Jinên girtî bi nameyekê diyar kirin ku jiyana wan di xeterê de ye

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê, der barê binpêkirinên mafan de nameyek nivîsandin û bal kişandin ku jiyana wan di xeterê de ye. Şaxa ÎHD’ê ya Amedê der barê tiştên tên jiyîn de serlêdana sûc kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Amedê ku di demên dawî de bi binpêkirina mafan tê rojevê, der barê tiştên dijîn de daxwaza piştgiriya hiqûqî kirin. Girtiyên jin ên ku ji Şaxa ÎHD'ê ya Amedê re nameyek şandin, pirsgirêkên ku dijîn û binpêkirinên rastî wan tên vegotin. Girtiyan di nameya xwe de behsa gelek binpêkirinan kirin û diyar kirin ku dema ew ferzkirinan qebûl nakin ji aliyê personelên girtîgehê ve rastî gefan tên, ÎHD’ê der barê mijarê de serî li cihên pêwîst da.

“Mafê me yê agahîgirtinê tê astengkirin”

Girtiyên ku di nameya şandin de daxwaza piştgiriya hiqûqî kirin, destnîşan kirin ku tevî pandemî bi dawî bûye jî asayîbûna ku diviyabû li girtîgehê xwe nîşan bide, nayê pêkanîn. Girtiyên jin diyar kirin ku ji bilî asayîbûnê, ji mafên xwe yên heyî jî bêpar tên hiştin û wiha gotin: “Her ku diçe desteserkirina mafên me, pêkanînên rûmetê dişkînin û tecrîd zêde debe. Hevalên me yên ku ji ber pêkanîna du kelepçeyan ji vê rewşê aciz dibin, nikarin biçin nexweşxaneyê. Serlêdanên me yên gilîkirinê bi biryara neşopandinê tên redkirin. Di bin navê ewlehiya saziyê de, mafên me yên girtina agahî û ragihandinê hatiye sînorkirin.”

“Di hevdîtinan de lixwekirina şimikê tê ferzkirin”

Girtiyan dan zanîn ku rojnameyên Evrensel û Yenî Yaşam ên ku dixwazin bi gotina ‘qedexe’ nagrin girtîgehê û diyar kirin ku nikarin ji xebatên werzîşî û civakî sûdê bigrin û wiha gotin: “Kamerayên ku hemû qadên me yên hewagirtin û jiyanê dibînin û 24 demjimêran ji hêla karmendan ve tên temaşekirin hene. Pêlavên ku em li ber kamerayan li xwe dikin jî nayên qebûlkirin û bi lingên tazî lixwekirina şimikan tê ferzkirin. Ji ber vê sedemê ev 4 meh in em hevdîtina vekirî nakin.”

“Em ji aliyê karmendên girtîgehê ve tên tehdîtkirin”

Girtiyan dan zanîn ku her car rastî lêgerîna zêde tên û bi van gotinan xwe bal kişandin ser binpêkirinên tên jiyîn: “Ji ber ku em vê rewşe bi dirûşman şermezar dikin, ji aliyê personelan ve em tên tehdîtkirin. Jiyana me di xeterê de ye. Ev rewş ji aliyê midûriyeta saziyê ve tê paşguhkirin û hesab ji personelan nayê xwestin. Dema em li hemberî van binpêkirinan bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin jî der barê me de lêpirsînên dîsîplînê tên vekirin û ceza li me tê birîn.”

ÎHD'ê serlêdana sûc kir

Li ser daxwaza girtiyan Şaxa ÎHD'a Amedê serdana girtîgehê kir. Piştî serdanê parêzerên endamên komeleyê, der barê binpêkirinên mafên girtiyan de, ji Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM’ê, Wezareta Edaletê û Girtîgehên Tewqîfê yên Ceza re, Îdareya Girtîgehê ya Têkildar û Serdozgeriya Komarê ya Amedê re serlêdana sûc kirin.