîvîl li navçeyan li dijî mafên mirovan e. Lê belê tevî hemwelatiyên sîvîl tên qetilkirin jî parêzvanên mafên mirovan dengê xwe dernaxin. 

‘Neparastina sînorên Kurdistanê dibe sedema êrişên dewleta Tirk’

Pêrêzer û parlamentera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku serxwebûn û azadiya welatan bi parastina sînoran ve girdayî ye lê belê serxwebûn û azadî li herêma Kurdistanê û navçeyên sînorî ji ber neparastina sînoran ne pêkan e û wiha got: “Em dibînin di nava dewleta Iraq û herêma Kurdistanê de, ji ber neparastina sînoran, sewqiyatên leşkerî yên dewleta Tirk berdewam dikin. Ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser navçeyên herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê gelek kes jiyana xwe ji dest didin zirarên madî çêbûne. Em rojane nûçeyên şehadetê ji ber êrişên dewleta Tirk dibihîsin, mal, bax û baxçeyên hemwelatiyan tên hedefgirtin. Her wiha di êrişan de hewelatiyên sîvîl dibin hedef. Li vê derê dewleta Tirk peymanên navneteweyî yên parastina sînoran û parastina hewelatiyên sîvîl binpê dike. Lê belê parêzvanên mafan, li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser welatiyan bêdengî hilbijartine. Divê sefîrê dewleta Tirk ji be êrişên ku pêk tîne li parlamentoyê bê lêpirsînkirin û Iraq jî sefaretxaneya xwe ji Tirkiyeyê vekişîne.”

‘Divê tevahî welatên cîhan li dijî êrişan xwedî helwest bin’

Rêzan Şêx Dilêr zanîn ku dewleta Tirk bi riya êrişên leşkerî û bikaranîn çekên qedexekirî yên kîmyewî li navçeyên Kurdan hewl dide Kurdan tune bike û wiha got: “Dewleta Tirk li Rojava her dem êrişên dagirkeriyê berdewam dike, hewldana dagirkirina navçeyên Kurdan dike. Encûmena Asayîşa Ewropayê li ser daxwaza Iraqê danişîn encam da. Tevahî hemwelatiyan êrişên dewleta Tirk li ser hemwelatiyên Kurd û navçeyan şermezar kirin lê belê tu biryar û helwestek bi cih neanin. Divê NY û tevahî cîhan li dijî kîmyabaran û qetilkirina hemwelatiyên medenî û ji texrîbkirina jîngeha herêma Kurdistanê, helwesta xwe nîşan bidin.”

‘Armanca dewleta Tirk tunekirina doza Kurd e’

Rêzan Şêx Dilêr destnîşan kir ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Kurdan bi piştgiriya dewletên din tê kirin û wiha domand: “Di encama êriş û dagirkeriya bi riya bikaranîna çekên kîmyewî, yên dewleta Tirk de dewletên weke Emerîkayê piştgiriya êrişên li ser Rojava û başûrê Kurdistanê dikin. Dewleta Emerîkayê bi riya dabînkirina çekan ji bo dewleta dagirker a Tirk, dixwaze bi riya leşkerî êrişên xwe berdewam bike û doza Kurd li navçeyên Kurdistanê nehêle. Dewletên navneteweyî li hemberî êrişên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê û qetilkirina hemwelatiyên medenî bêdengî hilbijartine. Divê tevahiya êrişên dagirkeriyê yên li ser xaka herêma Kurdistanê ji aliyê dewletan ve werin rawestandin. Ji ber çavgirtina rêxistinên mafên mirovan ên li cîhanê, mirovên bê guneh û zarok tên qetilkirin.”

Rêzan Şêx Dilêr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di êrişên dewleta Tirk de kesên sîvîl yên ku tên qetilkirin divê der barê wan de raporên bijîşkî bên amadekirin û der barê dewleta Tirk de doz werin vekirin û ji ber sûcên ku dike were darizandin.”