Ozlem Gunduz: Ji bo bêçekbûnê pêdivî bi avakirina binesaziya hiqûqî heye
Cîgira Hevseroka Berpirsiyara Rêxistinê ya DEM Partî Ozlem Gunduz, wiha got: "Divê ji bo beşdarbûna siyaseta demokratîk şert û merc bên afirandin. Ji bo bêçekbûnê pêdivî bi guhertinên yasayî û avakirina binesaziya hiqûqî heye."
					ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed –"Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ya piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a di 27’ê Sibatê de dest pê kir, gihîşt qonaxek krîtîk. Di 26’ê Cotmehê de, Tevgera Azadiya Kurd daxuyaniyek da û ragihand ku dest bi vekişîna hêzên xwe ya ji Tirkiyeyê kir. Biryara Tevgera Azadiya Kurd li seranserê cîhanê deng veda û çavê hemû beşên civakê li gavên berbiçav ên dewlet wê bavêje ye.
Cîgira Hevseroka Berpirsiyara Rêxistinê ya Partiya wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozlem Gunduz, geşedanên pêvajoyê nirxand.
‘Qonaxa ku em gihîştin bi hêvî ye’
Ozlem Gunduz a pêvajoyê mîna "destpêkek nû" bi nav kir, wiha got: "Qonaxa ku di pêvajoya heyî de em dikarin mîna îradeya jiyana bi hev re û jiyana azad bi nav bikin gihiştin, bihêvî ye. Berî her tiştî, divê em vê pêvajoya ku em dijîn, ji têgeh, jiberkirin û klîşeyên tên zanîn wêdetir, bi nêrînek nû, ruh û hestek nû fam bikin û binav bikin. Ji bo vê destpêka nû, îradeyek pir bihêz û helwestek biryardartir a ji berê zêdetir heye. Bê guman ev yek jî ji bo serkeftinê pir biqîmet e. Biryara vekişîna Tevgera Azadiya Kurd, ji bo vê pêvajoya destpêka nû astek krîtîk e. Rîska pevçûnê ji holê rabû û ev yek ji bo me hemûyan mîna hewa û avê girîng e. Divê em dubare bikin ku ev gav nîşane û encama îradeya destpêkek nû ye."
‘Tifaqek pir xurt hat mîsogerkirin’
Ozlem Gunduz, balkişand li ser destpêka pêvajoyê û geşedanên di pêvajoyê de û wiha axivî: "Helwest û daxuyaniyên Birêz Bahçelî yên 1’ê Cotmehê, banga Birêz Ocalan a 27’ê Sibatê û nêzîkatiya erênî ya Birêz Erdogan, nîşaneyên girîng ên vê îradeyê ne. Piştî vê gelek qonaxên krîtîk hatin derbas kirin. Biryara Kongreyê ya PKK’ê, çalakiya îmhakirina çekan a 11’ê Tîrmehê, vekişîna PKK’ê ya ji sînorên Tirkiyeyê, komîsyona ku di TBMM’ê de hat damezrandin û beşdarbûna her beşê civakê ya lêgerîna çareseriyek a di bin sîwana TBMM’ê de geşedanên dîrokî ne. Ev hemû gav û qonaxên vê destpêka nû ne. Her gav ji bo gavekî din vexwendinek e. Lewma, tifaqek pir xurt ha mîsogerkirin, ya rast dewlet, hikûmet, rêxistin û siyaset li dora vê tifaqa ku civak bi salan e daxwaz dike û bi şertên şênber ferz dike, li hev civiyan. Ger beriya 3-5 salan behsa avêtîna gavên di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de hatiba kirin, bêguman ji bo piraniya me mîna xeyalek hatiba, lêbelê îro pêkhatina vê yekê, gavên hatine avêtin û pêvajoyên piştre diaxivîn. Ya bi nirx ev e, geşedanên ku nîşan didin em pêşve diçin û encam bidestdixin e.”
‘Gavên ku avê şîlo dike tên avêtin’
Ozlem Gunduz a got, "Bê guman em nêzîkatiyên ku avê şîlo dike û gavên hatine avêtin bêqîmet dikin, dibînin”, got ku kesên 100 sal in înkarkirinê ferz dikin û hebûna Kurdan dikin mijara nîqaşê, îro jî heman pratîkan didomînin.
Ozlem Gunduz, diyar kir ku bi nîqaşên “gelo PKK’ê vekişiya an ne, pêvajoya heye an ne” re nêzîkatiyên ku pêvajoyê sabote dikin hene û got: "Civak di ferqa vê nêzîkatiya ku bêçareseriyê ferz dike ye û bi tu awayî rê dane vê yekê. Nêzîkatiyên ku armanc dikin avê şîlo bikin, divê nebin astengiyên serkeftina vê pêvajoyê, neçare ku ji bo pêşxistin û serxistina me ya pêvajoyê bibin hincetek. Bêguman em hemû niha bi hêvî û biryardariyek mezin hewl didin serkeftina vê pêvajoyê misoger bikin. Em nikarin hin astengî û neyînîyan înkar bikin. Lê ya girîng jî derbaskirina van astengiyan û bidestxistina serkeftinê ye. Şert û mercên çareseriyê hatine afirandin û Tirkiye ji bo jiyanek azad û hevpar ket nava rêyekî jê nay vegerandin. Em baweriya xwe bi têgihîştin û daxwaza civakê ya ji bo çareseriyê tînin û em îrade û biryardariya siyasî ya li gorî vê daxwazê hatî şêwekirin, girîngiryek mezin didin.”
