Ozgur Aktukun: Di 8’ê Adarê de rojeva jinan jiyan e
Ji EŞÎK’ê civaknas Ozgur Aktukun, got ku di van rojên ber bi 8’ê Adarê ve di rojeva jinan de tenê nîqaşên li ser zagonê nîn e da zanîn ku jin hem ji bo welatîbûna wekhev hem jî kedê têdikoşin û li dijî şîdetê mafê jiyanê diparêzin.
ELÎF AKGUL
Stenbol – Bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re rêxistinên jinan ji bûyerên kuştina jinan ên zêde dibin heta daxwazên hemwelatîbûna azad, ji nedîtina keda xwedîkirinê heta nîqaşên li ser rêgeza laîkbûn û pergala hiqûqê, nîqaş zêdetir dibin.Ji bo tevgera jinan roja 8’ê Adarê tenê roja bîranînê nîn e, di heman demê de roja têkoşîna ku jin bi salan e ji bo mafên xwe didin tê nirxandin.
Ji Platforma Jinan ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) civaknas Ozgur Aktukun diyar dike ku rojeva jinan ne tenê zagonek an jî mijarek e; rojeva wan a sereke jiyana jinan û mafe welatîbûna wekhev e û wiha dibêje:
“Rojeva me jiyan bi xwe ye, avakirina jiyana li ser bingeha welatîbûna wekhev. Di nava vê de ked jî heye. Ji ber wê ji bo hebûna me li her warê jiyanê, li kolanan, cihên kar were naskirin em têdikoşin. Di rojeva me jinan de jiyan heye.”
‘Welatîbûna wekhev li ser kaxiz ma’
Ozgur Aktukun diyar kir ku rojeva jinan, bi mijarên weke ked, barê xwedîkirinê û welatîbûna wekhev dagirtî ye. Her wiha da zanîn ku mafên di zagonan de hene, gelek caran di pratîkê de tune ne û got ku yek ji sedemên têkoşîna ku jin bi salan e didomînin jî ev yek e û got: “Mafên medenî yên jinên li vî welatî her çendî di Zagona Medenî de hebin jî di pratîkê de ev maf tunene. ”
Li gorî Ozgur Aktukun yek ji sernavên bingehîn ên ku rojevê diyar dikin jî newekheviyên di qada kedê de ye û diyar kir ku ji ber kêmbûna rêjeya xebatê, ji bo heman karî heman nûçe tune ye, tabloyek wiha çêbûye, keda jinan nayê dîtin. Her wiha da zanîn ku barê xwedîkirina zarok û extiyaran li ser milên jinan e ev yek jî li pêşiya wan dibe astengî û wiha domand: “Mafên me yên ji bo peywirên me yên xwedîkirinê tu carî neketin rojeva vî welatî. Ji ber ku vê bar û peywirê nehat dîtin, jiyana gelek jinan pir zor bûye. Ya herî girîng jî ew e ku ji ber nedîtina vî barê ku li ser milên jinan e, bi milyonan jin neçarî rewşên pir zor dimînin. Em nizanin ka çi dikşînin û rastî çendîn zoriyan tên.”
‘Dest nede zagonê pêk bîne’
Ozgur Aktukun diyar kir ku têkoşîna rêxistinên jinan, tenê bi bidestxistina mafên nû bi sînor nîn e, got ku jib o pêkanîna zagonên heyî jî têdikoşin û got: “Di rastiyê de mijar tenê bidestxistina zagonê nîn e. Têkoşîna me ji bo bi awayê rast pêkanîna zagonan e. Em weke EŞÎK vê dibêjin: Dest nede zagonê pêk bîne.”
Jin hem ji bo mafên xwe hem jî jiyana xwe têdikoşin
Ozgur Aktukun da zanîn ku şîdeta li ser jinan jî li ser van nîqaşan bandorê çêdike û wiha domand: “Lewre em ji bo jiyanê têdikoşin. Li vî welatî rojê şeş jin tên kuştin. Ber bi roja 8’ê Adarê ve yek ji rojeva jinan jî parastina Zagona Medenî û rêgeza laîktiyê ye. Demek dirêj e bi hinek pêkanîn û nîqaşan hewl tê dayîn mafên jinan ên heyî ji wan werin girtin. Niha rojeva herî girîng a jinan li dijî ferzkirinên desthilatdariyê, parastina rêgeza laîktiyê û Zagona Medenî ku di rastiyê de temînata hebûna vî welatî ye.”
Ozgur Aktukun bi bîr xist ku van mafan bi têkoşîna jinan hatine bidestxistin û got ku nîqaş tenê bi mafên mîras û nefeqeyê bi sînor nîn e û wiha bi dawî kir: “Ev tenê meseleya mafê mîrasê yê jinan nîn e. Ev tê wê wateyê ku dê mafên zarokên keç û kur ên vî welatî ji dest wan werin girtin. Ji ber vê yekê tevgera jinan parastina Zagona Medenî wekî xeta girîng a têkoşînê dibîne. Di warê mafan de ewpas paşketin dê bandorek nebaş li ser nifşên pêşerojê bike. Lewre em vê baş dizanin; ger em destkeftiyên jinan ên di Zagona Medenî de ji dest bidin dê zirara vê yekê herî zêde li ser nifşên pêşerojê çêbibe.”
