Perspektîfe Femînîst a li ser şer û rizgariya jinan li Îranê: Ne komara îslamî, ne jî şerê biyanî - GOTAR

ELAHE SADR

Gelo li Îranê rizgarî û xilasiya jinan dikare bi şerekî ku jinan bi mirinê, koçberiyê, wêrankirina binesaziya bingehîn û tundiyên din re rûbirû dihêle, were piştgirîkirin?

Ev dibe ku pirsa herî bingehîn be ku perspektîfeke femînîst di derbarê şerê Emerîka û Îsraîlê li dijî Îranê de pê re rû bi rû dimîne. Ger em femînîzmê ne tenê di wateya teng a "mafên jinan" de, lê wekî rexneyek li serdestî, tundûtûjî, cudakarî, mîlîtarîzm û bêparkirina ji îradeya azad a mirovan binirxînin, wê hingê piştgirîkirina şerekî wisa bi nakokiyeke cidî re rû bi rû dimîne.

Sedemên pir cidî ji bo bersiveke li ser azadiya jinan a “na” ji bo vê pirsê hene

Lê belê, ev “na” nayê wateya parastina Komara Îslamî an pejirandina polîtîkayên hikûmeta Îranê. Bi awayekî din, Femînîzmekdikare di heman demê de rexnegirê Komara Îslamî, dijberê serpoşa mecbûrî, parêzvanê femînîzmê, jiyan û azadiyê û dijberê şerê biyanî be. Ev her du helwest bi awayekî mantiqî nakok in.

Dema ku em nikarin xêzek di navbera hikûmet û gel de bikişînin wê demê pirsgirêk dest pê dike

Yek ji prensîbên herî bingehîn ên exlaqa femînîst ew e ku ferd wekî mirovekî serbixwe ji hikûmet, malbat, netewe û koma siyasî nas bike. Jin li Îranê ne "hikûmet" in. Gelek ji jinên ku li dijî hikûmetê şer dikin dê bibin qurbaniyên sereke yên şer.

Serokkomar, fermandarê payebilind, an biryarderê siyasî dibe ku di stargehekê de bin, lê jineke ducanî, zarokek, hemşîreyek, karkerek, kesekî pîr, an malbateke ku mala wê nêzî hedefeke leşkerî ye, nikare di stargehekê de be.

Hikûmet biryaran didin lê, gel bedelê dide

Ji ber vê yekê, divê di navbera van her du daxuyaniyan de cûdahiyek were çêkirin: “Ez li dijî Komara Îslamî me” û “Ji ber vê yekê, ez êrîşa leşkerî ya li ser Îranê erê dikim.” Daxuyaniya duyemîn nikare ji ya yekem were wergirtin.

Eger kesek piştgiriyê dide destwerdana leşkerî bi navê rizgariya jinan, divê ew bersiva vê pirsê bide: Çima cezakirin an jî xeterekirina heman civaka ku tê xwestin were rizgarkirin, divê bibe rêbazek ji bo misogerkirina azadiya wan?

Tam li vir e ku femînîzma dijî-serdestiyê bi mantiqa şer re rû bi rû dibe. Pirsgirêk ne tenê ew e ku şidet li dijî kê tê kirin; divê pirs li ser avahiyên ku şidetê hildiberînin û rewa dikin jî were kirin. Mîlîtarîzm bi gelemperî li ser hiyerarşiyê, îtaetê, desthilatdariya navendî, afirandina dijminan û rewakirina şideta rêxistinkirî ye. Di vî warî de, femînîzm divê pirsa jêrîn bipirse:

"Çima çareseriya pirsgirêkek siyasî divê bi kuştina mirovan ve girêdayî be?"

Li vir e ku femînîzma dij-mîlîtarîst vediguhere helwesteke exlaqî ya cidî. Di vê nuqteyê de, gotara "rizgarkirina jinan" jî girîngiyê digire.

Yek ji rexneyên sereke yên ku femînîst li dijî polîtîkayên destwerdanê dikin ev e ku hêzên derve carinan jinan wekî "qurbanên ku hewceyê rizgarkirinê ne" nîşan didin, lê van heman jinan li derveyî pêvajoya diyarkirina pêşeroja xwe dihêlin.

