Pêdiviya jinên Sûdanê bi dabînkirina pêdiviyên bingehîn heye

Jinên Sûdanî, balkişandin ser ji nû ve avakirin û têkoşîna li dijî nakokiyên li welatê xwe û dan zanîn ku pêdiviya wan bi dabînkirina pêdiviyên wan ên bingehîn heye.

EYA IBRAHÎM

Sûdan – Herî zêde jinên Sûdanî, ji pevçûnên di navbera artêş Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku ji Nîsana 2023’an û vir ve destpê kiriye bandor dibin. Tevî vê yekê jî, bihêz in. Nakokiya li Sûdanê, ev nêzî 3 sal in didome. Bandorên wê him ji aliyê derûnî û him jî ji aliyê civakî ve li jinan tê kirin. Lê belê, hinek ji wan li hember zehmetiyên pevçûnê li ber xwe dan û carek din rabûn ser piyan. Jinan, di gelek qadên cûda de serkeftin bidest xistin. Li kêleka vê rewşê hinek jinên din hene ku di bin bandorên pevçûnê de ne û nikarin vegerin jiyana xwe ya berê. Di navbera van her du rewşan de, pirs ev e; Gelo wê jinên Sûdanî çawa bikaribin piştî şerê li welatê xwe jiyana xwe ya asayî bidomînin?

‘Pêşkêşkirina xizmetên piştgiriya derûnî pêwîst e’

Berpirsa Komeleya Heyva Sor a Sûdanî Ayşa Abdullah, derbarê mijara jinên Sûdanê de anî ziman ku pêşwaziya germ a ku ji jinên koçber re li deverên bi ewle hatiye kirin, moralek girîng daye jinan û ev yek hêz daye jinan ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Ayşa da zanîn ku komeleyê, bi pêşkêşkirina xizmetên mîna piştgiriya derûnî, hewcedariyên zarokan û teşwîqkirina jinan a ji bo lêgerîna kar, di piştgiriya jinên koçber de roleke girîng lîstiye û wiha got: “Gelek jin niha li bazarên herêmî yên li deverên koçber bûne, dixebitin. Ez ji jinan daxwaz dikim ku bixebitin û jiyana xwe ya asayî ya berê bidomînin.”

Jin di şer de bûn modêla berxwedanê

Jinên Sûdanê, di pevçûnê de bi zehmetiyên mezin ên mîna koçberiya bi darê zorê, tecawiz, qetilkirin û windakirina debara jiyanê re rû bi rû man. Bi milyonan jin koçber bûn, mal û milkên xwe hiştin û tehemûlê şert û mercên jiyanê yên dijwar a di kampan de kirin. Lê tevî van zehmetiyan jî, berxwedan û hêzek xurt nîşan dan.

‘Jin ji destpêka pevçûnê ve bi israr û bihêz mane’

Rojnamevan Mey Mensûr jî, li ser heman mijarê axivî û wiha got: “Jin ji destpêka pevçûnê ve bi israr û bihêz mane. Ev hêz bi beşdariya wan a ji hemû qadên civakî û siyasî re diyar dibe. Lê di nava civak û taxan de pêdivî bi hevgirtinek mezintir heye. Her wiha divê di projeyên pêşkeftina domdar de û bi taybetî di qada hilberînê de piştgiriya wan bê kirin.”

‘Jinên Sûdanî xwedî hêza ji nû ve xwerêxistinkirinê ne’

Koordînatora Bernameya Xurekê ya Cîhanî ya di Heyva Sor a Sûdanî de Raniya Ebas jî, diyar kir ku jinên Sûdanî berxwedêr, bihêz in û dikarin vegerin jiyana xwe ya asayî û got: “Jinên Sûdanî xwedî tecrûbeya ji nû ve rabûnê, xurtbûnê û avakirina pêşerojek çêtir a ji bo Sûdanek nû ne. Pêwîstiya wan bi dabînkirina pêdiviyên wan ên bingehîn heye. Civakên Sûdanî pir bi jinan ve girêdayî ne, ji ber ku jin bingeh û stûna malbatê temsîl dikin. Lewma, ew berpirsyariya xwe ya li hember civakên xwe pêk tînin û hewl didin bi her awayî bihêz bimînin.”