Pêkhateyên Hesekê: Ji bo serkeftinê emê li dijî êrişan li ber xwe bidin
Tevgera Çand û Huner a Herêma Cizîrê û Ciwanên Şoreşger li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşekî girseyî lidar xistin.
Hesekê - Bi pêşengtiya Tevgera Çand û Huner û Tevgera Ciwanên Şoreger û bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Hesekê li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi cil û bergên filklorî meşek girseyî, hat li dar xistin. Meş ji ber çarxereya Kevokê ya taxa Miftî destpê kir û li ber Navenda Çand û Huner a bajarê Hesekê veguherî mitîngê.
“Ger ku tunebûna me hebûna wan rewa bike em ê her hebin”
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevserokê Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Ednan Îbrahîm wiha got: "Lihevkirina pêkhateyan îro bi saya felsefeya Ocalan bûye riya çareseriya hemû pirsgirêkan. Dewletên cîhanê li dijî vê projeyê bûne yek. Bi tecrîda li dijî Rêber Apo dixwazin dengê azadiyê qut bikin. Dewleta tirk ji ber têkçûna xwe li xaka Başûrê Kurdistanê, îro çekên kîmyewî bi kar tîne. Êrîş li dijî herêman me pêk tên. Dewletan hemû bi hev re biryara şerekî li dijî hebûna gelan dane, armanca wan ew e ku xwe ji krîza dijîn, xilas bikin. Ger ku tunebûna me hebûna wan rewa dike em ê her hebin û planên dagirkeriyê vala derbixin."
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Qehreman Hesekê jî da zanîn ku bi yekitiya ciwanan dê hemû planên qirkirinê têk biçin û wiha anî ziman: "Îro li dijî îradeya gelan planek qirêj tê meşandin. Ji aliyekî ve dorpêçkirina hikûmeta Şamê, gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de heye ji aliyekî ve jî êrîş. Ev tê wateya neqebûlkirina sîstema Rêvberiya Xweser ango îradeya gelan. Em ê ji bo serkeftina doza xwe li dijî hemû planan li ber xwe bidin."
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedan" bi dawî bû.