Qetilkirina endamên Kombûna Jinên Zenûbiya li Kobanê hat şermezarkirin

Desteya Jin a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê qetilkirina 3 endamên Kombûna Jinên Zenûbiya yên Kantona Minbicê şermezar kir.

Kobanê – Êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di êrişên li ser kantona Minbicê de 3 jinên endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Qemer El Sod, Ayşa Ebdulqadir û Îman Şehîd, ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.  Desteya jin a Kantona Firatê qetilkirina her sê jinan şermezar kir. Li qada jina azad a bajarê Kobanê bi amadebûna endamên Desteya Jinê û rêxistinên jinan daxuyanî hat dayîn.

Daxuyanê ji aliyê endama Desteya Jin Awaz Mele Bozan ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Êrişên dewleta Tirk a Faşîst li ser herêmên me zêde dibin, bi van êrişan sivîlan dikin hedef. Dewleta Tirk a dagirker ji vê rewşê sûdê digre. Ji bo berdewamkirina siyaseta xwe êrişên xwe didomîne. Ev êriş metirsiyek cidî li ser jiyana sivîlan çêdike. Ji ber êrişên dawî yên komên çete yên li ser herêma Şehba û Til Rifetê neçar man berê xwe bidin herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê li ser herêmên me didomin. Dewleta Tirk û çeteyên wê dev ji sûcên xwe yên hovane bernadin û bi taybetî di van êrişan de jin û zarokan dikin hedef. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Kantona Minbicê 3 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya Qemer El Sod, Ayşa Ebdulqadir û Îman Şehîd qetil kirin. Her sê hevriyên me mînaka fedakariyê bûn û li dijî mirinê bi lehengî û îsrar sekinîn.”