‘Jin li Îranê ne tiştên ku werin rizgarkirin in ew mijarên siyasî ne’

Ev mantiqek xeternak û kolonyalîst e: "Em dizanin çi ji bo jinên we baştir in. Ji ber vê yekê em êrîşî welatê we dikin. Lê femînîst tam bi vê bêhêzkirinê re pirsgirêkek heye. Jin li Îranê ne tiştên ku werin rizgarkirin in; ew mijarên siyasî ne. Divê jin bikaribin ji bo xwe pêşeroja welatê xwe, hikûmeta xwe, mafên xwe û rêbazên têkoşîna xwe biryar bidin. Eger armanc bi rastî rizgariya jinan be, wê demê divê ev pirs were pirsîn çima civaka sivîl, femînîst, penageha çalakvanan, zexta mafên mirovan, cezayên hedefgirtî li dijî binpêkerên mafên mirovan û piştgiriya rêxistinên serbixwe divê bibin sedema bombebaranê. Ji aliyekî din ve, şer ne tenê ezmûnek ji bo mêr û jinan e. Hilweşîna xizmetên giştî, koçberî, bêkarî, qutkirina gihîştina lênihêrîna tenduristiyê û zêdebûna bêewlehiyê dikare bi taybetî jinan bi zirarê re rûbirû bihêle.

Jinên ducanî hewceyê lênihêrîna tenduristiyê ne; dayîk berpirsiyarê lênêrîna zarokan in; jinên bêwar bi xetereyên mezintir re rûbirû dimînin; hilweşîna aborî dikare girêdayîbûna aborî ya jinan zêde bike; û xetera tundiya li ser bingeha zayendî jî di dema şer de zêde dibe.

Ji ber vê yekê, femînîzim ku li dijî tundiya li dijî jinan şer dike, nikare encamên şer tenê bi hejmara mûşekên ku hatine hilweşandin an jî hedefên leşkerî yên ku hatine xistin bipîve. Ewlehiya jinê ne tenê li ser jiyanê ye; ew di heman demê de gihîştina nexweşxane, malan, xwarin, dahat, perwerde, malek ewle û şiyana dayîna biryarên li ser jiyana xwe jî vedihewîne. Li vir e ku hilweşandina binesaziya sivîl rasterast bi rizgariya jinan ve girêdayî dibe; Ev xal di nîqaşên siyasî de pir caran tê paşguhkirin.

Ger nexweşxaneyek were hilweşandin an jî bêkêr bibe, mafê tenduristiyê yê jinê hema bêje bêwate dibe. Ger dibistanek were girtin, mafê perwerdehiyê yê keçekê tê binpêkirin. Ger aborî hilweşe, serxwebûna aborî ya jinan kêm dibe. Ger malbat ji cih û warên xwe werin derxistin, jin û zarok bêtir bêparastin dibin. Ger av, elektrîk, veguhastin û xizmetên ragihandinê werin astengkirin, barê lênêrîna malbatê dikare zêde bibe. Ji ber vê yekê, femînîzim divê ne tenê ji perspektîfa "armancek leşkerî" li şer binêre; divê zincîra encamên civakî yên wê armancê jî bibîne.

Ji vê perspektîfê, argumana ku "ev şer ji bo rizgarkirina jinan li Îranê ye" bi awayekî mentiqî ne bes e. Em bibêjin ku kesek dibêje: "Komara Îslamî jinan bindest dike; ji ber vê yekê, şerkirina li dijî Komara Îslamî di berjewendiya jinan de ye." Ev arguman xeletiyek mentiqî dihewîne. Em nikarin bi tenê bi gotina ku ew xirab e, bigihîjin wê encamê ku her tiştê ku li dijî pergala baviksalar, dijminê jinan, gendel û mafyayî ya Komara Îslamî derdikeve ji bo jinan baş e. Mimkun e ku du tişt di heman demê de xirab bin.

ji perspektîfek femînîzim helwestek sêyemîn xurtir e

Femînîzim dikare bibêje ku zordariya li ser jinan ji aliyê Komara Îslamî ve xelet e û şerekî derveyî ku gelê Îranê bi mirin û wêrankirinê re rûbirû dihêle jî xelet e. Di navbera van her du pêşniyaran de nakokî tune. ji perspektîfek femînîzim, helwestek sêyemîn xurtir e. Ne zordariya navxweyî û ne jî şerê derveyî. Li vir, dijberiya şer divê bi parastina Komara Îslamî re neyê tevlihevkirin. Têgihîştineke xelet a hevpar di vê nîqaşê de afirandina dilemayek xelet e. Yan Komara Îslamî, an Dewletên Yekbûyî û Îsraîl. Lê ew femînîzim neçar nîne ku di navbera van her du hêzan de hilbijêre. Ew dikare bibêje: "Ez li dijî Komara Îslamî me, lê ez di heman demê de li dijî hêzên emperyalîst û kolonyalîst im ku Îranê bombebaran dikin. Ez mafên jinan li Îranê diparêzim, lê ez naxwazim jinên li Îranê ji bo guhertina rejîmê bedela şer bidin. Ez li dijî zordariyê me, lê ez di heman demê de li dijî veguherandina Îranê bo qada şer ji bo hêzên biyanî yên ku dixwazin qezenc bikin im."

