‘Pêwistiya gelan bi peyamên Birêz Ocalan heye’

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun a li dijî tecrîda li Îmraliyê di çalakiya nobetê de cih digre, xwest demildest hevdîtin bê kirin û wiha got: "Pêwîstiya gelên Tirkiyeyê bi peyama aşti yên Birêz Ocalan heye.”

Enqere – Nobeta edaletê Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn dest pê kirin, di roja 26’emîn de berdewam kir.

Parlementer Şevîn Coşkûn, Hasan Ozgûneş, Kemal Pekoz, Îmam Taşçier, Muazzez Orhan û Mûrat Sarisaç beşdarî çalakiyê bûn. Şevîn Coşkûn a di çalakiyê de axivî, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê Şibata 1999’an ve bi awayekî sîstematîk di bin tecrîde de ye û ev 22 meh in bi tu awayî jê agahî nayê wergirtin û diyar kir ku serlêdanên malbat û parêzeran jî bê bersiv tên hiştin.

‘Em ê tecrîda li Îmraliyê li her derê eşkere bikin’

Şervîn Coşkûn a pirsî “Gelo Girtîgeha Îmraliyê ne di nava sînorên Tirkiyeyê de ye?” wiha axivî: “Birêz Ocalan û 3 mehkûmên din jî weke hemû girtiyên din xwedî maf in. Lê mafên wan bi awayekî kêfî tên astengkirin. Beriya niha hincetên xirabûna koster û avhewa didan pêş. Di demên dawî de di bin navê cezayê disîplînê de bi hincetên kêfî hewl didin bêhiqûqiya li Îmraliyê veşêrin. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Hûn nikarin vê bêhiqûqiyê bi ewarekirinê re veşêrin. Ji ber ku em ê vê bêhiqûqiya heyî û tecrîda li Îmraliyê li her derê eşkere bikin.”

‘Derneketina hevdîtine îşareta pirsgirêkek ciddî ye’

Şevîn Coşkun a peywir û berpirsyariyên Wezareta Dadê bi bîr xist, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Demildest dawî li tecrîdê bînin ku jixwe tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ji ber ku Girtîgeha Îmraliyê di nava sînorên Tirkiyeyê ye. Ger li wê derê hiqûqekî cuda were pêkanîn, divê ev yek were eşkerekirin. CPT serdana girtîgehê kir û parêzerên birêz Ocalan ragihand ku Ocalan hevdîtin qebûl nekiriye. Ev yek îşareta pirsgirêkek ciddî ye. Îro li nav civakê fikarên ciddî li ser tenduristî  û ewlehiya rêzdar Ocalan heye. Erka Wezareta Edaletê ye ku van fikaran ji holê rake. Divê astengiyên li pêşiya parêzeran werin rakirin û di zûtirîn demê de hevdîtin pêk were. Ji ber ku pêwîstiya gelên Tirkiyeyê bi peyama aştiyê yên Abdullah Ocalan heye.”

‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’

Şevîn Coşkun diyar kir ku AKP’ê ji bo desthilatdariya xwe biparêze polîtîkayên şer hembêz kiriye û bang li hemû hêzên demokrasiyê û mûxalefeta civakî kir: “Têkoşîna li dijî tecrîdê bê dayîn di rastiyê de ji bo aştî û avakirina demokrasiyê ya Tirkiyeyê çawaniyek ceribandine de ye. Em bi têkoşîna hevpar re dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin. Dema bêhiqûqiya li wir bi dawî bibe, wê feydeyeke mezin bide ji bo aştî, demokrasî û dewleta hiqûqê ya Tirkiyeyê. Werin em bi hev re li dijî tecrîda ku sûcê mirovahiyê ye ji hev ra têbikoşin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, divê di zûtirîn demê de dawî bibe.”