Hunermend Malika Douma: Ez bi rengê jinê xêz dikim

Çalakiyên pêşangeha hunermenda plastîk a Mexribê Malîka Douma ku di 17'ê Gulanê de despêkir û balê dikşîne ser hêz, zehmetî û êşa jinê, wê îro li Komelgeha çandî ya Kemal EL-Zebadî bidawî dibe.

HANAN HARITE

Mexrib - Çalakiyên pêşangeha hunermenda plastîk a Mexribê Malîka Douma ku di 17'ê Gulanê de despêkir û balê dikşîne ser hêz, zehmetî û êşa jinê, wê îro li Komelgeha çandî ya Kemal EL-Zebadî bidawî dibe. Malîka Douma destnîşan kir ku berhemên hunerî yên ku ew nîşan dide keda xebata wê ya 11 salan e.

"Her tabloyek qonaxek ji jiyana min vedibêje"

Hunermenda plastîk Malîka Douma derbarê xebatê xwe yê hunerî de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew ji sala 2011’an de dest bi xêzkirina tabloyên xwe kiriye û wiha got: "Her tabloyek qonaxeke girîng a jiyana min di nav xwe de vedihewîne. Tabloyên ku ez di vê pêşangehê de pêşkêş dikim rêyek hunerî ye ku min dixwest ji bo temaşevanan kesayeta xwe bidim nasîn û pêvajoyên ku min di dema xebatên xwe yên hunerî de jiya û tiştên ku bandorê li min kirine bidim nîşandan."

“Ez bi rengê jinê xêz dikim"

Malîka Douma diyar kir ku ew dixwaze di tabloyên xwe de rola jinê bide diyarkirin û wiha bilêv kir: "Bi rêka hîn tabloyan ez pirsgirêkên ku jin di civak û jiyana rojane de pê re rû bi rû dimîne vedibêjim û ez hewil didim hestên jin yên ku di hundurê wê de veşartî ne derxim pêş. Her wiha ez bi tabloyên xwe behsa mijarên jinan dikim û berhemên ku tê de jin wek sembol tê girtin hene, wek mînak dema ku ez dixwazim darek an zeviyek xêz bikim bi rengê jinê xêz dikim."

"Jin ji biçûkatiya xwe heya ku mezin dibe jî rastî neheqiyê tê"

Malîka Douma derbarê cihê jin a di civakên ereb û piranî welatên cîhanê de wiha got: "Jin ji zarokatiya xwe heta ku bi temenê xwe mezin dibe rastî zehmetiyên jiyanê tên, di civaka me ya ereb de jin di qonaxên jiyana xwe de ji serdestiya civak, malbat û hevjîn êş dikşînin, rastî zilmê tên û derfet nadin jinê ku armancên xwe pêk bînin, pir kêm e di astek herî kêm de derfet didin jinê ku armancên xwe pêk bînin."

"Gelo jin azad e? "

Malîka Douma destnîşan kir ku dema ew tabloyên xwe xêz dike wiha ji xwe dipirse "Gelo jin azad e?” û li ser vê pirsê bersiva xwe ya ew bi xwe dide wiha tîne ser ziman: “Bersiv her dem ew e ku jin ne azad e, ji ber ku dema zarokê aîdê malbatê ye û tu mafê wê yê biryar girtinê derbarê jiyana xwe de tune û gelek caran malbat hevjînekî jê re hildibjêrin û tevî ku bi temenê xwe biçûke jî lê wê didin zewicanin û bi kesekî ne layiqî wê û piştre jî ji aliyê hevjîn ve rastî tundiyê tê û daxwaza hevberdanê dike, vêcarê jî ji nerînên civakê êş dikşîne."

Malîka Douma destnîşan kir ku hunermenda plastîk ji bo vegotina doz û pirsgirêkên jinan ji hunermedên din nêztir e û wiha got: “Vegotina van pirsgirêkan di tabloyan de zelaltir û rasttir e. Lê ev nayê wê wateyê ku hunemendê plastîk nikare van pirsgirêkan vebêje, ew jî dikarin di tabloyên xwe de vê zelal bikin bi rêka tiştekî ku dayik an xwişk an di nav malbatê de hatibe jiyankirin nîşan bide."

Malika Douma yek ji hunermendên plastîk ên Mexribê yên xwedî tecrûbeyên dîrokî tê hesibandin, ji ber ku ew bi salane di xebatên hunerî de dixebite, her wiha beşdarbûna wê ya yekem di sala 1979'an de li salona şahiyê li Qesra Sipî bû û di sala 1981'an de pêşangehek ferdî li şanoya Qesra Sipî organîze kir.

Malika Douma pir caran hate xelatkirin

Malika Douma di sala 1982'an de ji Akademiya Navneteweyî ya Lotusê li Parîsê madalyaya zîv û dîplomaya zîv ji bo baştirîn karên ku di tabloya El-Akwarîl de bi dest xistin, wergirtiye û di sala 1983'an de jî madalyaya zêrîn ji heman Akademiyê wergirtiye û di pêşbirka wênesaziyê de pileya yekem wergirtiye. Di sala 1989'an de di festîvala navneteweyî ya li Bexdayê xelat wergirt, her wiha di sala 2016'an de medalyaya zîv ji festîvala navneteweyî ya baştirîn wênesazên ereb li Londonê wergirt.