Li Qamişloyê pêşbirka bisiklêtan a jinên ciwan
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, tîma “ez bisiklêt dixwazim” bi sponserkirina Jina Ciwan û Buroya Jinê ya li Rêveberiya Ciwanan û Werzîşê, bi dirûşma “Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyan em ê têkoşîna 8’ Adarê bilind bikin” pêşbirka bisiklêtan a jinên
Qamişlo- Li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tîma “ez bisiklêt dixwazim” bi sponserkirina Jina Ciwan û Buroya Jinê ya li Rêveberiya Ciwanan û Werzîşê, bi dirûşma “Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyan em ê têkoşîna 8’ Adarê bilind bikin” pêşbirka bisiklêtan jinên ciwan hat lidarxistin. Pêşbirka ku 12 jinên ciwan tê de beşdar bûne, ji Çarxerêya Qermûtî ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û li ber Stadyoma 12’ Adarê bi dawî bû.
“12 jinên ciwan beşdarî pêşbirkê bûn”
Kaptina Tîma “Ez bisiklêt dixwazim” Mîdya Xanim da zanîn ku bi boneya 8’ê Adarê me xwest em pêşbirkekê li dar bixin ji bo hişyarkirina jinan û guhertina hişmendiya mêran û wiha dest pê kir: “Bi boneya 8’ê Adarê me xwest em pêşbirkekê ji bo jinên ciwan li dar bixin, em vê rojê li tevahî jinan û bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikim. armanca me ji vê pêşbirkê ku ew e ku em nêrîna civakê ji mijara ku bisiklêt tenê ji mêran re ye werê guhertin. 12 lîstikvan beşdarî vê pêşbirkê bûne, temenê wan jî ji 8 salî heya 20 salî ye.”
“8’ê Adarê bi keda jinan a sedê salan hatiye bidestxistin”
Mîdya Xanim got ku 8’ê Adarê bi keda jinan a sedê salan hatiye bidestxistin û wiha bi dawî kir: “Em wekî jin me xwest di nêzîkbûna 8’ê Adarê de çalakiya xwe li dar bixin da ku em jinan hişyar bikin, 8’ê Adarê bi keda jinan a sedê salan hatiye bidestxistin. Tiştên ku jin nikarîbû di demên berê de bike, niha dikare ji wan dema zêdetir bike û xwe di hemû aliyan de pêş bixe, û em jî xwe beşek ji van jinên ku ked û xweîn dan dibînin.”
“Ez kêfxweşim ji bo beşdarbûna vê pêşbirkê”
Lîstikvan wefae Ebdo ji bajarê Qamişlo ku beşdarî vê pêşbirkê bûye wiha kêfxweşiya xwe anî li ser ziman: “ Ez ji tîma ‘Ez bisiklêt dixwazim me’, ev 5 mehin ku tevlî vê tîmê bûme. Ez jî wekî lîstikvan beşdarî vê pêşbirkê bûme, em pir kêfxweş in, ji ber ku ev yekemîn car e ez tevlî pêşbirkekê dibim. Ez bi hêvî ez bi ser bikevim, di heman demê de serkeftinê ji hevalên xwe re ji dixwazim, ji be rku îro armanca me ne tenê serketina di pêşbirkê de, lê belê armanca me sereke ew e ku em nameya xwe b#di riya vê pêşbirkê de bighînin.”