“Min ji kesê bawer nekir loma wê girt mala xwe û parast”
Li Geverê jina ciwan a ku 4 mehî ducanî bû mêrê bi navê B. A. yê ku bi wî re zewicandibû hewl da wê bikuje lê ji bo xwe rizgar bike ji malê reviya. Jina ciwan a ku nîvê şevê ji mala xwe derket, di tarîtiya şevê de dayikek wê dît û jê re bû alîkar.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Colemêrg - Li Tirkiyeyê hema bêje her roj nûçeyên tundiya li ser jinan û bûyerên kuştinê li ser tên bihîstin. Tevî vê rewşa bi xeter jî tedbîrên pêşîlêgirtinê nayên girtin. Herî dawî jî nûçeyek tundiyê ji navçeya Colemêrga Geverê hat. Jina ku ji aliyê hevjînê xwe B.A yê ku 7 meh berê pê re zewiciye ve, rastî îşkenceya sîstematîk hat. Duh nîvê şevê ji ber gefên kuştinê neçar ma ji mala xwe bireve. Jina ku piştî tundiyê dît ji ser hişê xwe çû, li kolanê dayikek ku wê dît alîkarî kir. Dayika ku jina rastî tundiyê hatibû girt mala xwe piştgirî da wê û agahî da malbata wê, wiha got: “Min ne ji polîs ne jî bi malbata mêr bawer nedikir. Ji ber vê min ew parast."
Ji tundiyê reviya xwe spart jinek
Bûyer li Taxa Mazotê ya li navenda navçeyê pêk hat. Jina ciwan a 4 mehî ducanî, ji aliyê mêrê bi navê B.A. yê ku 7 meh berê pê re zewicîbû ve rastî îşkence û gefên sîstematîk dihat. Duh bi şev ji ber ku hevjînê wê bi kêrê êrîşî wê kir, ji malê reviya. Jina mexdûra tundiyê ku em der barê bûyerê de pê re axivîn, diyar kir ku ji taxa xwe meşiyaye û çûye taxeke din û piştî demekê ji ber tundiya ku dîtiye ji ser hişê xwe çûye. Da zanîn ku piştî ji ser hişê xwe çûye, dayikek wê di pencereyê de dîtiye, bi lez hatiye alîkariya wê kiriye û diyar kir ku berê jî gelek caran ji aliyê B.A. ve rastî tundiyê hatiye û xwestiye wê bikuje.
Dê gilî bike
Jina mexdûr diyar kir ku B.A. û malbata wî dest danîne ser telefon û nasnameya wê, got ku piştî dayika ku alîkariya wê kiriye û ew biriye malê xwe telefona malbata xwe kiriye. Her wiha da zanîn berê jî ji ber tundiya dîtiye çûye ba malbata xwe lê bi mudaxeleya mezinên malbata xwe vegeriyaye mala xwe, diyar kir ku piştî xwe di ewlehiyê de bibîne dê der barê B.A. de gilî bike.
“Ger min telefona polîsan bikira dê wê bişandan malê”
Dayika ku jina mexdûr girt mala xwe, bûyera hat jiyîn, wiha vegot: “Min ji balkone dît jin bi girîn li kolanê dibeziya. Piştre jî ket erdê. Ez jî bi zarokên xwe re çûm û min alîkariya wê kir. Min ew anî mala xwe. Wê gavê min qet nedifikirî ku ez telefonê polîsan bikim, ji ber ku ger min telefon bikira dê bihatana wê bişandina malê. Min jî telefona malbata keçikê kir û rewş vegot. Niha jî heta malbat were ez ê keçikê biparêzim.”