“Projeya avakirina avahiyên mêtingehiyê sûceke li dijî exlaqê mirovahiyê ye”
Endama Rêvberiya Kampa Serêkaniyê Ezîza El- Xenafir diyar kir ku armanca dagirkeran ji projeya avakirina avahiyên mêtingehiyê ew e ku dîrok û çanda pêkhateyên bi sedên salan li ser vê erdnîgariyê dijîn bihelîne û demografiya herêmê biguherîne.
RONÎDA HACÎ
Hesekê- Şêniyên resen ên bajarê Serêkaniyê ku di encama êrişên dagikirinê yên Cotmeha 2019'an ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ji warê xwe hatine koçberkirin li kampa Serêkaniyê di konan de li ber xwe didin. Serokomarê Tirkiyê 4`ê Gulanê ragihand ku welatê wan amadekariyên avakirina avahiyên mêtingehiyê yên nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî (Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê) dike da ku milyonek penaberên Sûrî li wan deveran bi cih bike. Her diçe bertekên li hemberî vê projeyê zêde dibin. Endama Rêvberiya Kampa Serêkaniyê Ezîza El- Xenafir jî têkildarî vê mijarê axivî.
Ezîza El-Xenafir da zanîn ku pirojeya dewleta Tirk a dagirker li herêma wan amadekariyên pilanê degirkeriyek domdar dike û wiha berdewam kir: “Di hundirê Serêkaniyê de her yek ji bo avakirina mal û milk kedek mezin danîn.îro ev piroje keda bi sedê salan binpêdike, keda dapîr û bapîran bin pêdike. Em projeya dewleta Tirk li ser xaka xwe şermezar dikin. Xaka Serêkaniyê xaka me ye. Em qebûl nakin ev xak bibe ya dewleta Tirk yan jî ya çeteyekî. Ev xaka bavê û kalên me ye. Ev xak bi kedê hatiye. Îro dixwazin bi hêsanî bi dest bixin û kesin din li şûna me bi cih bikin. Em vê yekê red dikin û qebûl nakin.”
“Pirojeya avakirina avahiyên mêtingehiyê qirkirina dîrok û çand herêmê ye”
Ezîza El- Xenafir diyar kir ku li hmberî hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pilanek qirkirinê tê meşandin û wiha axaftina xwe domand: “Serêkaniyê bajarekî dagirtî û xemlandî bi pêkhateyan bû Kurd, Ereb, Suryan, Çeçan, Êzidî. Dema êrîş hat kirin li ser hemû pêkhateyan bû, îro ev piroje jî li dijî dîrok, çand, keda her pêkhateyekî ye. Dixwazin bi vê pirojeyê deomgrafiya herêmê biguherin û çanda netewan qir bikin. Mînaka wê jî guhertinên ku dewleta Tirk li Serêkaniyê pêk anî yek jê hemû dibistan bi zimanê Tirkî were dayîn, cihên pîroz ên serêkaniyê hatin veguhertin û kirin vihên leşgerî ev yek li dijî pîvanên mirova ye. Em van pilanan qebûl nakin.”
“Divê sînorek ji pirojeya dewleta Tirk re were dayîn”
Ezîza EL-Xenafir di dewama axaftina xwede wiha got: “Koçberên ku werin bi cih kirin ji aliyê dewleta Tirk ne koçberên resen ên Serêakniyê ne, ev koçberana hatine perwerdekirin ji aliyê dewleta Tirk, me gelo çawa qebûl dikin li ser keda bi salan rûnên û dilê xwediyê wê kedê bidin şewtandin. Ez bi navê hemû Koçberan vê pirojê şermezar dikin û bang li saziyên mafê mirovan dikim û dibêjim ev 11 sal ma gelo wicdan we çawa qebûl dike, dema em li vê pirojê meyze dikin em dibînin mafê mirova tuneye, bercewendî wicdanê we mirandiye. Lê em jî ne bendewarê we ne, emê bi berxwedaniya xwe dagirkeriyê têk bibin û mafê xwe ji tu kesî re nahêlin.Îro dewleta Tirk a dagirker li ser keda bi hezranan mirovan dixwaze dethildariya Osmanî zindî bike ”
“Divê Hikûmeta Sûrî li hember pilana Tirkiyê bêdeng nemîn e”
Ezîza El-Xenafir axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li NY ‘ê her wiha aliyên qaşo xwe garantorê agirbestê nîşan didin, divê bi erkên xwe rabin, sînorekê ji projeyên dewleta Tirk ên avakirina avahiyên mêtingehiyê re deynîn.divê civak û hêzên navneteweyî erka xwe pêk bînin, vê proje rawestîne û vegereke ewle ya koçberan li warê xwe were misogerkirin.Em bang li Hikûmeta Sûrî dikin ku li hemberî van pilanan bêdeng nemîne û bi Rêvberiya Xweser dinava diyalogan de be da ku em bighêjin çareseriyekê û xaka xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin û keda bi hezrê însanan biparêzin ji ber ku ked bi nirxe û xwedî derketina lê erka her kesî ye.”