Polîsan mudaxeleyî Meşa Şevê kirin
Bi hezaran jin li gel qedexeyê jî ji bo 20’emîn Meşa Şevê ya Feminîst bi berzkirina dirûşmeya "Dê ev serîhildan neqede" li Taksîmê li hev kom bûn, dest bi meşê kirin û rastî mudaxelye polîsan hatin. Li Beşiktaş û Kadikoyê gelek jin hatin binçavkirin.
Stenbol - Ji bo lidarxistina 20’emîn Meşa Şevê ya Feminîst li Taksîmê li hev kom bûn bi dirûşmeyên wekî "Dê ev serîhildan neqede" û "Jin, jiyan, azadî" berz dikin, li gel qedexekirinê jî ber bi Kolana Siraselvîler a Taksîmê ve meşiyan. Beriya hevdîtinê gelek rêyên ber bi Kolana Îstîklalê û Taksîmê ve diçin hatin girtin. Her wiha destûra çûna Kolana Îstiklalê jî nahat dayîn. Tevî hemû astengiyên polîsan jî bi hezaran jin li gelek deveran li hev kom bûn û ber bi Kolana Siraselvîler ve dest bi meşê kirin.
Jinên li Kuçeya Telê li hev kom bûn pankarta li ser "Serîhildana Feminîst" nivîsandî vekirin û dest bi meşê kirin. Piştî 50 metreyî polîsan pêşiya wan birî. Jinan ev yek protesto kirin. Jinan navê jinên hatine qetilkirin yeko yeko bilêv kirin û gotin "serîhildan".
Jinên ku kincên rengîn li xwe kirin, bi pîspîsk û flamayên xwe yên rengîn tim dirûşmeyên wekî "Em ne şevan, ne kuçeyan ne jî qadan naterkînin", "Jin, jiyan, azadî", "Îsyan" û "Em bêdeng nabin, natirsin, em serî natewînin" berz kirin.
Jinan bi yek dengî gotin "barîkatan rakin" û meşa xwe domandin. Piştî vê polîsan cardin mudaxile kir. Jinan jî ji polîsan re bi gotina "em natirsin, em serî natewînin" bersiva polîsan da. Piştî vê jinan berê xwe dan aliyekî din.
Jin ber bi cihê hevdîtinê ve diherikin
Jin li hemberî mudaxeleya polîsan diruşmên weke “Ne edaleta mêr, edaleta rastî”, “Bi înad serhildan bi înad azadî”, “Jin jiyan azadî” û “Em tên mêtîngerkirin, em natirsin û îtiat nakin” bilind dikin û hewil didin meşê ser hev de bînin.