Parlamentera HDP'ê Semra Guzel ji bo Jîna Emînî Porê xwe jê kir
Parlamentera HDP'ê Semra Guzel a li girtîgeha tê ragirtin, ji bo Jîna Mehsa Emînî ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, porê xwe jê kir.
Navenda Nûçeyan- Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel di Girtîgeha Sîlîvriyê de, ji bo Jîna Mahsa Emînî ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, porê xwe jêkir. Semra Guzel di peyama ku bi riya parêzera xwe şand de, bal kişand ku serdestiya mêrsalarî ji jinên berxwe didin ditirse û her ku ditirse êrîşên xwe didomîne.
“Dilê min bi hemû jinên berxwedêr re ye”
Semra Guzel di berdewamiya peyama xwe de wiha got: “Ewilî Jîna Amînî, niha jî Nagîhan Akarsel. Bêtehemuliya li hemberî jinên berxwedêr, jinên azad û jinên Kurd didome. Lê ne duh ne jî îro, me tu carî serî netewand û dest jê berneda. Em li ku derê bin bila bibin, em ê ji bo cîhaneke wekhev û azad têbikoşin, em ê bibêjin 'Jin, Jiyan, Azadî' û têkoşîna azadiya jinan bilind bikin. Hemû jinên ku hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînim û sersaxiyê ji malbatên wan û hezkiriyên wan re dixwazim. Dilê min bi hemû jinên berxwedêr re ye."