Polîsên Iraqê şaredariya Girzêrik a Şengalê desteser kirin
Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a li komalgeha Girzêrik a Şengalê desteser kirin.

Navenda Nûçeyan – Polîsên Iraqê, dest danîn ser avahiya Şaredariya Gel a li komalgeha Girzêrik a Şengalê.
Di fermana 2014’an de, Girzêrik yek ji wan gundan bû ku pêşengî ji berxwedana li dijî DAIŞ’ê re kir. Ji ber vê, çeteyên DAIŞ’ê herî zêde zirar dan Girzêrik, piraniya malan wêran kirin. Piştî salan vegera gel a Girzêrikê dest pê kir, Rêveberiya Xweser a Şengalê jî ji bo bicihanîna pêdiviyên gel û xizmetê beriya niha xebatên Şarderiya Gel a Girzêrik dabû destpêkirin.
Avahiya şaredariyê hat desteserkirin
Lê ev saziya ku ji bo xizmeta gel hat avakirin niha ji aliyê hêzên polîsên Iraqê ve hatiye desteserkirin û polîs bêyî belge û hincet nîşan bidin, dema xebatkarên şaredariyê navber dabûn karê xwe lê bi cih bûn. Lê belê polîsan diyar kirin ku wan fermana bicihbûna li wê derê girtine.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di 10’ê Adara 2025’an de, Rêveberiya Xweseriya Şengalê li gundê Girzêrik ku girêdayî Til Izêr e, avahiya şaredariyê vekiribû, ji bo xizmeta gelê herêmê bike û bikaribe pêwistiyên malbatên nû vegeriyane wê derê bi cih bîne.