Operasyona Mirovî û Ewlehiyê didome: Gelek çek û cebilxane hat dîtin

Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Diyala Ehmed da zanîn ku di encama roja 14’an a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê hatibû destpêkirin de hejmarek mezin çek û cebilxaneyên di bin erdê de hatibûn veşartin hatine dîtin.

Hesekê - Kampa Holê ji xetertirîn kampê cîhanê ye, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên li kampê hene ji kuştin û qetilkirina jinên ku li dijî birdoziyê DAIŞ’ê disekinin tên qetilkirin û rastî tundiyê tên.

Bi armanca pêşîlêgirtina bûyerên ku li kampa Holê ya 54 hezar zêdetir kesên ji malbatên DAIŞ’ê yên ji welatên cûda lê dijîn û rûxmê hemû hewldan û bangawaziyên Rêveberiya xweser jî hikumetên ku hemwelatiyên wan li vê kampê dijîn bi erka xwe ranabin, tê jiyîn dest bi qonaxa dûyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kirin. Di çarçoveya Operasyona Mirovî û Ewlehî ya ku îro di roja 15’emîn de didome, heya niha gelek endamên DAIŞ’î, jinên ku ji lingên xwe hatibû kelepcekirin û rastî îşkenceyê dihatin, her wiha gelek amûrên îşkenceyê û kincên leşkerî yên artêşa Tirk hatin dîtin, konên ku mîna cihên dadgeh û îşkenceyê hatine bikar anîn hatin dîtin û rakirin.

Di roja 14’emîn a operasyonê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn da xuya kirin ku hêzên wan di çarçoveya operasyoneke taybet de gelek çek û cebilxaneyên sivik û navîn dîtine. Di nav wan de kalaşnîkov, kemberek teqemenî, topên B-7, rokêt, û bêdengkirinên damenceyan, narincekên destan, têlefonên destan, kamera û laptop hebûn jî hatine dîtin.

Malbata ku ev çek di konên wan de dîtin, diyar kirin ku dema şane hatine erd kolandine û çek û cebilxane veşartine, çavên wan girtine û nehiştine ku cihê veşartinê jî nas bikin.

Operasyona roja 14'an û encamên wê

Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Diyala Ehmed li ser Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya di roja xwe ya 14'an de didome, axivî û wiha got: "Îro me çeteyek girt ku cil û bergên jinan li xwe kiribû û xwest birevê, ji aliyê hêzên me ve hate girtin. Hêzên me gelek çek û cebilxaneyên veşartî dîtin. Kalaşnîkov, kemberek teqemenî,  topên B-7, rokêt û bêdengkirinên damenceyan, narincekên destan, têlefonên destan, kamîra û laptop jî di nav de hebûn. Her wiha hîn amûrên ku piştî qetilkirina kesan wan dixistin nav de hat dîtin. Operasyona me didome."