Li Mexribê bi navê "Tûndiya li ser jinan" sempozûmek hat lidarxistin

Du jinên Mexribê di sempozûma ku ji aliyê Komîteya Niştîmanî ya Lênêrîna Jinên Rastî Tûndiyê Hatine de eşkere kirin ku ew ji aliyê yek ji xizmên xwe ve rastî şîdet û şantajên dijîtal hatine.

Mexrib - Komîteya Niştîmanî ya Lênêrîna Jinên Rastî Tundiyê Hatine bi hevkariya konseya Ewropayê sempozyûmek bi navê “Tundiya li ser Jinan” li dar xist. Di sempozyûmê de du çîrok bi dengê  jinên ku rastî tundiyê hatine hatin pêşkêşkirin.

Jineke ku nasnameya wê nehate eşkerekirin di sempozyûmê de anî ziman ku ew ji aliyê hevjîn û malbata xwe ve rastî tundiyê hatiye û wiha got: "Hevjînê min li ser hesabên min ê şexsî yên li ser medyaya civakî bi navê min diaxivî û piştre min bi xiyanetê sûcdar kir. Di lêkolînên ku ji aliyê dadgehê ve hatin kirin hate xuya kirin ku hevjînê min ne rast dibêje."

Jineke din ku ew jî nasnameya wê nehate eşkerekirin di sempozyûmê de diyar kir ku bi weşandina wêneyên wê li ser medyay civakî ji aliyê mêrê ku wê pê re bizewiciya ve hat tehdîtkirin û wiha got: "Min xwest ez întîhar bikim, lê ji ber ku deriyê banê malê hişk girtî dît, min wisa nekir û piştre ez ji bo gilîkirinê çûm qereqolê."

Wezaret armanc dike ku bi rêya perwerdeyê û entegrasyona civakî û aborî destekê bide jinên ku rastî tundiyê hatine.