Şewba Ebola li Kongoyê ji kontrolê derketiye
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, vîrûsa Ebolayê ya cureyê “Bundibugyo” ji kontrolê derdikeve. Hejmara pêketiyan ji hezar û nîvî borî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ji bo vî cureyê bêderzî dest bi ceribandinên klînîkî kir.
Navenda Nûçeyan – Li Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber kêmasiyên tenduristiyê û lojîstîkî, şewba Ebolayê bi lez belav dibe. Li gorî rapora dawî, li welat hezar û 561 rewşên piştrastkirî hatine tomarkirin. Ji ber şewbê heta niha 506 kesan jiyana xwe ji dest daye û 254 nexweş baş bûne.
Her wiha di bin karantînayê de 628 nexweş tên dermankirin û 354 rewşên bi guman (ku 110 ji wan mirine) di bin lêkolînê de ne.
Şewb di nav civakê de belav dibe
Vîrûsê heta niha bandor li 36 herêmên tenduristiyê yên li ser sê parêzgehan kiriye. Li gorî daneyên epîdemîolojîk, di her du weşên dawî de hejmara nexweşên heftane cara yekemîn ji 300 kesî derbas bû. Ev yek nîşan dide ku vîrûs di asta civakên herêmî de bi lez veguhastî dibe.
Ji bo cureyê "Bundibugyo" pêngava krîtîk a WHO’yê
Ji bo vîrûsa “Bundibugyo” ku niha tu derziyeke pejirandî an dermankirineke taybet ji bo wê tune ye, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ket tevgerê. Li parêzgeha Iturî, ku navenda sereke ya şewbê ye, ji bo dîtina dermanekî guncaw ceribandinên klînîkî bi fermî dest pê kirin.