Radya Jerby ji bo endama Konseya Jinê ya Navneteweyî hat hilbijartin
Li Tûnisê gavek nû hat avêtin û Radya Jerby ji bo Konseya Jinê ya Navneteweyî hat hilbijartin.
Tûnîs - Seroka Yekitiya Jinan a Neteweyî ya Tûnisê Radya Jerby, di danişîna 36’emîn a ku li Fransayê pêk hat de, ji bo endama Konseya Jinan ya Navneteweyî hat hilbijartin.
Nûnera Tûnisê ya li Konseya Navneteweyî Radya Jerby, di sala 2019’an de bû Şêwirmenda Hiqûqî ya Navenda Ewropayê ya Konseya Jinan a Navneteweyî û Sekretera Giştî ya Federasyona Giştî ya Rêxistinên Jinên Efrîkayê. Di Nîsana 2019’an de bû Cîgira Seroka Yekîtiya Giştî ya Jinên Ereb, di Sibata 2020’an de jî di peywirên endama Rêxistina Giştî ya Jinên Efrîkî de cih girt.