Prensîbên heyî

Ev helwest ne nakok e û ne jî piştgiriya hikûmeta Îranê hewce dike. Heta ji aliyê qanûnî ve jî, ne her êrîş tenê ji ber ku şerek dest pê kiriye rewa ye. Qanûna mirovî ya navneteweyî tekezî li ser prensîba cudakirina di navbera hedefên leşkerî û sivîl de û êrîşên li dijî sivîlan û êrîşên bêserûber qedexe dike, kiriye. Prensîba cudakirinê dibêje ku êrîş divê li dijî hedefên leşkerî werin kirin. Prensîba rêjeyîbûnê dibêje ku êrîşek ku tê payîn zirarên zêde yên tesadufî bide sivîlan qedexe ye, her çend hedefa leşkerî rewa be jî. Prensîba tedbîrê dibêje ku dewlet û hêzên çekdar divê zirara li ser sivîlan kêm bikin.

Berovajî vê, pêwîst e ku her du şêweyên tundiyê di heman demê de rexne bikin. Dijberiya li hember zordariya li ser jin û mirovan ji aliyê Komara Îslamî ve. Her wiha, dijberiya li hember şerê ku Emerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dimeşînin. Parastina tevgerên sivîl û jinan li Îranê. Parastina sivîlan. Dijberiya li hember cezayên kolektîf. Dijberiya li hember îşkence û darvekirinan. Dijberiya li hember tundiya zayendî. Û piştgiriya rêbazên guhertinê yên siyasî û sivîl. Ev helwest ji hêla mentiqî ve ji hilbijartina aliyekî an aliyekî din ê desthilatdariyê pir bihêztir e. Ger em bi rastî bawer dikin ku gelê Îranê ne wekî hikûmetê ye, wê hingê divê em vê prensîbê di siyaseta derve de jî bişopînin.

Îdia ev e: "Pirsgirêka me bi hikûmeta Îranê re heye, ne bi gel re." Û piştgiriya siyasetek ku bi piranî ji hêla mirovên asayî ve tê dayîn derew û demagojiyek mezin e.

Eger armanc guhertina reftara hikûmetê be, divê amûrên siyasî, dîplomatîk û mafên mirovan ên hedefgirtî bi qasî ku pêkan be li ser biryarderan bi xwe û avahiyên berpirsiyar bisekinin, ne li ser civakê, ku di biryardana siyaseta derve ya welêt de ti gotinek tune. Ev bêtir lihevhatî ye bi prensîba femînîst a hesabpirsînê bêyî cezakirina kolektîf. Di dawiyê de, femînîzm divê "hêza dewletê" bi "ewlehiya mirovan" re tevlihev neke. Hikûmetek dikare îdia bike ku ji bo ewlehiya welêt şer dike; lê femînîst hewce dike ku pirsek din bipirse: “Ewlehiya kê zêde bûye? Gelo jinek li Îranê ji zarokê xwe ewletir e? Gelo jinek ducanî ku nexweşxaneya wê di bin zexta şer de ye ewletir e? Gelo keçika ku dibistana wê hatiye girtin azad bûye? Gelo malbatek ku mal û dahata xwe winda kiriye, bêtir bijarte bi dest xistiye?”

Ev guhertina perspektîfê yek ji taybetmendiyên herî girîng ên analîza femînîst e. Guhertina balê ji hêza dewletan ber bi ezmûna mirovan ve. Û dibe ku di dawiyê de, pirsa herî bingehîn ev e: “Gelo mirov dikarin werin bombebaran kirin da ku wan rizgar bikin?”

Bersiva femînîst a domdar ew e ku dijberiya Komara Îslamî û dijberiya şerê li dijî Îranê du helwestên bi temamî lihevhatî ne. Femînîstek ne hewce ye ku hikûmeta Îranê paqij bike da ku dijberiya şer bike; bi heman awayî, dijberiya Komara Îslamî ne hewce ye ku piştgiriya şerê di navbera Emerîka û Îsraîlê de bike.

Helwesta herî domdar ji perspektîfa femînîst

Ez hem li dijî zordariya li ser jinan ji hêla Komara Îslamî ve û hem jî li dijî şerê ku êşê dide mirovan li Îranê me. Rizgarkirina jinan li Îranê divê ji hêla jin û civaka li Îranê ve were bidestxistin û bi zêdekirina temsîliyeta wan, ne bi veguherandina welatê wan bo qada şer ji bo hêzên biyanî.

Ev helwest ne parastina Komara Îslamî ya Îranê ye û ne jî piştgiriya siyaseta derve ya Îranê ye; ew parastina mafê çarenûsî yê takekesan, rûmeta sivîlan û prensîba berxwedana li dijî tundî û serdestiyê ye.

* Femînîst û çalakvana siyasî