Pervîn Bûldan: Nebihîstina qêrîna Emîne Şenyaşar bêwijdanî ye

Hevsroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan a li gel parlementerên HDP'î bûn mêvana "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşar got: “Nebihîstina qêrîna vê dayikê bêwijdanî û bê hiquqiyek mezine.”

Riha - Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyar a li ber Edliyeya Rihayê ji 9’ê Adara 2021’an ve didome. Duh êvarî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay, parlementerên HDP'ê Omer Ocalan û Ayşe Surucu û gelek kes bûn mêvanê "Sifreya Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ku di dema fitarê de li ber avahiya edliyeyê hat raxistin.

Beriya fitarê Hevsroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û bang li kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin kir ku demildest dawî li vê bêedaletiyê bînin. Pervîn Bûldan, bal kişand ser kuştina hevjînê Emîne Şenyaşarê û her du kurên wê û ji bo girtina kurekî wê jî got, ev yek bi tu hiqûq û wijdanê nayê ravekirin û got: "Lewma em careke din bang li kesên vî welatî bi rê ve dibin dikin; Dawî li vê bêedaletiyê bînin. Dayik baş dizane dê windahiyên wê paş de neyê. Lê vê nobedê ji bo berdana kurê xwe yê di girtîgehê de daye destpêkirin. Em careke din dibêjin, divê hr kes vê nobedê bibîne. Û em vê bangawaziyê careke din dubare dikin. Em li cem malbata Şenyaşarê ne. Em baş dizanin bê çi bêhiqûqîtî hatiye serê wan. Lê em li cem malbatê careke din bang dikin ku yên vî welatî bi rê ve dibin dawî li vê bêhiqûqîtiyê bînin. Em ê tim li cem malbata xwe bin."

“Tenê mirin dikare min ji vêderê rake”

Dayika Emîne Şenyaşar ya ku îro di roja 400’î de Nobeta Edaletê dewam dike jî da zanîn ku tenê mirin dikare wê ji ber avahiya edliyê rake.

Piştî axaftinan bi duayan çûn ser "Sifreya Edaletê" rûniştin.