“Ji Gurbetelî heta îro ew êrîş kirin, jin li ber xwe dan”

Berdevka MKGP'ê û Edîtora Kurdî ya Jinnewsê Roza Metîna der barê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd de axivîn, destnîşan kirin ku ewê xwedî li pênûsa jinên ku bûn şopdarên heqîqetê derkevin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Gurbetelî Ersoz ku yekemîn gerînendeya giştî ya Tirkiyeyê ye, 7’ê Cotmeha 1997’an jiyana xwe ji dest da. Ji bo bîranîna Gurbetelî Ersoz 7’ê Cotmehê roja  Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd hat îlankirin. Rojnamegerên jin ên weke Gurbetelî Ersoz, Ayfer Serçe, Denîz Firat û Nujiyan Erhan ên li pey heqîqetê meşiyan, mîrateya berxwedanê ji jinên rojnameger ên Kurd ên ku îro li kolanan dixebitin re hiştin.

Jinên ku di wateya rojnamegeriya jinê de nefeseke nû gihandin çapemeniyê, jinan bi vekirina JINHA'yê ya weke yekemîn ajansa nûçeyan a jinan a cîhanê dest bi têkoşîna xwe kirin. Piştî ku JINHA di Cotmeha 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hat girtin, rojnameya Şûjin dest bi weşana xwe kir û piştî demekî Şûjin jî bi KHK’ê hat girtin.  Jinên ku têkoşîna xwe ya heqîqetê didomînin. Herî dawî dîroka di 25’ê Îlona 2017’an de JINNEWS’ê li dijî girtinan dest bi weşanê kir. Piştî JINNEWS'ê demeke kin JIN TV  jî cihê xwe li ser ekranan girt. 

Rojnamegerên jin ên ku şopdarê neheqî, mêtingehî û zextên hemû jinên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê ne, di vê rêya ku armanca kirine de li dijî tevî zilm û astengiyên jî dinivîsin. Di vê pêvajoyê de rojnamegerên jin rastî binçavkirin, girtin, îşkence û qetlîamê hatin. Mînaka dawî ya vê komkujiyê jî sê roj berê li Silêmanî hat jiyîn. Nivîskar û rojnameger Nagîhan Akarsel li ber deriyê mala xwe rastî êrişa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.

“Jinên Kurd di rêya heqîqetê de bedelên mezin dan”

Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Edîtora Jinnewsê Roza Metîna, zext û qetlîama jinên li pey heqîqetê dimeşin, nirxand. Roza Metîna da zanîn ku jinên Kurd ji raboriyê heta niha bi bedelên giran di rojnamegeriyê de pêşengiyê dikin û destnîşan kir ku îro jî bi hezaran rojnamegerên jin li ser vê rêya bi berdal dayîne li ber xwe didin. Roza Metîna di axaftina xwe de der barê 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd ev nirxandin kir:

“7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd ji bo me gelek wate ye. Wê rojê Gurbetelli Ersoz koça dawî kir. Rojnamegerên jin ên Kurd li dijî her cure dijwarî û zextan li qadan in. Rojnamegerên jin ên wek Nûjiyan Erhan, Denîz Firat û Şîlan Aras ên ku bedel dane heye. Ev jinan di dema pey heqîqe de di destên wan de kamera hebûn hatin qetilkirin. Em li ser rêya wan pîşeya xwe didomînin.”

“Em ê xwedî pênûsa Nagîhan derbikevin”

Roza Metîna bal kişand ser rojnameger û nivîskara lêkolîner Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin û wiha got: “Nagihan hem akademîsyen, hem ên rojnameger û hem jî nivîskar bû. Li Silêmaniyê hat qetilkirin. Hevalên Nagîhan ên rojnameger peyam dan ku ew e pênûsa wê li erdê nehêlin û mîrateya wan d-berdewam bikin. Rojnamegerên jin ên Kurd li dijî zilmê li ber xwe didin û ji helwesta xwe tawîz nadin. Îro di şexsê NagÎhan Akarsel de îradeya jinên Kurd hat hedef girtin. Li dijî vê qetlîamê em ê jinên Kurd ên rojnameger pênûsa wê li erdê nehêlin û xwedî dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' derbikevin. Ji ber vê em ê hem xwedî li vê têkoşînê derbikevin hem jî xwedî li pênûsa hevalên me yên hatine qetilkirin derbikevin.”

Roza Metîna diyar kir ku rojnamegerên jin ên ku îro li çar parçeyên Kurdistanê ji bo heqîqetê têdikoşin, dema ku pîşeya xwe dikin, rastî zext û binpêkirinan jî tên. Roza Metîna da zanîn ku rojnamegerên ku hîle û îşkenceyên qirêj ên dewletê derdixin ber çavan tên hedefgirtin û wiha axivî: “Jinên rojnameger îro di nûçeyên xwe de li dijî zext, heqaret û binçavkirinan li ber xwe didin. Hikûmet naxwazin raya giştî rastiya xwe bizane. Naxwazin binpêkirina mafan û îşkence yên tên jiyîn bên eşkerekirin. Ji ber vê yekê jî pêşî êrîşî rojnamegeran dikin û wan dikin hedef. Di vê pêvajoyê de bi sedan hevalên me ji ber nûçeyên ku dan hatin binçavkirin û girtin.”

“Zextan vediguherîn bi pergalî"

Roza Metîna bal kişand ku li gorî daneyên MKGP'ê di nava 7 mehên dawî de rojnamegerên jin ên Kurd rastî 161 binpêkirinên mafan hatine kirin û diyar kir ku ev da zanîn ku ev binpêkirinan ne ya yekemîn û ne jî ya dawî ne. Roza Metîna di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman:

“Rojnamegerên jin li dijî van zextan li ber xwe didin û îro jî li ser karê xwe ne. Ev jî ji bo pergala serdest a mêr peyameke mezin e. Zihniyeta serdest a mêr dixwaze van zextên li ser rojnamegerên jin ên Kurd bine rewşekî bipergalÎ bike. Dizanin ku berxwedana jinê civakeke rêxistinkirî û serhildana vê civakê ne.”