PYD’ê li Til Temirê dewreya ‘Şehîdên Bendava Tişrînê’ vekir

Partiya YekÎtiya Demokratîk (PYD) li Til Temirê dewreyeke perwerdeyê vekir. Jinên ku beşdarî dewreyê bûn gotin: “Bi perwerdeyê re xwegihandina civakeke demokratîk pêkan dibe.”

SORGUlL ŞÊXO

Til Temir – Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê bi armanca pêşxistina endam û rêveberên saziyên jinan û yên Rêveberiya Xweser, li bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê, dewreyeke perwerdeyê ya bîrdozî vekir. Dewre, dê mehek bidome. Di dewreyê de dersên li ser girîngiya perwerdeyê, xwendina Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, Berga 5’emîn: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîroka jinan, dîroka Sûriyeyê, dîroka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, neteweya demokratîk, şerê gelê şoreşgerî, rastiya rêbertiyê û çend dersên din tên dayîn.

Dewreya ku bi taybetî ji pêkhateyên Ereb re hatiye vekirin û navê Şehîdên Bendava Tişrînê girtiye, di rojên xwe yên destpêkê de ye. Cîgira Hevserokên Meclîsa Til Temirê Madlên El-Ibêd û endama Komîteya Jinê ya Meclîsa Bajêr Întîsar Ebdilezîz derbarê perwerdeyê de, ji ajansa me re axivîn.

‘Divê fersendên ji bo perwerdeyan ji dest neyên berdan’

Madlên El-Ibêd da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û rewşa ewlehiyê nedibû alîkar ku perwerdeyê bibînin û wiha pêl da gotinên xwe: “Perwerde kevirê bingehîn ê her xebatê ye û bi qasî nav û av pêwîst e. Mirov her çiqas xwedî zanyarî be jî, pêwîstî her dem bi nûkirinê heye. Pêwîst e mirov ji hînbûn û zanînê hez bike. Bêguman her zanyariyek di xebatên civakî, rêveberî û rêxistinî de dikare sûdê bide. Ji lewre derbasbûna dewreyê fersendek e ku divê her kes wexta xwe birêxistin bike û bikaribe jê sûdê bigre. Ji ber ku her wext ev fersend di nava ewqas zextên malbatî û rewşa ewlehiyê ya bê îstîqrar de çênabe.”

‘Armanc xwegihandina civakeke demokratîk û azad e’

Madlên El-Ibêd da zanîn ku divê mirov hizir û giyanê xwe bi xwendina baş dagire û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Em niha manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, Cilda pêncem: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk, di Rojhilata Navîn de dixwînin. Naskirina pirsgirêka Kurd pir girîng e. Pergala neteweya demokratîk pir hêja ye û mijara demokrasiyê mijareke pir esas e ji bo civak û neteweyan bi giştî. Ji bo me avakirina civakeke demokratîk û azad di bin siya pergala neteweya demokratîk de ku her kes wekhev bijî, di rêza yekem de ye. Ger li tevahiya Sûriyeyê pergala neteweya demokratîk hatiba pejirandin û pêkanîn, wê îro jin rûbirûyê van êrîşan nemana.”

‘Divê jin li tevahî cîhanê li mafên xwe yên windabûyî bigerin’

Madlên El-Ibêd bal kişand ser dewreya ku bi pêşengiya jinan çêdibe û beşdarbûna jinan a di nav de zêde ye û li ser girîngiya perwerdebûna jinan wiha got: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 14 sal in di nava têkoşîneke bênavber de ne. Êdî dizanin çi erk û berpirsyarî ji wan tên xwestin. Jin li vir êdî bi hêz bûne, di her qadê de xwedî sekneke bi bandor in û wek mertal li dijî êrîşên ewlehî û aramiya wan û civaka wan têk dibin, disekinin. Divê ne tenê jinên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn, bi giştî divê bizanibin çi erk dikeve ser milê wan. Divê ji bo mafên xwe têbikoşin. Ji ber ku gelek jin di cîhanê de hene ji mafên xwe bê par in. Pêwîst e jin li hemberî kevneşopiyên civakî yên li dijî azadiya wan dibin asteng, têbikoşin. Jinên zana û rewşenbîr dikarin civakê û dewletan jî birêve bibin. Li hemberî her cure êrîşan divê jin xwe perwerde bikin.”

‘Em ê zêdetir li riyên çareseriyê bigerin’

Înstîsar Ebdilezîz a ku yekem car beşdarî dewreyeke perwerdeyê dibe wiha got: “Yekemîn car e ez beşdarî dewreyeke bîrdozî dibim. Ya herî girîng di dewreyê de têgihîştina wekheviya di navbera jin û mêr de ye. Di heman wextê de jî bihêzkirina têkiliyên hevaltiyê ye. Her çiqas em di nava karên pratîk de bin jî divê em hizrên xwe ji bîr nekin. Divê teorî û pratîka me hev temam bikin. Dewre bandorê li kar, kesayet û civaka me dike. Em ê bi riya perwerdeyê bêhtir li riyên çareseriyê bigerin, hem dozên jinan çareser bikin, hem jî dîroka xwe bizanibin.”

‘Em ê ji nêz ve Rêber Abdullah Ocalan nas bikin’

Înstîsar Ebdilezîz got ku ew ê di dewreyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve nas bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêber Apo dibêje: ‘perwerde perwerde perwerde’ ji lewre em ê bi riya perwerdeyê hem xwe hem jî Rêber Abdullah Ocalan ji nêz ve nas bikin. Pêvajo xebateke zêdetir dixwaze ji bo kar, malbat û civakê.”