Encamnameya konferansa Kurdên Feylî û Êzidiyan
Encamnameya konferansa Kurdên Feylî û Êzidiyan a li Bexdayê hatî lidarxistin bi raya giştî re hat parkirin.
Bexda - Li paytexta Iraqê Bexda, li hola Otel Bexda konferansa Kurdên Feylî û Êzidî bi şîara “Berbi bidestxistina hîmê dadperwerî û wekheviyê” hat lidarxistin. Encamnameya Konferansê hate eşkere kir. Encamname ji 17 xalan pêk tê ku tê de tekezî li ser berdewamkirina kar û xebatê hevbeş ê ji bo parastina pêkhateyan û misogerkirina mafê wan tê kirin. Encamnameya konferansê ji aliyê Şêx Semîr ve hat xwendin.
Encamname wiha ye:
“Têkoşîn ji bo bihêzkirina hebûna siyasî, civakî û çandî ya her du pêkhateyên Faylî û Êzidî.
Yekgirtin û serbixweyiya gotar û biryara siyasî.
Bi fermî komkujiya Êzidiyan were naskirin.
Êrêşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û derdora wê weke berdewamiya êrişên DAIŞ’ê û dewleta Osmaniyan ya ji bo komkujiya pêkhate û binpêkirina serweriya Iraqê were naskirin.
Îradeya pêkhateyan li ber çavan were girtin û li hemû saziyan nûnertiya wan bê cudahî were garantîkirin.
Ji biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya hejmara 43 ku di 22’yê Sibata 2022’yan de derketiye rêz were girtin. Di heman demê de, di warê ji rê derxistina vê biryara dîrokî de hişyariyê didin.
Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo parastina çand, bîrûbariyan, coxrafiya Êzidiyan were nasîn û bike hîmê siyasî û civakî yê Êzidiyan. Ji bo pêşkeftin û pêşveçûnê û xweparastina ji bo îradeya xwerêveberiyê derfet werin afirandin.
Rê were dayîn ku sîstema Xwerêveberiya Şengalê sûd ji alîkariya navneteweyî bigire. Hikûmeta Iraqê bûdceya taybet ji bo wê veqetîne, ji bo ku sûdê bide mijarên fêrkirin, xizmetguzarî û afirandina derfetên kar.
Karkirina li ser hîmê herêmên wêranbûyî yên Faylî û Êzidî û vegera koçberan li ser warê xwe. Dûrxistina pêşbaziyên hizbî û rêxistinên siyasî yên navnxweyî û derve.
Redkirina lihekvirina di navbera Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û were itirafkirin ku ev lihevkirin bi ti awayî nûnertiya îradeya Êzidiyan nake.
Ji bo vegerandina jin û zarokên Êzidî yên hatine revandin û avakirina navendekî ji nû ve perwerdekirinê hewl were dayîn.
Li hemberî hewldanên ji bo guhertina şûnwarên Êzidî û Fayliyan rawestîn û herwiha her sê serokên Iraqê çavdêriyê bikin.
Di çarçoveya bihêzkirina sîstemekî nemerkezî de rê were dayîn ku Komelgeha Kurdên Faylî li Bexda û herêmên din ên Iraqê xwe rêxistin kirin.
Wê ev konferans bibe hîmê bingehîn ê ji bo karê hevbeş ê di navbera pêkhateyên resen ên Iraqê de.
Karkirina ji bo parastina çand û zimanê tevahiya neteweyan ku bi hemû awayî di destûra Iraqê de heye.
Pêwîste em hemû bizanibîn ku azadiya jin, ji bo her guhertinek civakî û çespandina ewlehî û asayişê û aramiyê rolek sereke ye. Ji bo vê jî pêwîste jin li tevahiya karûbarên de rola xwe zêde bikin. Daxwazê ji tevahiya jinên pêkhateyan dikin ku têkoşîna jinan rêxistin bikin û sûd ji ezmûna hev bigirin.
Avakirina lijneyek ji her du pêkhateyan ji bo çavdêrkirina biryarên konferansê.”