‘Pêwîste pirrengiya herêmên Sûriyeyê li ber çavan were girtin’
Yekîtiya parêzeran a parêzgeha Hesekê rakirina nivîsên Kurdî li ser tabeleya Koşka Dadweriyê ya Hesekê bi daxuyaniyekê şermezar kirin û gotin: “Em wek sendîkayên parêzeran bang dikin ku divê pirrengiya herêmên Sûriyeyê li ber çavan were girtin.”
Hesekê – Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê 7’ê Gulanê tabelaya bi nivîsa Kurdî û Erebî ya Koşka Dadweriyê ya Hesekê rakiribû û li şûna wê tabelayek bi zimanê Erebî danî. Bertekên li dijî vê yekê herku diçe zêde dibe. Îro Yekîtiya parêzeran a kantona Cizîrê rakirina nivîsên kurdî li ser tabeleya Koşka Dadweriyê ya Hesekê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li ber Navenda Dadweriyê ya Hesekê hate dayîn. Daxuyanî bi Zimanê Kurdî ji aliyê parêzer Mihemed Elî Ferhan û bi Zimanê Erebî jî ji aliyê parêzer Mihemed Emîn ve hat xwendin .
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Yekîtiya me, tekeziyê li ser wê yekê dike ku divê rêz li saziyên dadweriyê bê girtin û her kiryarekî ziyankar li milkên giştî û rawistandina karê dadweriyê, şermezar dike.
Her wisa Yekîtiya Parêzeran dibîne ew daxuwayaniyên fermî yên dawî li ser naveroka pirsgirêkan ne rawistiya ye, tenê tekezî li ser bûyera di koşkê de çêbû kiriye, beyî ku li ser ew sedemên yekser ên ku hiştine lawên herêmê û ji nav wan mafnas li ser wan pêdeçunan nerazîbûna xwe nîşan bidin.
‘Divê zimanê Kurdî were parastin’
Zimanê Kurdî parçeyek binghîn a jiyana çandî û civakî li parêzgeha Hesekê û di destûra bingehîn a serokatiyê de hatiye parastin. Li gorî zagona 13’an a sala 2026’an û li gor ragihandina destûrî, madeya 7 bende 3’ê wiha dibêje:
Dewlet pir rengiya civakî ya Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan û mafên çandî, zimanî li hemû Sûriyeyê, diparêze. Her wiha, ew peymana di navbera QSD û Hikûmeta demkî li Şamê, di 29ê Çileya 2026’an de hatî îmzakirin tekezî li teybetmendiya Kurdî, rêzgirtina vî mafi, divê di pratîkê de li hemû cihan were bicihkirin.
Hebûna zimanê Kurdî li kêleka zimanê Erebî li pêşiya saziyên fermî, rêzgirtina rengrengiya çandî û zimanê ku welatê Sûriyeyê pê navdar e bi giştî û parêzgeha Hesekê. Em tekez dikin ku dadewrî ne tenê girêdayî parastina avahiyên saziyane, ew jî dabînkirina nûneriyeke dadwer ji welatiyên herêmê di xebata dadgeriyê deye, bi taybet piştî wan salên dûr û dirêj ku gelek zagon hatine paşguhkirin;
Di bin siwana rêjîma berê de. Çareserkirina vê dozê pêwistî bi danûstandineke rastiyane heye, dûrî şêwazê rakêşiyan be.
Em wek sendîkayên parêzeran bang dikin ku divê pirrengiya herêmên Sûriyeyê li ber çavan were girtin û ev pirrengî rola xwe di parastina maf û azadiyan û bi cihkirina zagonê de, bilîze.”
‘Biryara 13 ji bo mafê kurdan ne têrkere’
Parêzer Beşîra Cemal Dîn tekez bi wê yekê anî ku biryara 13 ji bo misogerkirina maf ,ziman û nasnameya gelê Kurd ne têrkere û wiha got: “Gelê Kurd li dijî pergala yekalî, 15 sal tekoşîn û berxwedaniyek mezin meşandin . Zimanê Kurdî yek ji lingê bingehîn a Şoreşa Rojava ye û yek ji deskeftiyên herî giranbiha yê vê şoreşê ye . Gelê Kurd ne qebûlkirina zimanê Kurdî di nava sazî, destûr û hwd. de qebûl nake. Zimanê Kurdî zimanekî dîrokî ye , di nava van salên Şoreşê de dibistan, peymangeh û zanîngeh hatine çêkirin. Her wiha nifşekî hatiye avakirin ji bo wê naskirina zimanê Kurdî xwedîderketina li pêşeroja nifşên nû ye. Em wekî parêzerên Kurd dixwazin mafê Kurdan, zimanê Kurdî di destûra Sûriyê de were qebûlkirin.”