Parîsa Kamalî: Rojek bêyî darvekirin derbas nabe
Tomareke deng ya xwendekara girtî Parîsa Kamalî ku ji girtîgehê derketiye, li ser tora dijîtal deng veda. Kamalî di peyama xwe de bi tundî pergala dadweriyê û miameleyên li dijî xwepêşanderan rexne dike û balê dikişîne ser zêdebûna cezayên darvekirinê.
Navenda Nûçeyan – Tomara dengê xwendekara girtî Parîsa Kamalî ji girtîgehê derket. Di tomarê de, ew bi tundî rewşa heyî ya pergala dadweriyê û miameleyên li dijî xwepêşanderan rexne dike. Ev peyam ku tevî dengê hişyariya telefona girtîgehê hatiye tomarkirin, li ser tora dijîtal deng veda û rewşa girtiyên siyasî û zêdebûna cezayên îdamê dîsa anî rojevê.
"Mirov ji dîtina sûcên bêdawî ditirse"
Parîsa Kamalî di vê tomara dengî de bi zimanekî rexnegir şert û mercên girtîgehê û krîza kûr a pergala dadweriyê tîne ziman. Kamalî balê dikişîne ser rewşa heyî û dibêje: "Li vir, hikûmdarên kartonî serdest in; ev cihekî weha ye ku mirov ji dîtina sûcên bêdawî ditirse."
Xwendekara girtî di berdewamiya axaftina xwe de diyar dike ku nêzîkatiya li hemberî girtî û xwepêşanderan li ser bingeha tepeserkirinê ye û nebûna pêvajoyên dadwerî yên zelal rexne dike.
"Rojek bêyî darvekirin derbas nabe"
Beşekî din ê peyamê balê dikişîne ser darvekirin û polîtîkayên ewlehiyê. Kamalî di vê beşê de bi gotinên tund feryada xwe tîne ser ziman û dibêje: "Ew bi gule û çengelê bersivê didin qîrînan. Rojek jî bêyî darvekirinê derbas nabe, bêyî ku mirovek were kuştin."
Van gotinan li ser tora dîjîtal deng vedaye û di nav bikarhêner û parêzvanên mafên mirovan de bertekên mezin derxistine holê.
Li ser tora dijîtal deng veda
Belavbûna vê tomara deng ya dîjîtal bala gelek kesan kişand; bi taybetî ji ber ku ji hundirê girtîgehê hatiye tomarkirin û tê de peyama hişyariyê ya otomatîk tê bihistin. Gelek bikarhêneran ev yek wekî delîlekî zextên berdewam ên li ser girtiyên siyasî û binpêkirina azadiya ramanê nirxand.