NY’ê bernameya ji nû ve avakirinê ya Xezayê ragihand
Îsraîlê agirbest binpê kir û Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir pêwistî bi vekirina hemû deriyan heye ku ji bo Zîvala Xezayê gihandina alîkariyan bi hêsanî pêk were.

Navenda Nûçeyan- Hêzên Îsraîlê peyamana agirbestê binpêkirin û li Zîvala Xezayê gelek deveran bombebaran kir. Di encama van êrîşan de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndarbûn. Di heman demê de, Bernameya UNDP’ê texmînên xwe yên lêçûna ji nû ve avakirina Xezayê eşkere kir û daxwaz kir ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî hemû deriyên derbasbûnê yên Zîvala Xezayê bên vekirin.
Îsraîl agirbest binpêkir
Hêzên Îsraîlî, bi bombebarankirina bajarokê Fuxarî ya li Xan Yûnis a başûrê Xezayê, agirbest binpê kir. Di encama vê êrîşê de Filistîniyekî jiyana xwe ji dest da. Her wiha di encama êrîşa li ser taxa Şucaiyê ya li rojhilatê bajarê Xezayê de jî, 5 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê, wesayîtên Îsraîlî êrîşê bakurê rojavayê Refahê a başûrê Xezayê kirin. Ev rewş mîna binpêkirina agirbestê ya hêzên Îsraîlê hate nirxandin.
Ev bûyer piştî ku hêzên Îsraîlê bi sedan girtiyên Filistînî berda û Hamasê li gel 20 rehînên zindî yên Îsraîlî 4 cezaneyan radestkir, pêkhat. Piştre li Şarm el-Şêx "Civîna Aştiyê" ku nêzî 30 lîderên cîhanê beşdarbûn hate lidarxistin û ev mîna pêşveçûneke ku plana bidawîkirina şerê li Xezayê bi keyfxweşî pêşwazî dikin, hate nirxandin.
Peymana agirbestê ya di navbera Hamas û Îsraîlê de, roja Înê di seatên nîvro de ket meriyetê û piştî ku hêzên Îsraîlê ji deverên cûda yên Zîvala Xezayê vekişiya ket meriyetê.
Texmînên Mesrefên Nûavakirinê
Kolanên Şerîda Xezzeyê tijî kavil û xirbe ne, û tê gotin ku bi sedan cenaze di bin de mane. Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) mesrefa ji nû ve avakirina Xezzeyê bi 70 milyar dolarî texmîn kiriye.
Li gorî daxuyaniyên ku di civîneke çapemeniyê ya roja Sêşemê (14ê Cotmehê) li Cenevreyê de hatine kirin, herî kêm 55 milyon ton kavil li herêmê ne. Di civînê de hebûna "Bernameya Nûavakirin û Fînansekirina Xezzeyê" ya ku ji hêla welatên Ereb, hevkarên Ewropî û Dewletên Yekbûyî ve tê piştgirî kirin, hate ragihandin. Hate diyarkirin ku pêvajoya ji nû ve avakirinê dikare ji deh salan zêdetir bidome.
Di dema şer de 193,000 avahî bi tevahî hatin wêrankirin, û %95ê makîneyên giran ên li herêmê hatin wêrankirin. Di civîna çapemeniyê de hate tekez kirin ku tenê li kolanên Bajarê Xezzeyê 55 milyon ton kavilên xanî û pîşesaziyê kom bûne.
Ji nû ve avakirina Xezayê dê bibe sedema 70 mîlyar dolar
Li gorî Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP), ji nû ve avakirina Xezayê dê bibe sedema 70 milyar dolar û dibe ku zêdetirê 10 salan bidome. Li herêmê 55 milyon ton bermahiyan heye, di şer de 193 hezar avahî hilweşiyan û ji sedî 95’ê makîneyên giran texrîb bûn. Pêvajoya ji nû ve avakirinê, dê bi bernameyek ku ji aliyê welatên Ereb, Ewropa û Dewletên Yekbûyî ve tê piştgirî kirin, bê meşandin.
‘Pêdiviyên mirovî li Xezayê pir zêde ne’
Berdevkê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Kiristyan Kardon jî li ser mijarê ev tişt anî ziman: “Pêdiviyên mirovî li Xezayê pir zêde ne. Lewma, divê hemû dergeh ji bo derbaskirina alîkariyan werin vekirin.”
Her du rayedaran agirbesta heyî wek derfetke dîrokî ya pêşxistina xebatên mirovî û derbaskirina alîkariyan bi nav kir.
NY’yê di roja 22’ê Tebaxa îsal de ragihand ku Xeza bi birçîbûnê re rû bi rû hatiye hiştin û hişyarî da ku derdora 500 hezar kes di bin metirsiya herî dijwar a jiyanê de ne. Îsraîl, tevgera Hemas ji vê rewşê berpisyar nîşan dide û wê tawanbar dike ku destê xwe datîne ser alîkariyên mirovî.
Buroya NY’ê destnîşan kir ku derdora 190 hezar ton alîkariyên mirovî hîn li benda erêkirinê ne da ku derbasî Xezayê werin kirin.