Hêzên Îranê li Dîwandereyê malbatek Kurd girtin

Hêzên ewlehiyê yên Îranê li gundekî Dîwandereyê dayik, bav û zaroka wan a 16 salî bêyî biryara dadgehê desteser kirin; zarok piştî çend rojan hat berdan, lê dayik û bav hê jî di hucreya yekkesî de têne ragirtin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporek ku ji aliyê Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ve hatiye weşandin, di 14’ê Tebaxa 2026’an de, hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê sê endamên heman malbatê li gundekî Dîwandereyê bi ser malê de girtin û ew desteser kirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku Meryem Muradiyan, Sîrus Hemîdî û zaroka wan a 16 salî, Kurdîya Hemîdî, piştî girtina wan rakirine Girtîgeha Jinan a bajarê Sine û Girtîgeha Navendî ya Sine.

Zaroka 16 salî hate berdan

Kurdîya Hemîdî ku ligel dayika xwe Meryem Muradiyan li Girtîgeha Jinan a Sine di hucreya yekkesî de dihat ragirtin, piştî çar rojan hate berdan. Lê belê rewşa dayik û bavê wê hîn jî ne diyar e.

Mafê parêzer û hevdîtinê nayê dayîn

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Meryem Muradiyan û Sîrus Hemîdî hîn jî li girtîgehên Sine di hucreyên yekkesî de têne girtin. Rayedarên girtîgehê mafê şêwirmendiya hiqûqî (parêzer) û serdanên malbatê nadin van girtiyan.

Heta niha ji aliyê desthilatdaran ve tu daxuyaniyek li ser sedemên girtina vê malbatê an jî sûcdariyên li dijî wan nehatiye dayîn.