Ji meşa li dijî fermanê: PKK’ê bi hawara me ve hat

Emşê Elî ya beşdarî meşa ku bi boneya 10`min salvegera fermanê hat lidarxistin bû anî ziman ku ewê xiyaneta ku PDK’ê li wan kiriye jibîr nekin û gotin: “Ger PKK’ê bi hewara civaka Êzidî nehatiba niha wê tu kesê Êzidî di Şengal de tuneba.”

Şengal – Di 3’ê tebaxa 2014 çeteyê DAIŞ ferman anî ser civaka Êzidî. Bi boneya 10`mîn salvegera fermanê bi pêşengiya TAJÊ û rêveberiya xweser a Şengalê duh meşeke girseyî hat lidarxistin. Bihezaran kesên Şengalî ji siyasetmedar, çalakvan û rêveberan beşdarî meşê bûn.

Meş ji gel meclisa gel a Şengalê heya dibistana sor dewam bi silogana ‘Kê bazda pêşmerge’ û ‘Silav li gerîlayên azadiyê’ dewam kir. Meş li ber dibistanê veguherî mitîngê û li wir peyamên cûda hatin dayîn. Di peyaman de soza bilind kirina tekoşînê û tola fermanê rakirin hat dayîn.

‘Em ê jibîr nekin’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ) Riham Hico di peyama xwe da zanîn ku êdî wê tu kes li ser civaka Êzidî pilanan neke û wiha got: “Ji bîrkirina van buyeran di dîroka me de xiyaneta herî mezin e û pêwîste em ji bîr nekin. Em civaka Êzidî gelekî bi ax, çand ziman û baweriya xwe ve girêdayî ne.  Me tu carî teslîmbûn qebûl nekiriya û serî ji tu tu kesî re netewandiye. Ev bîranînên ku em îro çêdikin wê peyamê dide ku me zincîrê koletiyê qetandiye. Me ew roj derbas kirin, em ne ew kesên yên beriya fermanêne ku carekî din bên kirîn û firotin. Em êdî xwedî  hêzên xwe yên parastinê, xwedî  rêxistin û siyaset in. Ji niha û şûnde wê tu kesek nikaribe li ser me peymanan û lihevkirinan çêbike. Wê pirsgirêkên Şengalê ne li Bexda, Parîs, Hewlêr û Enqere, dê li vir bê çareserkirin. Wê êdî tikes nekare me rêve bibe û desthilatdariyê li ser me bike.”

‘Divê em bibin yek’

Riham Hico bal kişand girîngiya yekîtî û tifaqê ji bo Êzidiyan û got: “Îro me bersiva fermanê  daye, lê tişta ku ji nan û av  ji me re girîngtire yekîtî û  xwe rêxistinkirine. Eger em nebin yek wê dijmin me yek bi yek tune bike. Em bi vê boneyê bang li gelê xwe dikin, eger ser bi çi aliyê siyasî bin jî, ji bo Êzdayetiyê kar bikin.”

‘Ferman hîn bi dawî nebûye’

Yek ji kesên ku beşdarî meşê bibû Emşê Elî ya ji ajansa me re axivî, da zanîn ku wan ferman tucarî jibîr nekiriye: “Îro ji bo bîranîna fermanê em li vir amade bûne ev roj ji bo me rojeke reşe birînên me dîsa vebûn ger bi hezaran sal derbas bibin em vê fermanê ji bîr nakin. Ev bûn 10 sal hin dayik û xwişkên me di destê çeteyê DAIŞ de ne hin kesî dengê xwe ne kiriye. Di nava axa Iraq de Mesûd Barzanî destek da DAIŞ ferman anîn ser civaka me. Heta niha esîrên me di destê DAIŞ’ê de ne di bazaran têne firotin û Şengal hîna wêran e. Heta roja îro Îraq ji me re tu tişt negotine û nekirine gazina me ji bo Îraqê ye. Ew sîlehên giran di roja fermanê de di gundê Dugirê re derbas kiribûn. Ger bi wan şer kiriban û li hemberî DAIŞ’ê bi kar anîban, ev ferman ne dihat ser vê civakê. Di vê em rabin ser piya û em dengê xwe bi gihînin cîhanê hemî, divê her kes bizane ka çi hat serê civaka Êzidî. Ferman hîna bi dawî nebûye, dijmin her li pey me ye di vê em pêşî li van fermana bigrin.”

‘Şengal bi xwîna şehîdan li ser piya ye’

Emşê Elî da diyar kirin ku Şengal bi xwîna şehîdan li ser piya ye û wiha nirxand: “Ger PKK’ê bi hewara civaka Êzidî nehatiba niha wê tu kesê Êzidî di Şengal de tuneba. Di vê em rastiyê bêjin yê kû başî ji mirov re kir û yê xirabî bi mirov re kir ji hev nas bike. PKK’ê bi hezaran şehîd di li ber axa Şengal û civaka Êzidî de. Şengal bi xwîna şehîdan li ser piya ye û bi keç û xortên Êzidî. Em wek civaka Êzidî di ser navê tu hizban na axivin em bi zimanê xwe daxivin. Me bi çavên xwe dît eskerê Îraq çekên xwe danîn û PDK’ê li pêş çavên me reviyan. Em di destê hovan û dijminan de hiştin. Em hemî şehîdên 74 fermana bibîr tînin û rehma xwedê li wan be. Bi îzna xwedê êsîrên me wê werin xilas kirin ji destê çeteyê DAIŞ’ê.”