Derbarê Pexşan Ezîzî de dê biryara dawî bê dayîn
Dosyaya rojnamevan Pexşan Ezîzî ku 120 rojin nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, ji Dadgeha Bilind re hate şandin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) dosyaya rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku 18 rojin ji bo biryara dawî ya darvekirnê li girtîgeha Evîn tê ragirtin, ji bo Dadgeha Bilind hatiye şandin.
Li gorî heman çavkaniyê Pexşan Ezîzî 120 rojin nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Hêjayî gotinê ye Pexşan Ezîzî xelkê bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Roja 23’yê Tîrmeha 2024’an parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hate dayîn.