Jinên Efgan: Dersînorkirinê rawestînin dosyayan bişopînin
Li bajarê Peşawer ê Pakistanê, hejmarek ji jinên penaber ên Efganîstanê yên xwediyên dosyayên P1 û P2 li dijî biryara dersînorkirina bi zorê çalakiyeke protestoyî li dar xistin. Jinan diyar kirin ku bi vegerê re jiyana wan rasterast di bin gefan de ye.
Navenda Nûçeyan – Hejmarek ji penaberên Efganîstanî, bi taybetî jinên xwediyên dosyayên P1 û P2, bi lidarxistina çalakiyeke protestoyî li bajarê Peşawer ê Pakistanê, daxwaza rawestandina bilez a pêvajoya dersînorkirina bi zorê ya penaberên Efgan kirin. Beşdarên vê kombûnê bi weşandina daxuyaniyekê ragihandin ku vegerandina wan a ji bo Efganîstanê di rewşa heyî de, tê wateya rûbirûbûna gefên ewlehiyê, bêparbûna ji mafên bingehîn û sînordarkirinên berfireh.
Jin ji ber paşxaneyên xwe dê bi gefên cidî re rûbirû bin
Li gorî daxuyaniya ku hatiye weşandin, gelek ji wan jinên ku hatine dersînorkirin, ji ber paşxaneya xwe ya pîşe, çalakiyên civakî, hevkarîkirina bi saziyên navneteweyî re an jî parastina mafên jinan, di rewşa vegerandina bo Efganîstanê de, dê bi metirsiya girtin, azar, şopandin û gefên din ên cidî re rûbirû bimînin.
Fikarên li ser dawiya dema diyarkirî ya Pakistanê
Xwepêşanderan bi balkişandina ser dema diyarkirî ji aliyê hikûmeta Pakistanê ve ji bo dersînorkirina penaberên Efganîstanî heta 10’ê Tîrmeha 2026’an, ji rayedarên Pakistanî daxwaz kirin ku vê biryarê bidin sekinandin û ji vegerandina bi zorê ya kesên ku dosyayên wan ên koçberiyê yên çalak hene, xwe dûr bixin.
Wan tekez kir ku cîbicîkirina vê siyasetê, ne tenê jinan, lê belê zarok û endamên din ên malbatên penaberan jî dixe bin metirsiyên mezin. Li gorî daxuyaniya çalakvanan, gelek malbat bi salan e li benda nirxandina dosyayên xwe yên niştecihkirina nû ne û dersînorkirina ji nişka ve, paşeroja wan bi nezelalî û metirsiyê re rûbirû dihêle.
Daxwaza ji Emerîkayê ji bo lezandinê di nirxandina dosyayan de
Beşdarên vê kombûnê ji hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA), Kongreya Emerîkayê û Wezareta Karên Derve ya vî welatî daxwaz kirin ku bi hevkariya hikûmeta Pakistanê re, pêvajoya derkirina penaberên Efganîstanî rawestînin û her wiha herî zû nirxandina dosyayên P1 û P2 bidin destpêkirin.
Wan tekez kir ku bi salan bendewarî, nezelalî û derengketina di pêvajoya nirxandina dosyayan de, jiyana bi hezaran penaberan xistiye bin şert û mercên dijwar ên aborî, derûnî û ewlehiyê. Li gorî nirxandinan, vegerandina bo Efganîstanê di bin serweriya Talîbanê de ji bo wan ne vebijarkeke ewle ye û dikare encamên nebaş û bêveger bi xwe re bîne.
Daxwaza mudaxaleyê ji saziyên mafên mirovan
Birêvebirên vê kombûnê her wiha ji rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, saziyên parastina penaberan û kesayetên mafparêz daxwaz kirin ku bi zêdekirina zextên dîplomatîk û diyaloga bi hikûmeta Pakistanê re, rê li ber pêvajoya dersînorkirina bi zorê ya penaberên Efganîstanê bigirin.
Wan hişyarî da ku bêdengî û guhnedana civaka navneteweyî li ber rewşa vê koma penaberan, dikare jiyana bi hezaran jin, zarok û malbatên di bin metirsiyê de bixe xetereyê.
Çarenûsa nezelal a bi hezaran penaberên Efganîstanî
Piştî vegera Talîbanê ser desthilatdariyê di sala 2021’an de, bi sed hezaran welatiyên Efganîstanî, di nav de jin, çalakvanên mafên mirovan, rojnamevan, dadwer, dozger, hêzên ewlehiyê yên berê, çalakvanên civaka sivîl û kesên din ên ku bi metirsiya tolhildan an jî şopandinê re rûbirû bûn, neçar man welatê xwe biterikînin.
Beşeke berçav ji van kesan sînor derbas kirin û derbasî welatên cîran bûn. Bi taybetî Pakistanê û heta niha gelek ji wan hê jî li benda qedandina pêvajoya nirxandina dosyayên xwe yên cîbicihkirinê û veguhastina bo welatên ewle ne. Bi nêzîkbûna dema derkirinê ya ku ji aliyê Pakistanê ve hatî destnîşankirin, fikarên li ser çarenûsa bi hezaran penaberên Efganîstanî, bi taybetî jin û keçên ku di bin serweriya Talîbanê de bi sînordarkirinên giran û gefên ewlehiyê re rûbirû ne, ji her demê zêdetir bûne.