Ozlem Gunduz, diyar kir dê hemû gavên bên avêtin pêvajoyê pêşve bibe û got yek ji qonaxên herî girîng ên vê destpêka nû ya dê "jiyanek hevpar û azad ava bike", bicîhanîna qanûn û têgihîştina jiyana hevbeş e.
‘Divê ji bo beşdarbûna siyaseta demokratîk şert û merc bên avakirin’
Ozlem Gunduz a got "Ev gav, qonaxa krîtîk a din e ku divê em ji xwezaya eşyayan biafirînin û bi dest bixin e," axaftina xwe wiha domand: "Divê ji bo beşdarbûna hemû kes û her beşek civakê ya siyaseta demokratîk, şert û merc bên avakirin. Di aliyê teknîkî de, ji bo bêçekbûnê divê rêziknameyên qanûnî û binesaziyek hiqûqî bê avakirin. Em naxwazin pir zêde model û mînakên çareserkirina nakokiyên wekhev ên li çaraliyê cîhanê îfade bikin, ji ber tişta ku em dijîn rêwîtiyek xweser a aştiyê ye. Em ezmûnek bêhempa ya aydê xwe him dijîn û him jî diafirînin. Lêbelê, gava din ku dê van hemû gavan ber bi pêş ve bibe, ev guhertinên qanûnî û hiqûqî ye. Di heman demê de, hewcedariya vê pêvajoyê ku em hewl didin gav bi gav bihonîn û di nava ahengek mezin de pêşve bibin e. Ev encama dînamîk û fonksiyona vê pêvajoyê ye. Nîqaşên mîna dibe an nabe, gelo nebe wê çi bibe, cihê vê di nava vê dînamîka pêvajoyê de nîne. Pêvajo pêşve diçe û xwedî mezinbûna ku dikare pêdiviyên xwe jî bicîhbîne ye.”
‘Gavên şênber ên avakirina demokrasiyê ya ji binî û ber bi jor ve’
Ozlem Gunduz, destnîşan kir ku pêvajo ne tenê pêvajoya lêgerîna çareseriyek aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd e, di heman demê de gavên şênber ên avakirina demokrasiyê ya ji binî û ber bi jor ve jî ye, wiha axivî: "Em tenê ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyek aştiyane nagerin, di heman demê de em hewl didin şert û mercên ku hiqûq, demokrasî, mafên bingehîn ên mirovan û jiyana azad a hemû nasnameyan mîsoger bike jî, biafirînin. Bêyî çareseriyê şansê pêkhatina van tiştan û bêyî pêkhatina wan tiştan jî, îhtîmala çareseriyê tune."
‘Rêya ku bi têkparêziyê re biçe nema’
Ozlem Gunduz, daz anîn dê Komara demokratîk bi jiyana wekhev, hevpar û bi hev re pêkan bibe û wiha got: "Rêya jiyanîkirina komarê jî, ji demokrasiyê derbas dibe. Ger komar piştî 100 salan bi ewqas pirsgirêkan re rû bi rû dimîne, ev ji qelsbûna cewhera wê ya demokratîk an jî nebûna demokrasiyê çavkanî digre. Rêya ku bi têkparêziyê re biçe nema ye. Înkarkirin beriya her tiştî nirxên komarê qels kir û komarê bi xeteriyên mezin re rû bi rû hiştiye. Komara demokratîk, bi jiyana wekhev, hevpar û bi hev re pêkan e. Ev ne tenê îdiaya me ye; rastiya ku îro derket holê, ji bo hemû kesên ku dixwazin bibînin, encamek eşkere ye. Yên ku dibêjin bila bivî awayî bidome, bi tu awayî pêşeroja vî welatî nafikirin û herî zêde ew zirar didin vî welatî.”
‘Bê guman pêvajo dê bi demokratîkbûna Komarê re encam bibe’
Ozlem Gunduz, destnîşan kir dema ku li herêmê û cîhanê hevsengiyên nû û rastiyên nû ava dibin û sanciyên guhertinê tên jiyîn, şans û mafê tu kesê nîne ku vê pêvajoya guhertinê li Tirkiyeyê asteng bike. Ozlem Gunduz, gotina fîlozofê Çînî Lao Tzu a "Rêwîtiyek bi hezaran kîlometreyan jî bi gavekî dest pê dike” bibîrxist û got: "Gav hatiye avêtin û rêwîtî dest pê kiriye. Bê guman pêvajo dê bi demokratîkbûna Komarê re encam bibe.”
Ozlem Gunduz, balkişand li ser rola DEM Partî û wiha got: "Sedema hebûna DEM Partî çareserî, aştî û avakirina şert û mercên jiyana bi hevre ye.”
‘Partiya me bi hemû hêza xwe ji bo serkeftina vê pêvajoyê dixebite’
Ozlem Gunduz, diyar kir ku DEM Partî di "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de tenê rol negirtiye, ji bo sedema hebûna xwe jî jiyanî bike, dixebite. Ozlem Gunduz, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Tehemûla gelê me û partiya me jî ji bo bêçareseriyê nîne, ev yek ji bo ne vebijarkek, neçariyek e. Lewma partiya me bi hemû hêza ji bo serkeftina vê pêvajoyê dixebite. Em behsa partiyek û kadroyên wê yên ji bo demokrasî û aştiyê berdelên mezin daye, dikin. Em hem heqîqet in û him jî hewil didin tişta dibêjin nabe, jiyanî bikin. Cudahiya me ev e.”