‘Pergala Rêveberiya Xweser ji bo Rojhilata Navîn nimûne ye’
Rêvebera Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rohat Xelîl got: “Pergala Rêveberiya Xweser a bi hemû pêkhate, komîn, meclîs û pêşengiya jinan bi rêve diçe ji bo jinan û tevahiya Rojhilata Navin ya herî guncav e.”
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Li herêmên ku di bin serweriya komên cîhadîst ên Heyet Tehrîr El-şam HTŞ’ê de, bi bûyerên di bin navê “kiryarên kesayetî” de ji rojevê dernakeve. Sûcên kuştin, revandin, lêdan û îşkenceyê tên kirin. Di heman demê de gelek kiryar û sûc li dijî pêkhate û cihên pîroz tên pêkanîn. Gelek dîmen li ser medya dijîtal hatin belavkirin ku tê de êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li hember dêr û cihên pîroz xuya dikin. Rêvebera Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojihlatê Sûriyê Rohat Xelîl têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
Rohat Xelîl di serî de da zanîn ku pirsgrêka sereke ya Sûriyê ber bi hilweşandinê ve biriye, neyekbûna pêkhateyan bûye û wiha got: “Piştî ku pergala rêjima Sûriyê hat hilweşandin, tu guhertinek nû çênebû. Guhertin tenê di asta kesayetan de hat çêkirin. Hejmara tevahî kesên ku di vê aloziya li Sûriyê de hatine kuştin zêde ye. Bi taybetî jî li herêmên ku ne di bin sîwana Rêberiya Xweser de ne. Sedema wê ya yekem jî hembêznekirina hemû olan û netewan e. Pirsgirêka sereke ya bû sedema hilweşandina rêjima Sûriyê jî ev neyekbûna wan bû. Me dît ku piştî rêjîm hilweşiya, şerekî pir dijwar di nav wan pêkhateyan de rû da û ev aloziya wan hê jî bi rengekî herî dijwar berdewam dike. Ger di navbera wan pêkhateyan de yekbûn neyê çêkirin, ewê xeteriya li ser Sûriyê zêdetir bibe.”
‘Cihên herî bi ewle niha di Sûriyê de, herêmên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ne’
Rohat Xelîl di berdewama axaftina xwe de got ku heya destûrek ji Sûriyê re neyê çêkirin, ewê xeterî zêdetir bibin û wiha domand: “Cihên herî bi ewle niha di Sûriyê de, heremên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ne. Heya ku destûreke nû di Sûriyê de neyê çêkirin, dibe ku her biçe ev xeterî û aloziya heyî dijwartir bibe. Ev pêkhateyên ku bi hezaran salan e bi hev re jiyan dikin li ser vê xakê, mefê van hemûyan heye ku cihên xwe di vê destûrê de bigirin.”
‘Mafê jinên Sûriyê heye ku di vê destûrê de cîh bigre’
Rohat Xelîl di dawiya axaftina xwe de ji bo pêşeroja jinên Sûriyê jî got ku mafên jinên Sûriyê jî heye ku cihê xwe di vê destûrê de bigrin û wiha got: “Di vê destûra ku bê çêkirin de divê jinên Sûriyê jî bi awayekî aktif cîhê xwe di vê pergalê de bigirin. Jinên Sûriyê di dîrokê de rolekî girîng listine û pêşengtî ji civaka xwe re kirine. Pergala Rêveberiya Xweser, ji bo jinan û tevahiya Rojhilata Navin ya herî guncav e. Pergala ku hemû pêkhate bi komîn, meclîs û bi pêşengtiya jinan a vê civakê re tê kirin. Divê mafên jinên Sûriyê jî hebe ku bibe xwedî rol û misyoneke bi vî rengî.”