Provokasyonên herêmî û stratejiya jiyana hevbeş - GOTAR
HEDIYA YUSIF
Navenda Nûçeyan – Em Kurd her tim dibêjin aşîtî û demokrasî. Ji bo vê jî me gelek caran niyeta xwe bi qebûlkirina ku em entegreyî sîstema dewletê bibin, em dibêjin êdî bes e şer, bes e koçberî, bes e wêranî. Hemû rengê fedekarî û qehremantiya me û gelê me kir, em dîsa jî ji aşîtî, aramî û jiyana azad û demokratîk re amade ne. Gelê me hêjayî vê yekê ye jî. Kurd ne Kurdên berê ne, Kurdan xwebûna xwe ava kirin, êdî hene û tu hovîtî, şovenîstî û nijadperestî nikare wan carek din tune bike.
Kurd dikarin şoreşê bi çekan jî bikin, lê bi çekê, demokrasî û aşîtî pêk nayê, ancax bi têkoşîna hiqûqî û yasayî ev yek pêk tê. Bê guman bi cehaletê re têkoşîn gelekî zehmet e, lê baweriya me bi asta ku gelê me gihîştiyê heye. Ew ê bi pêşengên xwe re teqez biser bixe û rêxistina xwe hîn xurtir bike. Ji bo vê jî yekîtî şertekî esasî yê serkeftinê ye. Her wiha gerek di siyaseta xwe ya gihîştina armancê û pêkanîna wê de jî şehreza bin; ev şert e, divê em nekevin xefka şerê Kurd û Ereban.
Li dijî qomplo û hêzên tarî hişyar bin!
Tiştê ku diqewime qomplo ye, şaneyên DAIŞ’ê, komên girêdayî Tirkan û nijadperestên Ereb gelê Ereb jî dixapînin. Bi navê meşa ji bo ala Sûriyê û serwerkirina dewletê bi sedan mirov xapandine û anîne meşê. Gelek kesan li ser ragihandina dewletê ev tişt gotin. Ji xwe nijadperest û DAIŞ’iyên her bajar û navçeyan nav vê meşê de kom kiribûn. Armanca wan xirakirina aramiyê bû. Entegrasyona ku li ser esasê demokrasiyê dimeşe dixwazin têk bibin û cardin pêvajoya şerê Efrînê û Serêkaniyê cardin bidin jiyandin.
Dixwazin dewletekî nijadî, olperest û DAIŞ’î ava bikin, ji xwe cehaleta heyî her diçe kûrtir dikin. Dibe ku gelek kes jî ji bo mafê jiyana bi derfet tevlî vê meşê bûbin. Hinekan jî bawer kiribûn ku ji bo ala Sûriyeyê meş heye, lê nizanîbûn ku hêzên DAIŞ’ê, nijadperest û hêzên derve di nava vê qomployê de ne. Van hêzên tarî û veşartî xwe nav van meşan de veşartin, texrîbat kirin û xwestin parêzgeha Hesekê bikşînin nava şer.
Halbukî gelê Sûriyeyê niha di nava bêderfetî, buhabûn û feqîrtiyê de ye. Gel hêdî nema dikare xwe bide jiyîn. Gelê feqîr û hejar li pey lîstikên hêzên derve dibeze, dibêje qey bi vî awayî ev pirsgirêkên wan wê çareser bibin. Lê di vê meşê de alên DAIŞ, Iraq, Cebhet el-Nusra, îşaretên faşîzma Tirk ya gurê boz, îşaretên întiqam û serjêkirinê hatin bilindkirin. Ev rewşa Sûriyeyê bi giştî ber bi aloziyê ve dibe, ber bi inkara hin pêkhateyan û bi taybet inkara Kurdan ve dibe, her wiha ber bi felaketa DAIŞ’ê ve dibe.
Medyaya civakî û siyaseta herêmî li dijî sîstema demokratîk e
Hêrsa gelê me gur dikin û dikşînin nav şer. Hêzên Ewlekariyê rolek mezin lîst ji bo ku rê li pêşiya aloziyên mezin bigre. Lê ji milekî din de jî vê hikûmetê bi biryarên xwe yên li ser çand, ziman û hebûna me rê li pêşiya van meşan vekir. Rayedarên dewletê ji ber vê rewşê berpirsyar in; gerek kesên texrîbkar, DAIŞî û çeteyên tirkan bigrin û hesab ji wan bixwazin.
Dîsa baş e ku gelê me vê carê jî nehat lîstikên van hêzên qomploger. Nexwe wê rewş gelek xirab rûbida, wê jar û feqîrên ereb bibûna qurban. Ji bo vê pêwîst e gelê Sûriyeyê neyê van lîstikan.
Ev rewş, ji pêvajoya ku li Tirkiyê dimeşe ne qut e. Dewleta Tirk bi van siyasetên xwe yên dijî Kurdên Rojava dixwaze pêvajoya ku li Bakur û Rojava dimeşe asteng bike. Dixwaze destê Rêbertiya me lewaz bike û di astek pir kêm de mafên Kurdan di destûra Tirkan a pêşerojê de diyar bike. Li dijî xweseriya Kurdan şer dike û destwerdanê dike. Li Rojava jî û li Başûr jî heman tiştî pêk tîne. Ya esasî jî berjewendiyên xwe di ser her tiştî re digre û dijbertiya xwe bi siyasetên cûr bi cûr bi kar tîne.
Yekîtî û xwedîderketina li şoreşê
Em van nêzîkatiyên Tirkan, yên hikûmeta Sûriyê û Hêzên qomploger şermezar dikin. Banga xwe ji gelê Ereb û gelê Kurd re dikin ku pêwîst e hişyar bin û neyên lîstikên wan hêzên komploger. Ev welat encax bi qebûlkirina hev û jiyana hevbeş re ava dibe, aram dibe û azad dibe.
Ji bo mafên azadî û demokrasiyê jî gelê me pêwîst e yekîtiya xwe biparêze, bi rêxistinî û girseyî bi rêbazên aşîtiyane van lîstikan vala derxe. Em bi gelê ku bi keda şehîdan rabûye ser xwe, bi rêxistinbûnê, keda şoreşa xwe biparêzin, xwedî derkevin û paşde gav neavêjin.