Li Îranê di Cotmehê de 23 jin û 5 zarok hatin kuştin

Li gorî daneyên hatin weşandin, di Cotmehê de li Îranê 23 jin û 5 zarok hatin kuştin, 2 jin bi awayekî bi guman mirin û 2 jin jî hatin darvekirin. Ev dane, asta tundiya li dijî jin û zarokan nîşan didin.

Navenda Nûçeyan – Nûçeyên di meha Cotmehê de hatin weşandin, nîşan didin ku li bajarên cuda yên Îranê, jin hê jî ji aliyê hevjinê xwe, mêrên ku berê pê re zewicandî bûn an jî endamên din ên malbatê ve tên kuştin û zarok jî ji ber tundiyê dimirin. Her wiha tê diyarkirin ku di nava malbatê de gelek bûyerên kuştinê pêk tên. Di vê heyamê de bûyerên kuştina jinan a ji aliyê xizmên xwe ve, şewitandina jinan, mirinên bi awayekî guman û darvekirina jinan a li girtîgehan hatin tomarkirin. Ev bûyer careke din mezinahiya tundiya li dijî jin û zarokan derdixin pêş û pêwîstiya lezgîn a lêkolîna mekanîzmayên civakî, yasayî û parastinê tîne rojevê.

Li gorî daneyên hatine weşandin, di meha Cotmehê de, 23 jin û 5 zarok hatin kuştin, 2 jin bi awayekî bi guman mirin û 2 jin jî hatin darvekirin.

- 28’ê Îlonê: Mahrokh Mîrzaeî li Girtîgeha Isfahanê hate darvekirin.

- 30’ê Îlonê: Li taxa Hak-Sefid a Tehranê, mêrêkî xesûya xwe kuşt.

- 30’ê Îlonê: Li Îslamşehrê, mêrekî bi qestî agir berda mala malbata hevjîna xwe û di encamê de hevjîna wî Rukiye Îbrahimî, xesûya wî Golabetîn Îbrahimî û birayê hevjîna wî Hamed Îbrahimî mirin.

- 30’ê Îlonê: Eşref Ferecî li Girtîgeha Navendî ya Sariyanê hate darvekirin.

- 4’ê Cotmehê: Li Tehranê, jineke ciwan ji aliyê hevjînê xwe ve hate şewitandin û piştre ji ber şewatên giran mir.

- 4’ê Cotmehê: Li sîteya Golbergê ya bajarê Şahrûdê jineke ciwan ji aliyê birayê xwe ve li mala malbata xwe hate kuştin.

- 5’ê Cotmehê: Li taxa Pardis a Kirmaşanê, Emir Huseyîn Şahbazî yê 18 salî dayîka xwe Fatima Lutfi ya 46 salî û xwişka xwe Zehra Şahbazî ya 26 salî kuşt.

- 5’ê Cotmehê: Li Qeshmê Meryem Yar Muhammedî ya 28 salî ya dayîka du zarokan, ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin û cenazeya wê hate perçekirin.

- 6’ê Comtehê: Li bajarê navçeya Gerugê ya girêdayî bajarê Sirikê, jinek ji aliyê kurê xwe ve hate kuştin.

- 8’ê Cotmehê: Mîna Soltanî ya 40 salî ya dayîka du zarokan a ji taxa Baharan a Îsfehanê, ji aliyê hevjinê xwe ve hate kuştin.

- 8’ê Cotmehê: Nermîn Mihemedî ya 24 salî ya ji gundê Berde-Sepî yê navçeya Dîwandereyê, bi awayekî bi guman can da.

- 9’ê Cotmehê: Li taxa Mecîdiyeyê ya Tehranê jineke 70 salî, ji aliyê hevjinê xwe ve hate kuştin.

- 9’ê Cotmehê: Li Îranşehrê Arzu Bamîrî ya 2 salî, di berbanga sibehê de ji ber birînên xwe yên ji ber tundiyê mir.

- 9’ê Cotmehê: Yegane Huseyînzayî ya 16 salî ya di temenekî biçûk de hatibû zewicandin, ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin.

-10’ê Cotmehê: Mehsa Bozorgzade ya 27 salî ya dayîka zarokekî, li kolaneke Saravanê ji aliyê kesên nenas ve hate şewitandin.

- 10’ê Cotmehê: Jineke 27 salî ya li Pasaja Saadiyê ya Tehranê, ji aliyê destgirtiya xwe yê berê ve hate kuştin

- 15’ê Cotmehê: Sorayya Havand a dayîka sê zarokan a, ji aliyê hevjinê xwe yê berê ve hate kuştin.

- 17’ê Cotmehê: Çîmen Naqşîbendî ya ji gundê Gavahantu yê navçeya Saral a Dîwandereyê, piştî nîqaşek bi hevjînê xwe yê 30 sal jê mezintir re, bi awayekî bi guman mir. Der barê sedem an jî şert û mercên mirina wê de hûrgiliyên zêdetir nehatin dayîn.

- 17’ê Cotmehê: Li taxa Şehrek-e Xerba Tehranê, mêrekî xezûr, xesû, hevjîn û xizmetkarê avahiyê kuşt.

- Li parêzgeha Îsfehanê bav, dayîk û 2 zarok ên ji heman malbatê, hatin kuştin.

- Li gundê Mal Yûsif ê navçeya Marendê, zilamek bav, dayîk, xwişk û birayê hevjîna xwe kuşt.

- Li Tebrîzê, mêrekî hevjîna xwe kuşt.

- Li Tebrîzê mêrekî 45 salî, hevjîn û du zarokên xwe kuşt.

- Mêrekî 57 salî, piştî ku hevjîn û sê zarokên xwe kuşt, xwe jî kuşt.

- Du birayan, sê xwişkên xwe kuştin.

Divê bê zanîn ku hinek ji bûyerên kuştin û îşkenceyê yên di meha Cotmeha 2026’an de hatine ragihandin, di rastiyê de di mehên berê yan jî di sala borî de qewimîne. Ji ber ku di daneyên hatine dayîn de dîrokên teqez nehatine dayîn, bûyerên li jêr cuda hatine dayîn.

- Beriya 18 mehan: Jina binavê Parîsa li Tehranê ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin.

- 28’ê Adarê: Mêrekî 27 salî li taxa Dewletabad a Tehranê, jineke 23 salî ya teklîfa wî ya zewacê red kiribû, kuşt.

- 5’ê Hezîrana 2025’an: Mêrekî 3 salî li Meşhedê hevjîna xwe Haniyeh kuşt.

- 11’ê Hezîrana 2026’an: Li Lahîjanê Nîna Behzadî ji aliyê hevjîna xwe ya berê ve hate kuştin.

- Di meha Tebaxê de: Delara Mihemedî Tahîr a 32 salî û dayîka du zarokan, li bajarekî parêzgeha Mazenderanê ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin.