Li Germiyanê dû bûyerên kuştina bi guman a jinan hat tomarkirin
Di nav 8 saetan de li sînorê bajarokê Kelar a girêdayi Germiyanê dû jin bi dû bûyerên cûda, bi awayek guman dawî li jiyana xwe anîn.
Germiyan - Di nav 8 saetan de li sînorê bajarokê Kelara girêdayi Germiyanê, dû jin bi awayeke bi guman dawî li jiyana xwe anîn.
Berdevgê Polîsên Germiyan Elî Qedûrî ji ajansa me re wiha behsa bûyerê kir: “Derengê şeva bûrî li taxa Hey Muzefîn ya bajarokê Kelar cenazeyê jinek Ereb ya bi navê X.X.E ku di sala 2000’an de ji dayik bûye bi awayek xeniqî gihandin beşa lezgîn ya Nexweşxaneya Şehîd Hejar ku bi awayê helwistanê jiyana xwe ji dest da. Li gor gotinên kes û karê wê ev sê meh bû zewiciye û şeva bûrî dawî li jiyana xwe anî.”
Berdevgê Polîsên Gemiyanê da diyarkirin ku îro danê siharê li gundê Salih Axa ya girêdayî şaredeya Qûretû cenazeyê jinek ciwan ya bi navê C.S.A ya sala 2007’an ji dayik bûye bi awayek xeniqînê heta gihandin beşa lezgîn ya nexweşxaneya Şeîd Hejar ya Kelarê jiyana xwe ji dest daye.
Li Başûrê Kurdistanê bûyerên kuştina jinan her ku diçe zêde dibe, cihê balkêşêye ku êvara 25’ê Gulanê cenazeyê jinek 67 salî di mala xwe de bi awayek hilawistî li bajarê Hewlêra peytexta herêma Kurdistanê hate dîtin ku gumana ku hatiye xeniqandin li ser heye.